Hikûmeta Iraqê derbarê entegrasyona hêzên YBŞ û YJŞê ya li gel dezgehên ewlehiyê yên Iraqê de daxuyaniyek da û wiha got: “Zarokên Şengalê rola wan di parastina Iraq û Şengalê de heye û li hemberî teror û tundrewiyê berxwedan kirine, lewma hikûmeta federal berpirsiyariya xwe ya parastina tevahiya mafên şêniyên Êzidî teqez dike.”
Berdevkê Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Sebah al-Numan, naveroka ragihandina hikûmeta Iraqê ya derbarê pêvajoya entegrasyona Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ya li gel dezgehên ewlehiyê yên Iraqê belav kir ku biryare îro li Çiyayê Şengalê bi daxuyaniyeke hevpar ev rêkeftin were ragihandin.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi pêşengtiya Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê birêz Elî Zeydî, îro merasîma fermî ya birîna peywendiya leşkerî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û entegrasyona wan a li gel hêzên ewlehiyê yên Iraqê, her wiha veguhastina berpirsiyariya ewlehiya Çiyayê Şengalê ji bo desthilatdariya aliyên federal bi rê ve diçe.
Ev pêngav di çarçoveya rêkxistina çekan a di destê dewletê de ye ku hikûmeta Iraqê biryar li ser daye û di bername û wezaretên xwe de cih kiriye. Her wiha wekî destkeftiyeke niştimanî tê hejmarkirin ku dibe bingehek ji bo qonaxeke nû di berpirsiyariya ewlehiya navçeya Şengalê de. Di vê çarçoveyê de hikûmeta Iraqê wan qurbanîdanên mezin û bêhempa yên ku pêkhateya Êzidî di parastina Iraqê bi giştî û navçeya Şengalê bi taybetî de li hemberî teror û projeya tundrewiyê nîşan dane, bilind dinirxîne.
Ev pêngav girêdanbûna zarokên pêkhateya Êzidî bi pîvanên niştimanî re teqez dike. Li ser vê bingehê, destûra Iraqê rê li ber her çalakiyeke li derveyî çarçoveya yasayî digire; her wiha ev peyam radigihîne ku hilgirtina çekan ne armanc e, belku amûreke ji bo parastina li niştiman li gorî pîvanên yasayî û destûrî, her wiha girêdanbûna bi biryarên desthilatdariya federal re pêngaveke ber bi bihêzkirina desthilatdariya dewletê, xurtkirina biryara niştimanî û hêza saziyên dewletê ya ji bo bicihkirina girêdayîna destûrî û qanûnên dadweriyê ye.
Hikûmeta federal berpirsiyariya xwe ya temam a ji bo parastina mafên şêniyên Êzidî teqez dike; bi taybetî ji bo wan kesên ku di şerê terorê de li ber xwe dane û rûbirûyî neheqiyan bûne, di vê rêyê de qurbaniyên mezin ji şehîd, birîndar, revandina malbatan û koçberbiyê dane. Her wiha girêdanbûna xwe ya ji bo tezmînata malbatên qurbaniyan, ziyanên ji encamên êrişên terorîstî û jinûve avakirina navçeya Şengalê dubare dike.”













