• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cenazeyê Tuncer Saglam ber bi Wanê ve bi rê ket

    Cenazeyê Tuncer Saglam ber bi Wanê ve bi rê ket

    Xizmên Windayan li 5 bajaran li qadan bûn: Winda li ku ne?

    Xizmên Windayan li 5 bajaran li qadan bûn: Winda li ku ne?

    Dayikên Şemiyê: Çi bi serê Alî Tekdag hat?

    Dayikên Şemiyê: Çi bi serê Alî Tekdag hat?

    Heyetê Rayraberdişê Merkezî yê DEM Partî bi hawayêko awarte kom beno

    DEM Partî di Roja Zimanê Lazî de xwest zimanên zikmakî bên misogerkirin

    Girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da

    Girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da

    Rojnameger Haşîm Abak 4 roj in di binçavan de ye

    Rojnameger Haşîm Abak 4 roj in di binçavan de ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cenazeyê Tuncer Saglam ber bi Wanê ve bi rê ket

    Cenazeyê Tuncer Saglam ber bi Wanê ve bi rê ket

    Xizmên Windayan li 5 bajaran li qadan bûn: Winda li ku ne?

    Xizmên Windayan li 5 bajaran li qadan bûn: Winda li ku ne?

    Dayikên Şemiyê: Çi bi serê Alî Tekdag hat?

    Dayikên Şemiyê: Çi bi serê Alî Tekdag hat?

    Heyetê Rayraberdişê Merkezî yê DEM Partî bi hawayêko awarte kom beno

    DEM Partî di Roja Zimanê Lazî de xwest zimanên zikmakî bên misogerkirin

    Girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da

    Girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da

    Rojnameger Haşîm Abak 4 roj in di binçavan de ye

    Rojnameger Haşîm Abak 4 roj in di binçavan de ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên Windayan li 5 bajaran li qadan bûn: Winda li ku ne?

Navenda Nûçeyan / AW

7 MIJDAR 2026 - 13:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê îro li pênc baran weke her hefteyê daketin qadan, pirsa windayan kir û xwestin winda werin dîtin, kujer-faîl bên girtin û cezakirin.

Yek ji birîna herî kûr ku nehatiye dermankirin nedîtina windayan e. Di salên 80yî û 90î de li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran kes di binçavan de hatin windakirin û kuştin. Hê jî bi sedan winda hene ku hestiyên wan nehatine dîtin. Malbat ango Xizmên Windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) her roja Şemiyê li qadan e û dixwazin winda werin dîtin û faîl bên girtin û cezakirin. Vê hefteyê jî Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê li Amed, Êlih, Riha, Colemêrg û Îzmîrê li qadan li aqûbeta windayan pirs kir û xwestin faîl werin girtin û ji berpirsiyara hesab were xwestin.

AMED

Xizmên Windeyan û rêveberên Şaxa ÎHDê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 926yemîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê berdewam kir. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.

Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Alî Tekdag ê ku di 13ê Mijdara 1994an de li Deriyê Çiyê ya Amedê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, hate pirsîn. Di destpêka çalakiyê de çîroka Alî Tekdag ji aliyê Rêveberê ÎHDê Bawer Çîldemîr ve hate xwendin.

Çîldemîr piştî xwendina çîroka windakirina Alî Tekdag, bal kişand ser bêcezatiyê ya li ser kesên hatine windakirin û got ku divê dewlet dev ji polîtîkayên bêcezatiyê berde.

Piştre xwişka Alî Tekdag, Îffet Tekdag jî anî ziman ku heya kujerên birayê wê werin darizandin ew ê li qadan bin.

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Amed

ÊLIH

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHDê ya Êlihê jî di hefteya 762emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ahmet Yetîşen ê ku di 13ê Mijdara 1994an de li navenda Êlihê ji hêla cendermeyan ve hatiye revandin û ji wê roj ve tu agahî jê nehatiye girtin pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê, Xizmên Windayan, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bûn. Girseyê di çalakiyê de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin hildan. Vê hefteyê çîroka windakirina Ahmet Yetîşen ji hêla Rêveberê ÎHDê Alî Karadag ve hate xwendin.

Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Êlih

RIHA

Şaxa ÎHDê Rihayê û Xizmên Windayan di hefteya 87an de çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl werin darizandin” li dar xist. Xizmên Windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parka Novadayê ya Navçeya Halîliyeyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan tev li çalakiyê bûn.

ÎHDê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Sadik û Seyîtxan Ulumaskan ê ku di 4ê Kanûna 1997an de dema ji navçeya Wêranşarê ya Rihayê diçûn Amedê hatibûn windakirin û ji wê rojê ve agahî ji wan nehatiye girtin, pirsîn.

Rêvebera ÎHDê ya Rihayê Demet Aykut çîroka windakirina Sadik û Seyîtxan Ulumaskan xwend.

Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.

Riha

COLEMÊRG

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 252an de ji ber şiliyê li avahiya xwe ya li Kargeha Zagrosê ya Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Hamza Tutan ê ku di 8ê Mijdara 1985an de li navenda Geverê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin û windakirin hate pirsîn.

Daxuyanî ji aliyê rêvebera ÎHDê Evîn Tan Demîrkan ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de banga darizandineke adilane hate kirin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

ÎZMÎR

Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê, ji bo pirsîna aqûbeta windayan û kujer bên cezakirin, li ber Sûmerbanka Kevn a Konakê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Windahî wijdanê te ye, xwedî li wijdanê xwe derkeve” hate vekirin. Çalakiya ku ji du hefteyan carekê pêk tê vê hefteyê li aqûbeta Uzeyîr Kurt ê ku Mijdara 1993yan de hate windakirin, hate pirsîn.

Rêvebera Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê Vetha Aydin di axaftina xwe de destnîşan kir ku aştiyeke civakî ya rastîn tenê gava ku mirov bi êş û binpêkirinên dema borî de hatine kirin re rû bi rû bimîne pêkan e.

Vetha Aydin bal kişand ser wê yekê ku di mercên ku rastî lê dernakeve, edalet nayê dabînkirin û bêcezahiştin dewam dike, parastina mafên mirovan, aştî û demokrasiyeke mayinde nayê avakirin û wiha got: “Bila dawî li înkar û bêcezahiştina ku 33 sal in di doza Uzeyîr Kurt de dewam dike de bê anîn. Uzeyîr Kurt ê bavê 7 zarokan, li gundê Axilî yê navçeya Bismil a Amedê dijiya. Di navbera 23 û 25ê Mijdara 1993an de hêzên ewlehiyê yên ji leşker û gundparêzan pêk dihatin operasyonek li Gundê Axilî li dar xistin. Di tevahiya operasyonê de her maleke gund hate lêgerîn. Hin mal jî hatin şewitandin. 13 gundî hatin binçavkirin. 12 gundiyên di dema operasyonê de hatibûn binçavkirin di 26ê Mijdarê de hatin berdan. Lê belê careke din tu agahî ji Ûzeyîr Kurt nehat girtin.”

Vetha Aydin diyar kir ku hemû hewldanên hiqûqî yên malbata Kurt bêbersiv man û got: “33 sal in di doza Uzeyîr Kurt de înkar û bêcezahiştin berdewam kir. Em careke din desthilatdarî û mercên edliyeyê vedixwînin ku li gorî peywirên hiqûqa navneteweyî tevbigerin.”

Îzmîr

 

Etîket: Şaxên ÎHDêXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

31 COTMEH 2026

Xizmên Windayan û ÎHDê aqûbeta windakiriyan pirsîn

24 COTMEH 2026
Xizmên Windayan aqûbeta Aydemîr, Tosûn, Gumuş, Ozdemîr û Çitak pirsîn

Xizmên Windayan aqûbeta Aydemîr, Tosûn, Gumuş, Ozdemîr û Çitak pirsîn

17 COTMEH 2026
Şaxên ÎHDê: Divê girtiyê nexweş Celal Yildirim tavilê were berdan

Şaxên ÎHDê: Divê girtiyê nexweş Celal Yildirim tavilê were berdan

12 COTMEH 2026
Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

10 COTMEH 2026
Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

3 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne