Riha – Di doza revandin û destdirêjiyê ya ku li Sêwregê qewimî de, rastiyên pergala darazê careke din derketin holê. Parêzera dozê Gul Fehîme Bînîcî diyar ki ku di rûniştina dozê de parêzerên faîlan û dadger pirsên travmatîk ji mexdûrê kirine û xwestine bi nêzîkatiyên siyasî dozê vala derxînin. Aktivîsta TJAyê Başak Saridal jî bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û anî ziman ku pergal bi rêya cerdevan û hiqûqa xwe van sûcan meşrû dike.
Li gundekî navçeya Sêwregê ya Rihayê, jinek ciwan di 16ê Hezîranê de dema li ber deriyê mala xwe bû, ji aliyê komekê ve bi zorê xistin wesayîtê û hate revandin. Malbata mexdûrê serî li qereqola cendermeyan da û navên kesên ku tev li bûyerê bûne gilî kir. Mexdûra bûyerê di 17ê Hezîranê de di encama hewldanên malbata xwe de hat dîtin û dabû zanîn ku di dema ew hatiye revandin zext lê hatiye kirin û bi tecawizê re rû bi rû ma. Mexdûra bûyerê giliyê bûyerê kir. Di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyerê de hatibû destpêkirin de di dîrokên cuda de faîlên bi navê; Arif Susen, Fatma Susen, Halil Susen, Mehmet Susen, Şahin Susen, Şehmus Susen û zarokek hatin girtin.
Adnan Menderes Susen, İzzettin Susen, Mustafa Susen û Şemse Susen jî di îdianameyê de wek gumanbar cih digirin. Danişîna yekemîn a dozê di 16ê Cotmehê de li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêwregê hate lidarxistin. Lê ji ber ku îfadeyên hemû şahid û bersûcan bi dawî nebû, navber dabûn danişînê û 19ê Cotmeha 2026an danaşîn pêk hat. Nûnerên rêxistinên sivîl û siyasî danişînê şopandin. Serokê dadgehê daxwaza şahidên ku dixwestin bi Kurdî îfade bidin red kir û ew neçarî axaftina bi Tirkî kirin û daxwaza tevlibûna dozê ya baro û rêxistinên mafên mirovan hat redkirin û tenê daxwaza Wezareta Malbatê hat qebûlkirin.
Her wiha parêzerên faîlan meşrûkirina sûc, xêzên kesk, sor û zer ên li ser milê ev jina mexdûr kirin hincet. Parêzerê faîlan Murat Toprak jî bi pirsyarkirina “Çima întîhar nekir?” êrişeke derûnî anî ziman. Her wiha parêzerê cerdevanê bi Şahîn Susen jî îdia kir ku kiryarên muwekîlê wî di çarçoveya “xebatên pîşeyî” de ne. Ev bûyer bû sedema gelek nerazîbûn û bertekên jinan û raya giştî.
Her dawî Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ev bûyer anî rojeva Meclisê û bertek nîşan da û diyar kir ku dê şopdarê vê bûyerê bin. Parêzera dozê Gul Fehîme Bînîcî û û aktivîsta TJAyê Başak Saridal derbarê bûyerê de ji ajansa me re axivîn.
‘Li dadgehê pirsên travmatîk hatin kirin’
Parêzer Gul Fehîme Bînîcî destnîşan kir ku di îdianameyê de tevî ku tawanbarî eşkere bû jî, sekna dadgehê û parêzerên faîlan cihê fikarê bû û hûrgiliyên destpêka bûyerê û pêvajoya lêpirsînê bi van gotinan anî ziman: “Di meha Hezîranê de li ber çavên keçikê çek kişandin, ew revandin û du rojan agahî jê nehat girtin. Kesên keçik revandine gundiyên wan û cîranên wan in. Gotin ‘Me du-sê caran xwest, bavê neda, lê keçikê ji kurê me hez dikir lewma me revand’. Lê li gorî beyana muwekîla me û malbata wê; tiştekî wisa nîn e. Dema miwekîla min tê revandin, pêşî birine mala cerdevanekî ku nasê wan e. Li wê derê cerdevan gotiye, ‘Ev keçik dê bipeyve an jî kesên din dê bibîhizin ku hatiye mala me’, ji ber ku cerdevaniya wî nekeve xeteriyê, keçik rakirine û birine xaniyekî din. Vê yekê çar-pênc kesan bi hev re kiriye. Wê şevê dest û lingên keçikê girê dane, lawikekî 17 salî xistine odaya wê û destdirêjî li keçikê hatiye kirin. Sibêhê dema ku bavê wê li du ketiye û bi şiklekî xwe gihandiye keça xwe. Bavê keçikê bi çekan tê û vê demê jî kesên ku keçik revandine direvin. Du re cendirme hatine û îfade girtine, bi vî rengî lêpirsîn dest pê kiriye û îdianame hatiye amadekirin.”

