Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê ji bo ku zimanên di xetereyê de ne werin parastin û pêşvexistin, daxwaza guherîna mewzûatê kir û ji bo ku şaredariyên wê serî li Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê bidin, giştînameyek şand. Eger astengiyên yasayî werin rakirin, li şaredariyên mezin a DEM Partiyê “Serokatiya Beşa Zindîhiştin û Pêşvebirina Zimanan” û li şaredariyên bajêr, navçe û bajarokan jî “Midûriyeta Zindîhiştin û Pêşvebirina Zimanan” dê werin sazkirin.
Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê di 8-9ê Hezîrana 2026an de Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk li dar xistibû. Di vê konferansê de biryareke girîng hate girtin ku li hemû şaredariyên DEM Partiyê daîre û midûriyetên taybet ên ji bo parastin û pêşvebirina zimanê zikmakî werin avakirin.
Astengiyên mewzûatê û rêyên alternatîf
Piştre ji bo cîbicîkirin û xistina meriyetê ya vê biryarê, ji aliyê Desteya Rêveberiyên Xwecihî ve lêkolîn û xebatên berfireh hatin kirin. Di encama van lêkolînan de hatiye tespîtkirin ku mewzûata heyî û astengiyên qanûnî rê nadin ku biryar bi vî rengî rasterast bikeve meriyetê. Li ser vê yekê, ji bo ku biryara konferansê bêencam nemîne û bi awayekî pratîkî pêk werê, Deste berê xwe da rê û rêbazên alternatîf.
Ji bo guherîna mewzûatê dê serlêdan bên kirin
Yek ji van gavên alternatîf ew bû ku daxwaz ji Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê re bê şandin. Di vê çarçoveyê de, Desteya Rêveberiyên Xwecihî giştinameyek ji hemû şaredariyên xwe re şandin û ji şaredariyan hate xwestin ku serî li wezaretê bidin. Ofîsa Çapemeniyê ya DEM Partiyê ev giştîname bi çapemeniyê re parve kir. Di giştinameyê de hat xwestin ku şaredariyên mezin ji bo “Beşa Serokatiyê” û şaredariyên bajêr, navçe û bajarokan jî ji bo sazkirina “Midûriyetê” daxwaznameyên xwe yên fermî ji Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê re bişînin.
‘Xebatên ziman berpirsiyariyeke jêveneger e’
Ji aliyê din ve di giştinameyê de hat destnîşankirin ku heta hewldanên ji bo guherîna mewzûatê encam bidin jî, divê şaredarî di qada zimanê zikmakî de xebat û projeyên xwe yên alternatîf bêrawestan berdewam bikin.
Desteya Rêveberiyên Xwecihî teqez kir ku bi taybetî di vê pêvajoyê a heyî de pêşxistin, sazûmankirin û belavkirina xebatên li ser zimanê zikmakî di nav saziyên herêmî de hewcehiyek bingehîn û berpirsiyariyeke dîrokî û jêveneger e.













