Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li avahiyê DFGê bi nûnerên DFGê, MKGê, Jinnews, Ajansa Mezopotamya (MA) Ajansa Welat (AW) û Rojnameya Yenî Yaşamê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de li ser girîngiya têkoşîna hevpar û çareseriyan nîqaş hatin kirin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi rojnamegerên Çapemeniya Azad re li avahiyê DFGê yê Amedê hevdîtin pêk anî. Hevserokê DFGê Salman Çîçek, Seroka MKGê Roza Metîna, Parlamenterê Amedê Serhat Eren, Nûnerê DÎSK Basin Îşê rojnameger Hakki Boltan û rojnamegerên ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Jinnews, Ajansa Welat û Yenî Yaşamê di hevdîtinê de hatin ba hev.
Rojnamegeran di hevdîtinê bal kişandin ser zext, sansûr, girtin û astengiyên dîjîtal ên li ser çapemeniyê, û gotin ku tevî destpêkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ev zext berdewam dikin. Rojhamegeran destnîşan kir ku rojnamegerên jin jî rastî zextên giran tên û bilêv kirin ku ew ê ji bo dengê jinan, û mafê girtina agahiyan ên civakê ji karê xwe paşve gav navêjin.
‘Çapemeniya azad paş de gav neavêtiye’
Tuncer Bakirhan da zanîn ku divê çapemenî azad be û got: “Çapemeniya azad, tevî hemû zextan ji ragihandina rastiyê re gav paş de neavêtiye. Berê rojnameger bi bombebaran û kuştinê dihatin hedefgirtin, lê îro zext û sansûr li şûna wan tê bikaranîn.
Di pêvajoyekê de ku em qala aştiyê dikin de divê rê li pêşiya rojnamegeriya rastîn bê vekirin. Divê şerê li dijî rojnamegeriyê raweste.
‘Em ê bibin dengê rastiyê’
Tuncer Bakirhan da zanîn ku tevgerên li hember çapemeniyê nîşaneya nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hember pêvajoyê ye û bi bîr xist ku êrişên domdar ên li ser çapemeniyê û pêvajoya aştiyê dijwar dibin. Bakirhan anî ziman ku divê li dijî zext û sansûrê divê têkoşîneke hevpar were lidarxistin û got: “Em ê bi hev re têbikoşin û van zextan ji holê rakin. Em ê bibin dengê rastiyê.”













