• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Hewlêrê lehî: 2 kes mirin

    Li Hewlêrê lehî: 2 kes mirin

    Cenazeyê girtiyê nexweş Tuncer Saglam hat veşartin

    Cenazeyê girtiyê nexweş Tuncer Saglam hat veşartin

    Proses est o zî heqê hepsîyan yenê binpaykerdene

    Girtiyên Apoyî: Êdî ne gotin hewceyî bi gav avêtinê heye

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê MIJDARA 2026an

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Hewlêrê lehî: 2 kes mirin

    Li Hewlêrê lehî: 2 kes mirin

    Cenazeyê girtiyê nexweş Tuncer Saglam hat veşartin

    Cenazeyê girtiyê nexweş Tuncer Saglam hat veşartin

    Proses est o zî heqê hepsîyan yenê binpaykerdene

    Girtiyên Apoyî: Êdî ne gotin hewceyî bi gav avêtinê heye

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    Ji bo bikaribin sewalkariyê bikin diçin di înşaatan de dixebitin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 8ê MIJDARA 2026an

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

    Serokê Amedsporê: Divê derbarê berpirsiyaran de karûbarên pêwîst werin destpêkirin 

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em ê 25ê Mijdarê bi hêvî lê bi hêrseke mezin birêxistin bikin’

Stenbol / AW

8 MIJDAR 2026 - 15:46
Kategorî: JIN
A A
TJA li Stenbolê deklerasyona 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî aşkere kir. Di deklerasyonê de hate diyarkirin ku ji bo jiyaneke birûmet, paşerojeke azad û cîhaneke bê tundî, ew ê vê 25’ê Mijdarê jî bi hêvî lê bi hêrseke mezin rêxistin bikin û wiha hate gotin: “Em hemû jinan vedixwînin ku mal bi mal, kolan bi kolan li qadan bin, heta ku em pergala mêrparêz hilweşînin û civaka demokratîk a jinparêz ava bikin têkoşînê bikin.”

Aktivîstên Tevgera Jinên Azadê (TJA), bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî li Tunela Taksîma Stenbolê kom bûn û heta Qada Şîşhaneyê meşiyan. Di meşê de pankarta “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” hate vekirin û dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Têkoşîna Jina” hate berzkirin. Dayikên Aştiyê, aktivîatên TJAyê, Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, Endam û rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û gelek jin tev li meş û daxuyaniyê bûn. Girse piştî hate qada Şîşhaneyê deklerasyona 25ê Mijdarê aşkere kir.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan ve hate xwendin.

‘Xwedî li pêvajoyê derdikevin’

Remziye Alparslan anî ziman ku ew îsal jî 25ê Mijdarê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û bi berxwedana xwe ya birûmet pêşwazî dikin û wiha axivî: “Bi têkoşîna xwe ya azadiyê ku hinceta hebûna me ye, em ê ji her rojên salê zêdetir bi hêrseke mezin û biryardariyeke di cihtir de, li qadan bin. Em di têkoşîna xwe ya li hember polîtîkayên tundî û qirkirinê yên pergala mêrparêz de ji her demê zêdetir bi îdîa û biryardar in. Ji ber ku em bawer dikin avakirina civaka demokratîk û aştiyê, garantiya pêkanîna daxwaza jinan a ji bo jiyana bê tundî ye. Li ser vê bingehê, em hevaltiya bi jinan a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin û di her kêliya vê pêvajoyê de nîşan dayî nas dikin, xwedî lê derdikevin û bi rêzdarî silav dikin. Em soza têkoşînê didin ku civaka demokratîk dê bi pêşengiya jinên sosyalîst û bi Rêbertiya Azad re bê avakirin.”

‘Parastina me ya herî mezin mîrateya me ya berxwedanê ye’ 

Remziye Alparslan diyar kir ku li pişt hemû mirinên jinan de pergala mêrparêz û parêzvanên wê hene û ev tişt anî ziman: “Li paş her mirina ku wekî întixar an biguman tê qeydkirin, mêrek an gelek mêr derdikevin. Me ev di doza Semiha Sozer a ku li Yalovayê hatî qetilkirin de dît; di cinayeta ku ji aliyê hevjînê wê ve ji zinar hat xwarê avêtin û navê ‘qezayê’ lê hatkirin de, bi têkoşîna jinan hat îspatkirin ku kujer hevjînê wê ye. Li hember polîtîkayên qirkirinê û metîngeriyê yên aqilê mêr/dewletê, em ji hêza xwe ya xweser û ji xwebirêxistina xwe pêngavekê jî paşde naavêjin. Hemû destkeftiyên xwe yên zagonî û civakî bi berdêlên giran ku me bi dest xistine, me li qadan, li dadgehan û li qadên rêxistinkirî bi têkoşînê standiye. Li hember her cûre hewldanên desteserkirinê yên ku li dijî mafên me yên medenî û serxwebûna me ya aborî tên meşandin, parastina me ya herî mezin mîrateya me ya berxwedanê ye ku me ji duh heta îro hurgilî honandiye.”

‘Em ê pergala mêrparêz hilweşînin û civaka demokratîk a jinparêz ava bikin’ 

Her wiha Remziye Alparslan da zanîn ku weke jinên Kurd di erdnîgariya qedîm a Kurdistanê de, ew her dem formûlên domandina jiyanê bi hev re afirandine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li hember êşên hevpar me her dem xwe ji nû ve ava kir. Me formûlên têrbûna hevpar, hilberîna hevpar û berxwedana hevpar ji reha jiyana komunal girtin. Îro jî tevî hemû polîtîkayên tundiyê em li ser wan rehan bilind dibin. Avakirina jiyana komunal a demokratîk berdewam dike ku bibe yek ji hincetên me yên herî mezin ên têkoşînê. Bi afirîneriyên xwe yên dîrokî û civakî, li ser bingeha jineolojiyê ji nû ve civiyan; li dijî tundiyê bi hêza xweser, îradeya azad û xwebirêxistina jinê, di hest, wate û jiyanê de bi rêxistinkirina komunalîteyê em ê vê xeleka tundiyê bişikînin. Êrîşa pergala mêrparêz a li ser Tevgera Jinên Azad bi polîtîkayên xwe yên dijminên jinan, paşverû, neteweperest, olperest; bi saziyên xwe; bi hemû amûrên teknolojîk, dîjîtal û medyayê, nikare me ji hevdû dûr bi xwe û têkoşîna piştaveniya di navbera me jinan de qût bike. Li ku deverê bin jî, em kujer û hişmendiya wî nas dikin û gavêkê jî paş de naavêjin. Ji bo jiyaneke birûmet, paşerojeke azad û cîhaneke bê tundî, em ê vê 25’ê Mijdarê jî bi hêvî lê bi hêrseke mezin rêxistin bikin. Em hemû jinan vedixwînin ku mal bi mal, kolan bi kolan li qadan bin, heta ku em pergala mêrparêz hilweşînin û civaka demokratîk a jinparêz ava bikin têbikoşin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Etîket: Çalakiyên 25ê MijdarêStenbol çalakiya 25ê Mijdarê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

TJAyê li Deriyê Sînor ê Kapikoyê starta 25ê Mijdarê da

TJAyê li Deriyê Sînor ê Kapikoyê starta 25ê Mijdarê da

8 MIJDAR 2026
TJAyê li Amedê starda 25ê Mijdarê da û banga têkoşînê kir

TJAyê li Amedê starda 25ê Mijdarê da û banga têkoşînê kir

8 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Salvegera darbeya 4ê Mijdarê: Vîna jinên têkoşer têk neçû, bi ser ket

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne