Şîrketa ku li gundê Arzoxliyê ya bi ser navçeya Sûrê ve dê projeya GESê çêbike bi tevî leşkeran ve ket gund û kepçeyê dest bi kolandinê kir.
Şîrketa ku dixwaze li gundê Arzoxlî yê bi ser navçeya Sûrê ya Amedê ve projeya GESê çêbike, serê sibê bi gelek leşkeran ve bi ser gund de girt. Li ser vê yekê welatiyan û saziyên sivîl ên civakî bertek nîşan dan û ji bo rawestandina çêkirina GESê berê xwe dan gund.
Li gel ku rapora ÇEDê ya vê projeyê bi awayekî neyînî hatiye destnîşankirin jî ev şîrketa taybet hewl dide bi awayek derqanûnî projeya GESê çêbike û ji bo pêkanîna projeyê hêza leşkeran bikar tîne.













