Dayikên Aştiyê û cangoriyên têkoşîna azadiyê ku li Amedê tev li merasîma bîranîna şehîdan bûn diyar kirin ku ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
Di rojên dawîn de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê mewlûd û merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Bi sedan malbatên şehîdan û welatî li Amedê jî tev li merasîmê bûn. Dayikên Aştiyê û dayikên cangoriyên têkoşîna azadiyê ku tev li bîranîna zarokên xwe bûn, girêdana xwe ya bi cangoriyan re anîn ziman û gotin ji bo ku êdî tu dayik rondikan nebarîne divê dewlet ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gavên şênber biavêje. Her wiha dayikan got ku ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
‘Em dixwazin biçin cem Serokatî’
Dayika Aştiyê Meryeme Tura anî ziman ku ew wek Dayikên Aştiyê dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê pêk bînin û wiha got: “Em ser navê dayikên aştiye dixwazin biçin cem Serokatî hevdîtin bikin. Ji bo girtiyan gav nayê avêtin ew qas girtiyên nexweş hene, divê bêne berdan. Pevajo heya niha jî hatiye lê dibêjin ‘terorsuz Tirkiye’ ev gotin nayê qebûlkirin û divê bêjin ‘civaka biratî’.”

‘Heya aştî pêk were em ê li qadan bin’
Nazîme Ozer jî diyar kir ku ew dixwazin aştî pêk were û got: “Em bi Serokê xwe bawerin ku em ê aştiyê bibînin. Heya îro çiqas zor û zehmetî derketin pêşiya me jî, me serê xwe natewand û me dest ji heqîqetê berneda. Em ji bo siberojeke bi rûmet li ser vê rêyê ne. Heta ku aştî li ser vê axê pêk neyê, lingê me dê ji qadan kêm nebe.”

‘Aştiya bi rûmet ji her tiştî mezintir e’
Saygi Yanliş jî bi lêv kir ku çavê wan li aştiyê ye û li berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û wiha axivî: “Em ê heya dawiya dilopa xwîna xwe vê tekoşînê bidin. Em bawerin ku dê aştî pêk bê. Di dilê her dayikekê de agirê bîranînan û êşek heye, lê hêviya me ya ji bo aştiyê ji hemû tiştî mezintir e.

‘Bila qêrîna dayîkên aştiyê bigehe hemû aliyan’
Zehra Gulpinar jî da zanîn ku ew ne tenê ji bo zarokên xwe ji bo siberoja vî welatî dengê xwe derdixinîn û ev yek anî ziman: “Me bi salan e bi heqîqet û bi hezkirinê ev rê meşand. Em naxwazin tu dayikek din li ser gora zarokê xwe rondikan bibarîne. Bila ev qêrîna me bigihêje hemû aliyan, çareseriya aştiyane li ser vê axê mafê me yê herî bingehîn e.”

‘Hikûmet di gavên şênber de dereng dimîne’
Muşeher Ulker jî anî ziman ku ku divê hikûmet êdî destê xwe deyne ser wijdanê xwe û wiha got: “Bi salan e me bi êş û kedê jiyan kir lê daxwaza me ya herî mezin aştî û biratî ye. Ji bo vê pêvajoyê bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe; bila hikûmet û hemû alî gavên şênber biavêjin. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin ku zarokên me di nava azadiyê de bijîn.”

‘Divê Serok û girtiyên me bên berdan’
Menîce Yenî jî bal kişand ser rewşa girtiyan û wiha got: “Heya Serok û girtiyên me azad nebin, em azad nabin. Pêvajo hêdî bi rê ve diçe lê em bi Serokê xwe bawer in. Gotina Serokê me gotina me ye. Em bi saya serê şehîdên xwe hatine vê astê û em şopdarê wan in. Em ê heya dawiyê jî li pey şopa wan bin.”













