• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Di meha 135an a Komkujiya Pirsûsê de banga edaletê

    Di meha 135an a Komkujiya Pirsûsê de banga edaletê

    Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

    Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

    Berdana Sermîn Demîrdag 3 sal û 9 meh in tê astengkirin

    Berdana Sermîn Demîrdag 3 sal û 9 meh in tê astengkirin

    Tuncer Bakirhan: Ji bo gavavêtinên şênber hûn li benda çi ne?

    Tuncer Bakirhan: Ji bo gavavêtinên şênber hûn li benda çi ne?

    Sendîka û komeleyên rojnamegeran dê li dijî sansurê dakevin qadan

    Sendîka û komeleyên rojnamegeran dê li dijî sansurê dakevin qadan

    Li dijî Şaredariya Mîlasê operasyon

    Li dijî Şaredariya Mîlasê operasyon

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Di meha 135an a Komkujiya Pirsûsê de banga edaletê

    Di meha 135an a Komkujiya Pirsûsê de banga edaletê

    Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

    Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

    Berdana Sermîn Demîrdag 3 sal û 9 meh in tê astengkirin

    Berdana Sermîn Demîrdag 3 sal û 9 meh in tê astengkirin

    Tuncer Bakirhan: Ji bo gavavêtinên şênber hûn li benda çi ne?

    Tuncer Bakirhan: Ji bo gavavêtinên şênber hûn li benda çi ne?

    Sendîka û komeleyên rojnamegeran dê li dijî sansurê dakevin qadan

    Sendîka û komeleyên rojnamegeran dê li dijî sansurê dakevin qadan

    Li dijî Şaredariya Mîlasê operasyon

    Li dijî Şaredariya Mîlasê operasyon

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

Serhat Toptaş / AW

20 COTMEH 2026 - 10:41
Kategorî: MANŞET, TENDURISTÎ
A A
Wan – Têkiliya di navbera xweza û mirovan de mijareke herî zêde li ser tê axaftin û bûye mijara gelek zanistan. Hîpoteza biyofîliyê di du aliyê derûnînasiyê de hezkirina xweza vedikole, hewl dide bersiva vê efsûnê peyda bike. Li gorî hîpoteza bîyofîliyê mirov li hember pergalên din ên zindî û bîyolojîk xwedî hest û girêdaneke sirûştî ne. Hezkirin û kefxweşiya mirovan a ji xwezayê jî ji vir tê.

Têkiliya di navbera mirov û xwezayê de mijareke herê sereke ya gelek zanistan e. Gelek şîrove û nêrîn li ser vê mijarê hene lê hêj gelek pirsên bêbersiv jî mane jî hene. Di qada derûnnasiya peresînê de hîpoteza biyofîliyê ango Biophilia Hypothesis (BET) hewl dide bersivên van pirsan bibîne. Li gorî vê hîpotezê mirov li hemberî pergalên din ên zindî (biyolojîk) xwedî hest û girêdaneke siruştî ne. Di bingeha vê de hezkirin û girêdaneke sirûştî ya li hemberî xwezayê heye. Ji ber ku li cihê em tê de ev 4 mîlyar sal in dijîn, ji xwezayê jî teşe digirin. Em di serpêhatiyên xwe de jî vê rastiyê dibînin. Gelek xebatên zanistî jî derdixe holê ku mirov bi sirûştî bi xwezayê re pêwendî datîne. Hêmanên xwezayê yên fîzîkî yên weke çiya û deştên hêşîn, behrên şîn, kulîlk û ezman ji bo mirovan dibin cihên balkêş û xweş.

Di heman demê de têgehên xwazayê di nava berhemên çandî de jî cihekî fireh digire. Ji bilî vê jî tê zanîn ku bihûşt jî weke xwezayê tê tasvîrkirin. Li gorî gelek ol û baweriyan bihûşt bedewtirîn xweza ye. Rengîniya dar û ber, çem û kanî, kulîlk û her cure sewal û zindiyan çavkaniya vê têkiliya di navbera mirov û xweza de ye.

Di gelek nivîsên felsefe û di parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî mirov weke encemeke hişê gerdûnî tê pênasekirin. Gerdûn jî bi saya hişê mirovan li xwe dinêre. Ev hemû didin xuyakirin ku di navbera mirovan û xwezayê de girêdaneke şirûştî heye. Hîpoteza biyofîliyê jî van bernîşanan ji xwe re dike palpişt û dixwaze rastiya girêdaniya şirûştî ya di navbera mirovan û xwezayê de raxîne ber çavan.

‘Hişê mirovan di nav xwezayê de teşe girtiye’

Peyva biyofîliyê peyveke hevedûdanî ye. Peyva “Bio” tê wateya jiyanê û peyva “phîlîa” jî di wateya agahî, hezkirin û nêzîkbûnê. Vê têgehê ewilî derûnnasê civakî Erich Fromm bikar tîne. Ew, vê têgehe weke nêzîkatiyeke xurt a li hemberê jiyanê û zindiyan rave dike. Piştre bîyolog Edward O. Wîlslon têgeh anî asteke peresînê. Wîlson di pirtûka xwe ya Bîophîlîa de destnîşan dike ku nêzîkatiya li hemberî xwezayê ya şirûştî ji welîdandine tê. Li gorî wî hişê mirovan di milyon salan de di nav xwezayê de teşe girtiye. Ji ber vê jî giredana sirûştî ya li hemberê xwezayê bi tena serê xwe çanda mirovan re têkildar nîn e. Dahatûya mirovan a peresînê jî gelekî bi bandor e. Ew nêzîkatî bi demê re wekî tegêha bîyofîliyê hate pênasekirin.