‘Hewl didin her tiştî berovajî bikin’
Gul Fehîme Bînîcî diyar kir ku di dema rûniştina danaşînê de pirsên pir giran û derveyî pîvanên hiqûqî ji miwekîla hatine pirsîn û wiha axivî: “Îdianame ne xirab bû, navê gelek kesan û tiştên hatine serê miwekîla min tê de hebûn. Lê sekna dadger û endamên dadgehê pirsgirêk bû. Pirsên ku ji miwekîla min dihatin kirin sê-çar caran hatin dubarekirin û ev yek ji bo wê bû rewşeke travmatîk. Parêzerên faîlan û dadger pirsên wekî ‘Te çima xwe nekuşt, te çima zirar neda canê xwe?’ pirsîn. Miwekîlê got, ‘Min li wê derê şûşeyên vala yên dermanên çandiniyê dîtin, min xwest ez wan bixwim da ku min bibin nexweşxaneyê û ez bikaribim vê bûyera revandinê bidim bihîstin’. Lê wan ev yek jî berevajî kir û gotin, ‘Di hundir de qedehên cam tune bûn ku te bi wan zirar bida xwe?’ Ji bilî vê, dema bazinên bi rengên kesk, sor û zer di destê keçikê de dîtin, gotin ev ‘rengê terorê ye’. Parêzerên faîlan ji me re gotin, ‘Hûn dikarin xwedî li terorê derkevin’. Armanca wan ew bû ku li cem dadger têgihîştineke bi vî rengî çêbikin û beraetê bidin wan, ji ber ku yek ji wan bi xwe jî cerdevan bû. Vê yekê rewa dibînin, di nav pergala dewletê de ne, cerdevan in û dibêjin ‘Em dikarin her tiştî bikin, kes nikare me ceza bike’.”
Banga beşdariya li danişîna duyemîn
Gul Fehîme Bînîcî herî dawî bang li hemû jinan û raya giştî kir û destnîşan kir ku rûniştina duyemîn a dozê dê di 18ê Kanûna 2026an de bê lidarxistin û ji ber wê divê parêzer û hemû jin û gel tev li bibin û vê bûyerê bişopînin.
‘Pergala feodal û mêrsalar sûcan meşrû dike’
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Başak Saridal jî da zanîn ku bûyera li Sêwregê qewimî ye tiştekî cuda ye û di heman demê de li her derê Kurdistanê û Tirkiyeyê ev polîtîka tê kirin û bal kişand ser polîtîkayên veşartinê yên pergalê û ev yek anî ziman: “Ev bûyer dema diqewimin, pergala dewletê ser wan digire û vedişêre. Dema bi vî awayî tê parastin, kuştin û destdirêjî zêde dibin û şerê taybet bêtir xwe xurt dike. Me di vê dozê de jî dît ku pergalê çawa jin neparastin û bûyer meşrû kirin. Di nava dadgehê de pirsên parêzerên faîlan ên wekî ‘Heke rastî tecawizê hat, çima xwe nekuşt?’ nîşan dan ku pergal bixwe teşwîqê kuştin û destdirêjiyê dike. Ew hewl didin pedofiliyê û zewaca zarokan jî normal nîşan bidin.”
‘Bi taybetî Sêwregê kirine cihê şerê taybet’
Başak Saridal destnîşan kir ku şerê taybet li Rihayê û bi taybetî li navçeya Sêwregê zêde tê kirin û wiha domand: “Ev şerê taybet bi piranî li ser jinan tê kirin. Li Sêwregê pergala mêr û feodal û eşîrtiyê bandoreke mezin ava kiriye û polîtîkayên qirêj dimeşînin. Dixwazin jinan bikin amûra bazarê; mîna ku di vê bûyerê de xwestine bi pereyan serê bigirin û li ser bedena jinan polîtîkayê bikin. Di nava gumanbaran de cerdevan hene ku dibêjin ‘Min peywira dewletê anî cih’. Parêzerên wan jî li dadgehê parastina ‘peywira cerdevaniyê’ kirin û xwestin vê yekê rewa nîşan bidin. Lê ev yek nîşan dide ku polîs û cerdevan bi unîformayên xwe van sûcan meşrû dikin.”
Xurtkirina têkoşînê
Başak Saridal di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku baweriya jinan bi vê pergalê nemaye û got: “Divê jin tu carî baweriya xwe nedin tiştekî li derveyî hêza xwe. Em ê li dijî feodalîteyê, şerê taybet û pergala ku vîna jinan tune dihesibîne, bi îradeya xwe ya kolektîf li her qada jiyanê têkoşîna xwe bilind bikin. Mîraseke 52 salan li ser milê me heye û em ê vê mîrasê hîn xurttir bikin.”














