Colemêrg – Zekî Çiftçî yê ji TEDAŞê teqawid bûye li navenda Colemêrgê dest bi karê serayê kir. Zekî Çîftçî bi keda destê xwe zerzewatên cur bi cur yên wekî bacansork, bacanreşk, xiyar, bexdenûs, roka, pîvaz hwd. diçîne hem sûdê jê digire hem jî pê debara xwe dike.
Hêrema Colemêrgê bi zivistanên xwe yên dirêj, sermaya giran û erdnigariya çiyayî li gorî herêmên din ji bo jiyan û çandiniyê hêj zehmettir e. Şert û mercên dijwar li gel xwe têkoşîneke jiyanî jî ava dike. Welatiyên li herêmê dijîn jiyan û debara xwe li gorî şert û mercên heyî ava dikin, li hemberî zehmetiyan çareseriyên nûjen diafirînin.
Karmendê teqawidbûyî Zekî Çîftçî piştî bi dehan salên xizmeta fermî, li taxa Merzanê ya navenda Colemêrgê dest bi karê serayê kir. Zekî Çîftçî di seraya xwe de çandiniya zerzewatên cur bi cur yên xwezayî dike, berhemên serayê hem debara xwe dike hem sebra xwe pê tîne.
Hezkirina axê û çandinî
Zekî Çîftçî bi salên dirêj di saziyên fermî de xebat kir û ji TEDAŞê teqawid bû. Zekî Çîftçî destnîşan kir ew piştî teqawidbûnê xwestiye di serayê de çandîniyê bike û got: “Ev du sal in ez karê serayê dikim. Ez bi armanca bazirganiyê bikim, nîzî vî karî nebûm. Min xwest bi karê çandiniyê ve mijûl bibim. Hewayê me yê Colemêrgê sar e, min jî serlêdan ji Gerînendetiya Çandinî ya Bajêr kir û min seraya xwe danî. Zerzewatên di serayê çêbûn îsal zêde bûn. Me hem têra xwe ji berhemên serayê xwarin hem da cînaran û hem jî firotin zerzewatfiroşan.”
‘Karê sera xwezayî ye, bêyî derman û horman jî tê kirin’
Bi domdarî Zekî Çîftçî da zanîn ku ew di seraya xwe de bi taybetî zerzewatên wekî bacansork, bacanreşk, xiyar û îsot diçîne û derbarê feydeyên serayê de ev tişt gotin: “Cihê seraya min biçûk e, ji ber vê ez taybetî bacan, xiyar û îsotan diçînim. Zerzewatên belav dibin yên wekî bexdenûs, kundir û gûndoran jî kêm diçînim; ew gelek cîh digirin. Di şertên hewayê Colemêrgê de çandinî meha Hezîranê destpê dike, ji ber ku cihê me sar û bilind e. Lê belê çandina serayê, meha Adarê dest pê dikê û tu meha Hezîranê berhemên wê dixwî. Gelê me xelet nêzîk karê serayê dibe. Li gorî gel berhemên serayê, bi dermanan çêdibe û bi hormonî ne; lê ne wisa ye. Axa Merzanê qelew nîne, ji ber vê em biharê û payîzê peyîna sewalan dikin nav axê ku qelew bibe.”
Fêdeyên serayê
Zekî Çîftçî derbarê pêkanîna karê rêbaza serayê de diyar kir ku ew zerzewatên zêde ji bo zivistanê radikin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Naylona serayê ji naylonên din cudatir e, stûr e. Taybetî ji bo serayan hatine çêkirin. Naylona wê qahîm e û wexta berf an baran dibare serayê diparêze. Colemêrgê roj ve germ e û şevan jî sar e. Ji ber vê hevsengiyê, hewa xerab dibe, lewma zerzerwat jî xerab dibin. Lê serayê ev tişt tune. Zerzewatên vî demî ji yên dema zivistanê bi tamtir in. Me ji bo zivistanê bi zerzewatan 40-50 şûşeyên melemenê çêkirine û em zivistanê wan dixwin.”
‘Divê gelê me hewcedarê derve nebe’
Di dawiya axaftina xwe de Zekî Çîftçî ji ber fêde û dahata xwe, danîna serayan pêşniyarî şêniyên li Colemêrgê kir ku gelê herêmê hewcedariya derve neke û wiha derbirî: “Ev kar, karekî gelek baş e. Gelê me hêj hîn nebûye. Hem bi çandinê ve mijûl dibe hem zerzewatê xwe têra xwe dixwe, hem jî cînar û malbat jê dixwe. Ez dixwazim yên ku cîh hebin ji bo xwe serayê danin. Heke dê zerzewat ji Antalya û Îranê bê, bila li vir, di serayê de zêde bibin û Colemêrg mihtacê derve nebe. Kooperatîfek ava bikin û zerzewatê serayan belav bikin manavan, baştir e. Hem dê lêçûnên vê kêmtir bibe hem jî dê gelê me ji bo xwe dahatekê bi dest bixe. Niha çandin qediya, ez ê vir paqij bikim, bikolim û zivistanê ez ê pîvazan biçînim. Hem bo xwe hem bo gelê xwe û hem jî bo manavan.”