Xweza di koka mirovan de heye

Xweza di koka mirovan de heye, lewma mirov bi hêmanên xwezayê re nêzîkatiyeke sirûştî dibîne. Ji ber vê ye ku dema em hêşînayî, av û ezman dibînin weke ku em di mala xwe de ne his dikin. Di xebateke meta-analîzê ya di sala 2022yan de hatiye piştrastkirin ku dema mirov di nava xwezayê de be, hestên wan ên pozîtîf li pêş dikevin. Hestên negatîf, stres û fikar kêm dibin. Mirov bi gelemperî ajalên biçûk ku nû çêdibin şîrîn dibîne û bala mirovan dikişîne. Hema bejê hemû ajalên biçûk çav û serê wan mezinin. Ew jî dibe sedem ku ev ajal bên parastin. Kulîlk ji bo mirovên pêşiyê dihat wateya xwarinê. Dema mirovan dît ku piştî kulîlkan fêkî çêdibin û wan jî ev fêkî dixwarin. Niha jî dema em kulîlkan dibînin kêfxweş dibin. Ev kêfxweşî ji bo mirovan adaptasyon û medîtasyonek xwezayî ye. Tirs jî hêmaneke adaptasyona xwezayî ye. Dema ku mêr û ajalên bi jehr dibinî tirs dikeve dilê mirovan. Dûr sekinandina ji van ajalan ji bo parastina jiyana xwe baştir dibîne. Ev jî ji bo parastina jiyanê ye. Li gor hîpoteza biyofîliyê girêdaneke şirûştî li hemberî xwezayê heye lê genetîkeke vê rastiyê piştrast bike hê nehatiye dîtin.

Xweza asta bextewariyê bilind, mekanîzmaya parastinê xurt dike

Wext û jiyana ku di nav xwezayê de derbas bibe, li ser derûniya mirovan bandoreke pozîtîf ango erênî çêdike. Li gorî xebatekê di nav hefteyê de tenê 2 seatan jî bi xwezayê re dem derbas bikî, asta kêfxweşiyê bilind dike. Dem derbaskirina di xwezayê de asta hormona stresê û çawisandina xwinê kêm dike. Pergela hêrsê nermtir dike û pergela xwe parastina laş hêztir dike. Hîn lêkolîn jî diyar dikin ku nexweşên di odeyên bergehên xwezayî de dimînin li gorî yên odeyên sade de dimînin zûtir baş dibin. Ji bo zarokan jî weke aktivîteyeke fîzîksel û lîstikê xweza baş e. Hipotezeke din jî dibêje ku xweza li ser pergela xwe parastina laşê zarokan de bandora hêzbûne dike. Li gorî vê argumanê zarokên di nav xwezayê an jî bi ajalan re têkildar dijîn bi gelek antîjena re rû bi rû dimînin. Ew jî dibe sedem ku pergela xweparastina laş hêztir bibe. Berovajiya vê yekê zarokên di bajaran de kêm antijen dibînin, pergela xweparastinê ya laşê wan lawaz e.

Dûrketina ji xwezayê

Di sedsalên 19 û 20emîn de bi pêşketina teknolojiyê re mirov ji xwezayê dûrdikevin û ji xwe re xwezayeke sentetîk ava dikin. Ew xwezaya sentetîk têkiliyên mirovan a li gel xwezayê kêm dike. Ev kêmbûn bi xwe re bêrêzbûna li hemberî xwezayê tîne. Ev jî dibe sedem ku di xwezayê de celebên biyolojîk kêm bibin. Hesta biyofîliyê ji bo parastina jiyana dirinde gelek girîng e. Wekî din ew têkilî bi temamî qut nebûye. Rêbazên nû pêş dikevin. Dema mirov kompîtira xwe vedike bergehên xwezayî derdikevin pêşberî mirovan. Di dîmenan de temaşekirina pisîkan, tevgerên sewalan û dîmenên xwezayê hestên biyofîliyê zindî dihêlin.

Etîket: Biophilia HypothesisHîpoteza biyofîliyêmirovXweza
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

9 ÎLON 2026
Festîvala Depê bi dîwana dengbêjan dest pê kir

Festîvala Depê bi dîwana dengbêjan dest pê kir

31 TÎRMEH 2026
Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

24 TÎRMEH 2026
Festîvala Kanîreşê: Dê hem aştiya civakî û hem jî eko-aştî pêk bê

Festîvala Kanîreşê: Dê hem aştiya civakî û hem jî eko-aştî pêk bê

23 TÎRMEH 2026
Bi guhertin û derxistina qanûnan daristan ji talanê re têne vekirin

Bi guhertin û derxistina qanûnan daristan ji talanê re têne vekirin

19 HEZÎRAN 2026
Dîroka mihrîcana Depê diyar bû

Dîroka mihrîcana Depê diyar bû

18 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne