Doza 19 xebatkarên Çapemeniya Azad ku 4 sal in didome careke din hat taloqkirin û daxwaza rakirina biryara derketine derveyî welat a parêzeran jî hat redkirin.
Danişîna 12yemîn a doza 19 rojnemevan û xebatkarên Çapemeniya Azad li 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat rêvebirin. Rojnemevan Omer Çelîk û Elîf Ungur, parêzerên dozê Resûl Temûr, Gûrbet Gozde Engîn û Serdar Çelebî û rêveberên Komeleya Rojnemevanên Dîcle û Firatê (DFG) tev li danişînê bûn.
Piştî tespîta nasnameyan Parêzer Resûl Temûr xwest ku qedexeya derketine derve li ser muwekîlên wî yên 4 sal in tên darizandin were rakirin. Dozger jî ji heyeta dadgehê ji bo amadekirina mutalayê dem xwest.
Heyeta dadgehê daxwaza Parêzer Resûl Temûr red kir û doz taloqî 16ê sibata 2027an kir.













