• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

    Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

    Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

    Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

    Erdogan û Bahçelî do bêrê têhet

    Erdogan û Bahçelî civiyan

    DEM Partî: Di vê budçeyê de aştî û edalet tune ye

    DEM Partî: Di vê budçeyê de aştî û edalet tune ye

    Li Amedê 9emîn Sempozyûma Aborî Siyaset û Rêveberiyê ya Navneteweyî dest pê kir

    Li Amedê 9emîn Sempozyûma Aborî Siyaset û Rêveberiyê ya Navneteweyî dest pê kir

    Karkerên înşaata Nexweşxaneya Bajêr a Amedê carek din dest bi çalakiyê kir

    Karkerên înşaata Nexweşxaneya Bajêr a Amedê carek din dest bi çalakiyê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

    Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

    Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

    Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

    Erdogan û Bahçelî do bêrê têhet

    Erdogan û Bahçelî civiyan

    DEM Partî: Di vê budçeyê de aştî û edalet tune ye

    DEM Partî: Di vê budçeyê de aştî û edalet tune ye

    Li Amedê 9emîn Sempozyûma Aborî Siyaset û Rêveberiyê ya Navneteweyî dest pê kir

    Li Amedê 9emîn Sempozyûma Aborî Siyaset û Rêveberiyê ya Navneteweyî dest pê kir

    Karkerên înşaata Nexweşxaneya Bajêr a Amedê carek din dest bi çalakiyê kir

    Karkerên înşaata Nexweşxaneya Bajêr a Amedê carek din dest bi çalakiyê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partî: Di vê budçeyê de aştî û edalet tune ye

Enqere / AW

27 COTMEH 2026 - 13:55
Kategorî: ROJANE
A A
Parlamentra DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş ku di hevdîtinên budçeye de axivî, bi lêv kir ku di budçeyê de aştî û edalet tune ye û berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî ji Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz pirsî “Çima di vê budçeyê de li ser aştiyê tiştek tune ye?”

Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê ji bo hevdîtina pêşniyar qanûna budçeya giştî ya sala 2027an û qanûna Rêveberiya Navendî ya sala 2025an civiya. Parlamenterê Samsûnê yê AKPê Mehmet Muş komîsyonê rêve bir. Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz jî tev li civînê bû. Cevdet Yilmaz dê pêşniyar û pirsên parlamenteran bibersivîne. Di civîna Îro de li ser budçeya giştî û rapora sayiştayê nirxandin bên kirin. Komîsyona plan û budçeyê bi giştî 31 endaman pêk tê. Ji van 15 jê AKPê, Yenî Partî 5, DEM Partî 3, CHPê 3, MHPê 3, ÎYÎ Partî 2 û Koma Yenî Yolê jî 1 endam e.

Endamê Komîsyona Plan û Budçeyê yê DEM Partî ku li ser budçeyê axivî, anî ziman ku divê Komîsyona Jêbirîna Hesaban (Hesap kesim komisyonu) bê avakirin û wiha got: “Bi avakirina vê komîsyonê re hem cîddiyeta kontrolkirinê derdikeve holê û hem jî cîddiyeta meclisê dibe. Ji bo şefafbûnê û demokratîkbûyînê avakirina vê komîsyonê girîng e. Ji bo lêçûnên rêveberiyê ji aliyê meclisê ve baş bên kontrolkirin avakirina vê komîsyonê ji bo me hemûyan û îtîbara meclisê girîng e.”

‘Ev budçe ne li gor pêvajoyê ye’

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş jî li ser budçeya sala 2027an bi lêv kir ku ew budçeya sala nû jî xizmetî karker, kedkar, ciwan û jinan nake û ev tişt anî ziman: “Ew budçe weke sifreyekê ye. Divê kî li ser sifre rûniştiyê û kî li ser peyan sekiniye nîşan dide. Ew budçe bi awayekî şênber nîşan dide ku desthilat çawa ji civakê dinêre. Di budçeyê de qala xizaniyê qet nayê kirin. Dewleta civakî û demokratîk hatiye ji bîr kirin. Barê bacê danîne ser milê welatiyan. Budçeyeke din pêkan e. Divê muçeya taqawîdan bê zêdekirin. Mûçeya asgarî were zêdekirin. Bac li gor karkeran bên nûkirin. Li dijî tundiya li ser jinan çavkanî bên veqetandin. Ji nû ve vegerin peymana Stenbolê. Ji bo jinên kedkarên malê ne di budçeye de ji bo wan prîm bên veqetandin. Li her taxê kreşên bê pere bên vekirin. Li dijî xizaniya zarokan dahata bingehîn bê mîsogerkirin, deynê cotkaran bê jêbirin, ji ciwanan re înternet û çûn û hatin divê bê pere be, projeya Kanal Stenbol bê betalkirin. Desteyeke Baweriye ku hemû bawerî tên temsîlkirin bila bê avakirin. Di nava herêman de bêedaletiyeke mezin heye û ew jî pêşiya aştiyê asteng e. Edaleta di navbera herêman de ne lutufek e. Divê budçe li gor pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîkbûnê be. Lê ew budçe ne li gor pêvajoyê ye. Di vê budçeyê de aştî û edalet tune ye. Ew nayê qebûlkirin. Heke bersiveke wê hebe ji me re jî bibêjin.”

‘Çima di vê budçeyê de li ser aştiyê tiştek tune ye?’

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî diyar kir ku hevdîtinên budçeye di serdemeke nelirtiya fonan de pêk tê û wiha got: “Xizaniyeke mezin heye. Yên xizan ji gelek mafan bêparhatine hiştin. Ji bo wê jî budçe ji bo me rûmeta mirovahiyê ye. Heke mirovek nikare li gor mafê rûmeta mirovahiyê ye bijî û mafên mirovan sûde bigire em qala çi bikin. Xizanî pirsgirêka bingehîn a vî welatiye. Lê di vê budçeyê de xizan tune ne, jin û ciwan tune ne. Ew budçe budçeya sermayedaran e. Birêz Cîgirê Serokkomar çima di vê budçeyê de li ser aştiyê tiştek tune ye? Ji me re budçeyeke ku bereketa vî welatî pêk bîne hewce ye, ji me re vîzyoneke ku xizaniyê bi dawî bike heye. Lê di vê budçeyê de vîzyoneke wisa tune ye. Budçeya sala 2027an bersiveke nade pirsgirêka civakê. Em budçeya gel di vir de nabînin. Heta ew budçe bibe budçeya gel em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Etîket: Butçekomîsyona butçeyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Heke di gotinê de aştî hebe divê di budçeyê de jî aştî hebe’

‘Heke di gotinê de aştî hebe divê di budçeyê de jî aştî hebe’

19 COTMEH 2026
Serhat Kiliç: Divê gel budçeyê diyar bike

Serhat Kiliç: Divê gel budçeyê diyar bike

19 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qeyim dê xaniyên welatiyan hilweşîne: Veguherîn bi zilmê nabe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne