• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Şemiyê: Çi bi serê Alî Tekdag hat?

    Dayikên Şemiyê: Çi bi serê Alî Tekdag hat?

    Heyetê Rayraberdişê Merkezî yê DEM Partî bi hawayêko awarte kom beno

    DEM Partî di Roja Zimanê Lazî de xwest zimanên zikmakî bên misogerkirin

    Girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da

    Girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da

    Rojnameger Haşîm Abak 4 roj in di binçavan de ye

    Rojnameger Haşîm Abak 4 roj in di binçavan de ye

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 7ê MIJDARA 2026an

    Girtiyê siyasî Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

    Girtiyê siyasî Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayikên Şemiyê: Çi bi serê Alî Tekdag hat?

    Dayikên Şemiyê: Çi bi serê Alî Tekdag hat?

    Heyetê Rayraberdişê Merkezî yê DEM Partî bi hawayêko awarte kom beno

    DEM Partî di Roja Zimanê Lazî de xwest zimanên zikmakî bên misogerkirin

    Girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da

    Girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da

    Rojnameger Haşîm Abak 4 roj in di binçavan de ye

    Rojnameger Haşîm Abak 4 roj in di binçavan de ye

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 7ê MIJDARA 2026an

    Girtiyê siyasî Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

    Girtiyê siyasî Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partî di Roja Zimanê Lazî de xwest zimanên zikmakî bên misogerkirin

Navenda Nûçeyan / AW

7 MIJDAR 2026 - 12:23
Kategorî: ROJANE
A A
DEM Partiyê bi boneya 7ê Mijdarê Roja Zimanê Lazî daxuyaniyek da û anî ziman ku polîtîkayên asîmîlasyonê çand û zimanên herêmê tune dikin û banga parastin, fêrbûn û bikaranîna zimanê Lazî kir.

7ê Mijdarê wekî “Roja Zimanê Lazî” tê pîrozkirin. DEM Partî bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser girîngiya parastina zimanê Lazî û xwest ku zimanên zikmakî di bin misogeriya makeqanûnê de be.

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Lazî ne tenê amûreke ragihandinê ye, di heman demê de xezîneyeke çandî ya bêhempa ye ku dîroka devkî, bîra kolektîf û xwezaya Deryaya Reş di nava xwe de dihewîne.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 7ê Mijdarê di dîroka Lazan de xwedî du wateyên pir girîng e: “Yek di 7ê Mijdara 1929an de yekem rojnameya Lazî Mç’ita Murutsxi (Stêrka Sor) dest bi weşanê kiriye. Ya duyemîn rojbûna hunermendê muzîka Lazî Kazim Koyuncu ye.”

‘Asîmîlasyon mirineke çandî ye’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber polîtîkayên yekparêz û înkarker ên bi salan e tên meşandin, gelek zimanên wekî Lazî, Kurdî, Hemşînî, Çerkesî û Sûryanî ji jiyana civakî hatine qutkirin û li qadên perwerde, zanist û hemû qadên civakî hatine astengkirin. Her wiha hat gotin ku kêmxurtbûna zimanê Lazî ku ji aliyê UNESCOyê ve di nava zimanên bin xetereyê de ye cih digire, ji bo hemû mirovahiyê windahiyeke mezin e.

Daxwazên DEM Partiyê

DEM Partiyê diyar kir ku mafê her gelî ye ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive, bifikire û perwerdehiyê bibîne û daxwazên xwe wiha rêz kirin:

*Lazî û çanda Lazî divê di bin misogeriya makeqanûnê de be.

*Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê bê naskirin.

*Li zanîngehan divê beşên Ziman û Wêjeya Lazî û navendên lêkolînê bên vekirin.

*Astengiyên li pêşiya bikaranîna zimanê Lazî di xizmetên cemawerî, medya û qada çandê de bên rakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de banga piştevaniyê li her kesî hat kirin ku ji bo fêrbûn, axaftin û pêşxistina zimanê Lazî têkoşîn û hevkarî bê mezinkirin.

Etîket: Roja Zimanê LazîZimanê Lazî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne