Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ragihand ku plana wan ya ji bo êrişa ser Îranê amade ye û ew tenê li benda fermana Koşka Spî ne.
Li gorî rapora rojnameya The Hill, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ji bo êrişek li ser Îranê gelek vebijêrk amade kiriye. Li gorî heman rojnameyê CENTCOM ji bo êrişa ser hedefên Îranê tenê li benda fermana Koşka Spî ye.
Hate gotin ku plana êrişê ji bo Wezîrê Şer yê Amerîkayê jî hatiye ragihandin. Di vê çarçoveyê de serokê Amerîkayê Donald Trump jî ji bo êrişeke nû çend rojên dawî de daxuyaniyên ser vê mijarê bi raya giştî re parve kirin. Tê zanîn ku Îsraîl jî piştgirî dide vê yekê. Herwiha ji bo DYA daxwazên xwe li Îranê bide qebûlkirin rojane daxuyaniyên dide û bangên teslîmbûnê li rejîma Îranê dike.













