Hevserokê MATUHAY-DERê Mehmet Zekî Kiliç ji ber nexweşiya penceşêrê ku dihat dermankirin, di 21ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Can û temenê xwe da têkoşîna azadiyê û her dem ji çalakiyên demokratîk re bû pêşeng û têkoşînek bêhempa li pey xwe hişt.
Mehmet Zekî Kiliç di sala 1976an de li navçeya Qaxizmana Qersê hatiye dinê û di nava malbatekî welatparêz de mezin dibe. Di sala 1988an de, di 12 saliya xwe de ji bo pirsgirêkên aborî diçe Stenbolê û dest bi kar dike. Bi salan di gelek karên cuda de dixebite. Di sala 1993yan de gerîlayeke bi navê Bêrîvan şehîd dikeve. Ev şehadet di ser Mehmet Zekî de gelek bandor dike. Piştî wê demê dikeve nav kar û xebatan. Navê Bêrîvanê jî li xwişka xwe dike. Ji bo li dijî zilmê li ser gelê Kurd agahdar bibe, televîzyonekê dikire û her roj temaşe dike. Bi vê yekê ji rojevê dûr nakeve. Li taxê herkes tê mala wî û bi hev re televîzyonê temaşe dikin. Bi salan di nava têkoşînê de cih digire. Di nava partiyên siyasî, MEYA-DER û saziyên civakî de dixebite. Tu carî ji têkoşînê dûr neket. Roja ku neviyê wî jiyana xwe ji dest dide jî çûye çalakiyê. Mehmet Zekî Kiliç di sala 2018an de tê girtin û 7 mehan di girtîgehê de dimîne. Çawa ku ji girtîgehê derdikeve, dîsa tev li têkoşînê dibe. Mehmet Zekî Kiliç ev salek û nîv bû wekî hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) dixebitiya. Nêzî 6 mehan jî bû ku ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin. Lê tevî zordariya nexweşiya xwe jî tu carî ranewestiya. Heta kêliya dawî ya emrê xwe jî têkoşiya.
Mehmet Zekî Kiliç dildarê têkoşîna gelê Kurd bû. Tevahî heval û hogirên wî gelek jê hez dikirin. Her dem alîkariya hevalên xwe dikir. Her tiştê xwe parve dikir. Tu carî kêmasî û astengiyan ji xwe re nedikir hincet. Hewl dida ku her tişt bi rêk û pêk bimeşe. Diçû li pêşiya girtîgehan, di destê wî de kulîlk hebûn û bi rûyekî bi ken girtiyên ku dihatin berdan pêşwazî dikir. Di tevahî pêşwazîkirinê de li wir bû û hêz dida malbat û hevalên xwe. Emrê xwe wisa berdewam kir. Gelek dixwest pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bigihêje armanca xwe û tevahî girtî bên berdan. Piştî ku aştî pêk hat, dixwest vegere gundê xwe û li wir bijî. Lê dizanî ku nexweşî dê bibe asteng ji bo wî. Ji bo wê ji hevalên xwe re digot hûn ê xeyalên min pêk bînin.
Derbarê têkoşîn, berxwedana û xeyalên Mehmet Zekî Kiliç de Hevseroka MATUHAY-DERê Nurten Karagoz axivî.
‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

Nurten Karagoz anî ziman ku Mehmet Zekî Kiliç di hemû hestên xwe de hestiyar bû û wiha got: “Mehmet Zekî kesekî girêdayî têkoşînê bû. Rêxistin ji bo wî her tişt bû. Her tişt ji bo rêxistinê dikir û li gorî wê dijiya. Hemû dema xwe ji bo rêxistinê vediqetand. Tevlîbûna çalakiyan ji bo wî beriya malbatê dihat. Ev nêzî 5 salan bû ku bi hev re dixebitiyan. Dema ku pirsgirêk çêdibûn, heval Mehmet Zekî digeriyan, çimkî ew kesekî pratîk bû. Di heman demê de pirsgirêkan çareser dikir. Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû. Carna ji bo xebatê em derdiketin derveyî bajêr, ew rêhevaltiya me dikir. Rêhevaltiyekî gelek baş bû. Ji dar û xwezayê gelek hez dikir. Xeyal dikir ku malekî di nava xwezayê de ji xwe re çêbike û li wir bijî.”
‘Her tim hêviya wî hebû’
Nurten Karagoz destnîşan kir ku herî dawî berî 2-3 rojan bi Mehmet Zekî Kiliç re axiviye û ev tişt anî ziman: “Berî ku ez biçim Amedê, ez çûm serdana wî li nexweşxaneyê. Min jê re got ‘Daxwazekî te heye?’ Ew tenê digot ‘Ji hemû hevalan re silavên min bişîne.’ Pir qîmet dida hevalên xwe. Her tim bi malbatên hevalên girtiyan re eleqedar dibû û wan dipirsî. Dema kêmasiyên malbatan derdiketin holê, hewl dida wan çareser bike. Mehmet Zekî hevalekî pir dilnizm bû. Ew gelek dixwest pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bigihêje armanca xwe. Tevî zordariya nexweşiya xwe jî di nava xebatan de bû û tu carî xwe neda aliyekî. Ew ji zarokatiya xwe ve di nava xebatan de bû. Wekî her Kurdekî, xizanî dît, li girtîgehê ma û îşkence dît. Her tim hêviya wî hebû û qet bêbawerî nîşan neda.”
‘Dixwest hemû hevalên girtî li derve bin’

Her wiha Nurten Karagoz diyar kir ku xeyala Mehmet Zekî Kiliç dîtina azadiya Kurdan û Kurdistanê bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Baweriya wî bi pêvajoyê hebû. Pir dixwest hevalên xwe yên di girtîgehê de li derve bibîne. Dixwest hemû hevalên girtî li derve bin û bi hev re bi coşeke mezin derketina wan pîroz bikin. Em daxwaza Heval Mehmet wekî wesiyeteke qebûl dikin û em ê wê pêk bînin.Ez ji nasîna wî gelek kêfxweş im. Pir bişans im ku bi hevalekî wisa re xebat meşandime.”











