Ji hilbijartina Cotmeha 2024an ber bi îro ve li Herêma Federe ya Kurdistanê ji ber yekitî di navbera partiyên Kurd de lihevkirinek nabe, hikûmet nayê avakirin. Bêyî YNKê avakirina hikûmetê li herêmê metirsiya dubendîbûn û perçebûnê zêde dike. Daxwaza hikûmeta navendî û komkirina erkan a PDKê dike ku perçebûn kûrtir bibe û herêmê ji mudaxileyên derve re vekirî bihêle. PDK erkê û hikûmeteke navendî dixwaze lê YNK dixwaze ku raye belavî parêzgeh û rêveberiyên herêmî bibe.
Di Cotmeha sala 2024an de hilbijartinên parlamentoyê hatin lidarxistin û PDK 39 kursî, YNKÊ 23 kursî û Tevgera Nifşê Nû jî 15 kursî bi dest xist. Ji bo kombûn û belavkirina rayeyan pêdivî ji sedî 50 û zêde 1 parlamenteran heye. Ji bo avakirina hikûmetê ev hejmar dike ku lihevkirinek di navbera aliyan de hebe. PDK dixwaze piraniyan kursiyên wezîran û giranî erk di destê wan de be, YNK dixwaze erkên îdare, ewlehî bandorê li ser jiyanê dikin belavî rêveberiyên herêmî bibin û ev nîqaş her carê piştî hilbijartinê neyên rojeva wan. Aloziya heyî û hejmara kursiyan ji bo avakirina hikûmetê lihevkirinê ferz dike. Herwiha krîza heyî ji bo Dadgeha Bilind a Federal jî cihê nîqaşê ye.
Parlamento ji sedî 50 zêde yek kursî anku 51 kursiyan li hev dicive û PDKê kir ku di 4ê Mijarê de bi tevlibûna 53 nûneran civîn hat lidarxistin. Di vê rûniştinê de Vala Ferîd wekî Serokê Herêma Kurdistanê, Ramî Nûrî wekî Cîgirê Serokê Parlamentoyê û Muna Qehweçî wekî Sekreterê Parlamentoyê hatin hilbijartin. YNK û hin aliyên din vê rûniştinê boykot kirin û encamên wê qebûl nekirin.
YNK: Hikûmet têk çûye
Serokê YNKê Bafil Talabanî di daxuyaniya xwe ya 5ê Mijdarê de got ku tevî gelek danûstandinan jî bi PDKê re lihevkirin pêk nehat û got: “Ev hikûmet têk çûye. Ji ber vê yekê biryara me ew e ku em ji hikûmetê vekişin. Em vê civînê nas nakin.”
Talabanî her wiha hişyarî da ku heke PDKê tayînkirinên yekalî bike, YNK jî dê li Silêmaniyê ji bo erkên wekî serokkomar, serokwezîr û wezîran, biryarên xwe bide. Ev daxuyanî metirsiya avakirina du rêveberiyên cuda zêde kir.
Yekitî çima ava nabe
Bingeha krîzê nakokiyên demdirêj ên li ser parvekirina desthilatê, rêveberiya saziyên herêmê û kontrola hêzên ewlehiyê ye. Di hilbijartinên Cotmeha 2024an de PDKê 39, YNKê jî 23 kursî bi dest xistin. Lê her du partî li ser parvekirina wezaretxaneyan û kursiyên sereke yên hikûmetê li hev nekirin. Ji ber vê yekê, tevî ku zêdetirî du sal derbas bûn, kabîneya dehan a hikûmetê, nehatiye avakirin û hikûmeta Mesrûr Barzanî ya berê li ser kar maye.
Herwiha Herêma Kurdistanê di pratîkê de ji salên 1990î ve di navbera du herêmên bandora PDK û YNKê de hatiye dabeşkirin. PDK li Hewlêr û Dihokê, YNK jî li Silêmanî û Helebce xwedî bandoreke sereke ye. Hêzên ewlehiyê, îstixbarat û saziyên îdarî jî bi tevahî nehatine yekgirtin.
Pêşniyara YNKê û helwesta PDKê
Li gorî YNKê divê beşek mezin a desthilatên îdarî û darayî bikeve destê parêzgeh û rêveberiyên herêmî. Li gorî vê modelê, herêm dê xwedî desthilatên xwe yên rêveberiyê be û biryarên rojane dê li herêmên cuda bên girtin. Ev pêşniyar dikare dabeşbûna heyî fermî bike û piştî her hilbijartinê ev mijar neyê rojevê. PDK li dijî vê modelê ye û dixwaze hikûmetek navendî hebe, yekgirtî be û hemû erk di destê vê rêveberiyê de bin.
Perçebûn metirsiyan zêde dike
Krîza siyasî bandorê li jiyana rojane ya gel jî dike. Pirsgirêkên mûçeyan, budçeya herêmê, dahata petrolê û nakokiyên bi Bexdayê re di nav pirsgirêkên sereke de ne. Nebûna rêveberiyeke yekgirtî, çareserkirina van pirsgirêkan jî zehmettir dike.
Li aliyê din dabeşbûna siyasî dikare rê li ber zêdebûna bandora neyînî ya Tirkiye, Îran û Bexdayê veke. Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack li Bexdayê di 5ê Mijdarê de hevdîtinek pêk anî û got ku tu welat nikare pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi tena serê xwe çareser bike û da zanîn ku pêdivî bi hevkariya welatên herêmê heye.
Li gorî xala 119em a Destûra Iraqê, avakirina herêmeke federal a nû bi referandumê gengaz e. Lê ji ber ku Herêma Kurdistanê jixwe wekî herêmeke federal hatiye nasîn, veqetîna parêzgehekê ji wê dikare bibe mijara nîqaşên cidî yên destûrî.
Niha nakokî di navbera PDK û YNKê de tenê li ser avakirina hikûmeta nû ne, di heman demê de ev li ser şêwaza rêveberiya Kurdistanê û pêşeroja saziyên hevpar in. Ger her du partî li ser yekîtiya rêveberiyê li hev nekin, îhtîmala ku dabeşbûna heyî bibe dabeşbûneke fermî û erdnîgarî dê zêde bibe.













