Bedlîs – Egîd Akgun ê di 4ê Tebaxa 2015an de tev li refên gerîla bû, di 20ê Adara 2025an de şehîd ket. Egîd di tevahiya jiyana xwe de aştiya gelan parast, di vê oxirê de berê xwe da nav refên gerîla û jiyana xwe bi daxwaza aştî û azadiyê honand.
Ji şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê Egîd Akgun (Sefqan Garzan) li navçeya Tetwan a Bedlîsê, di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Malbata wî Egînd Akgun ji destpêkê ve di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cih digire. Xizmê wî Xalit Reûf Akbay di 16ê Nîsana 1985an de li Duhokê, apê wî Şoreş Tetwan (Ferhat Akgun) di sala 2019an de li herêma medyayê şehîd bûn. Bavê wî di destpêka salên 1990î de hate girtin, ji ber zextan malbat neçar ma ku koçî Îzmîrê bike. Egîd, zarokatî û ciwantiya xwe li Îzmîrê derbas kir, piştî dibistana amadehiyê ji bo zanîngehê çû Manîsayê, li wir li gel ciwanên welatparêz tev li xebatên şoreşê bû, bi xwendina parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di felsefeya azadiyê de kûr bû û di xebatên ciwanan bû. Piştî sê salên li Manîsayê, xwendina xwe ya beşa Endezyariya Kîmyayê li Wanê bi dawî kir û mezûn bû.
Li Wanê bi awayekî çalak tev li xebatan bû û di 4ê Tebaxa 2015an de tev li refên gerîla bû. Egît, di 20ê Adara 2025an de di encama êrişekê de li qadên medyayê tev li karwanê şehîdan bû.
Dayîk Fatma Akgun derbarê kesayet û sekna kurê xwe Egîd Akgun kir û da zanîn ku ew zarokekî taybet bû. Fatma Akgun diyar kir ku hevalên Egîd ên Tirk jî pir bûne û wiha got: “Hevalekî wî yê Tirk hebû, her duyan gelekî ji hev hez dikir. Heta zanîngehê bi hev re xwendin, paşê ji hev veqetiyan. Hevalê lawê min ê Tirk û bavê wî Ulkucu bûn û kêfa wan ji Kurdan re nedihat heta ku Egîd nas kirin. Egît digot, bavê hevalê wî ew li ber derî pêşwazî, dikir, destê xwe li ser sînga xwe dida, digot ‘Xwedê kirî min tu nas kirî, min bi saya te Kurd nas kirin’.”
‘Tevlibûna Egîd gelek bandor li ser hevalên wî kir’
Fatma Akgun da zanîn ku hevalên Egîd gelekî ji wî hez dikirin û bilêv kir ku tevlibûna Egîd li ser hevalên wî gelekî bandor kir. Fatma Akgun anî ziman ku dilê hevalên Egîd gelekî li du wî bû û axaftina xwe wiha domand: “Hevalekî Egîd hebû navê wî Kaan bû. Rojekê li ber derê malê re derbas bû, min gazî kir û got li Medyayê Egît diaxive, were guhdar bike. Hat ser çokên xwe rûnişt, heta ku bername xilas bû li wir ma, hinekî jî girî. Got, ‘Dayê, Egîd ji min re îxanet kir. Me gelekî ji hev hez dikir.’ Min jî bersiv da û got; ‘Na kurê min, îxanet nekiriye, tiştekî wisa nîn e’.”
Zarokekî bi rûmet, bi xwendin û têkoşer bû
Li ser biryarbûn, tevlibûn û têkoşîna Egîd, dayik Fatma Akgun ev tişt gotin: “Sefqan zilm û heqeretê qet qebûl nedikir û li dijî kesî jî zilmkar nebû. Zarokekî pir bi rêz û xwedî pîvan bû. Bavê wî di salên 90î de ket girtîgehê û piştre ji ber zextên dewletê, em neçar man ku koçî Îzmîrê bikin. Sefqan zarokatî û ciwaniya xwe li wir derbas kir, li wir dibistan xwend û di nava hevalên xwe de her tim dihat hezkirin.”
‘Egîd biryara xwe dabû’
Fatma Akgun di berdewamiya axaftina xwe de behsa axaftineke di navbera xwe û kurê xwe de kir û ev yek wiha anî ziman: “Rojekê hat û min jê re got ‘Kurê min, daxwaza min ew e ku tu dilê min neşewitînî.’ Lê wî berê xwe da min û got ‘Dayê, tu dizanî hinek ji Kurdên me dibêjin, Lêxe gerîla lêxe, Kurdistanê ava bike, lê ji mala min dûr be.’ Min jê re got ‘Kurê min, em ne ji wan malbatan in, tu dizanî, em tiştekî wisa nabêjin.’ Lê wî biryara xwe dabû û çû.”
‘Min têr maçî kir û çû’
Fatma Akgun da zanin ku Egîd ji bo xwendina zanîngehê çû Manîsayê, li wir sê salan xwend û diyar kir ku di wan salan de tev li xebatên ciwanan bû, parêznameyên Abdullah Ocalan xwend in û di felsefeya azadiyê de kûr bû. Fatma Akgun wiha pê de çû: “Piştre xwendina xwe li Zanîngeha Wanê di beşa Endezyariya Kîmyayê de berdewam kir û bi serketî mezûn bû. Rojekê li ser paşîva Meha Remezanê biryara xwe ya tevlibûnê ji me re got. Her çend bavê wî jê re digot ku bi qelema xwe têkoşîna xwe bike jî, wî biryara xwe dabû. Me jî jê re got oxira te ya xêrê be, tu emanetê Xwedê bî. Roja ku diçe jî bi awayekî pir germ xatir ji me xwest, min têr maçî kir û çû.”
Bila keda zarokên me vala neçe
Di dawiya axaftina xwe de Fatma Akgun wiha ev tişt gotin: “Sefqan di 4ê Tebaxa 2015an de tev li refên gerîla bû. Piştî 10 salan, di 20ê Adara 2025an de şehadeta wî gihişt me. Cenazeyê wî ji aliyê hevalên wî ve hat veşartin. Em bi keda zarokên xwe serbilind in û şopdarê xeta wan in. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku keda zarokên me vala neçe û li vî welatî aştiyeke birûmet pêk bê.”












