• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Yenî Partiyê kir

    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Yenî Partiyê kir

    Otomatik taslak

    ‘We bi kîjan hincetên hiqûqî, berdana Zelîha Ustabaşê taloq kir?’

    Şaredara Karabûrûnê ji YENÎ Partiyê îstifa kir

    Şaredara Karabûrûnê ji YENÎ Partiyê îstifa kir

    ‘Heke di gotinê de aştî hebe divê di budçeyê de jî aştî hebe’

    ‘Heke di gotinê de aştî hebe divê di budçeyê de jî aştî hebe’

    Pêvajoyên aştiyê yên li Bask, Guatemalayê, Îrlanda û Kolombiyayê

    Pêvajoyên aştiyê yên li Bask, Guatemalayê, Îrlanda û Kolombiyayê

    Li dijî Şaredariya Çukuroavayê operasyon: 44 kes hatin binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Çukuroavayê operasyon: 44 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Yenî Partiyê kir

    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Yenî Partiyê kir

    Otomatik taslak

    ‘We bi kîjan hincetên hiqûqî, berdana Zelîha Ustabaşê taloq kir?’

    Şaredara Karabûrûnê ji YENÎ Partiyê îstifa kir

    Şaredara Karabûrûnê ji YENÎ Partiyê îstifa kir

    ‘Heke di gotinê de aştî hebe divê di budçeyê de jî aştî hebe’

    ‘Heke di gotinê de aştî hebe divê di budçeyê de jî aştî hebe’

    Pêvajoyên aştiyê yên li Bask, Guatemalayê, Îrlanda û Kolombiyayê

    Pêvajoyên aştiyê yên li Bask, Guatemalayê, Îrlanda û Kolombiyayê

    Li dijî Şaredariya Çukuroavayê operasyon: 44 kes hatin binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Çukuroavayê operasyon: 44 kes hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pêvajoyên aştiyê yên li Bask, Guatemalayê, Îrlanda û Kolombiyayê

Omer Demîr / AW

19 COTMEH 2026 - 09:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Bi destpêkirina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” mînakên cîhanê ji bo pêkanîna aştiyê ketin rojevê. Ev mînak ji bo Tirkiyeyê dibe nexşereyekî. Pêvajoyên li Bask, Guatemala, Îrlanda û Kolombiyayê nîşan didin ku rêxistinên ku piştî aştiyê li qada siyasetê xwe rêxistin nekin têk diçin.

Bi destpêkirina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” mînakên pêvajoyên çekdanîn û diyalogê tên nîqaşkirin. Ev mînak ji bo Tirkiyeyê jî dibin nexşerê. Pêvajoyên li Bask, Guatemala, Îrlanda û Kolombiyayê nîşan didin ku rêxistinên nekarin aştiyê di qada siyasî de birêxistin bikin, têk diçin.

Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de dest pê kir, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dem û gavên dîrokî li pey xwe hiştin. Li ser banga Abdullah Ocalan, PKKê di 5-7ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12yemîn li dar xist û biryara xwefesixkirinê da. Li dû vê gavê, di 11ê Tîrmehê de bi pêşengtiya Hevseroka KCKê Besê Hozat komeke gerîla çekên xwe şewitandin, di 26ê Cotmehê de gerîlayên Tevgera Azadiyê li Qendîlê ragihandin ku ew ji sînorên Tirkiyeyê vekişiyane. Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan jî ragihandibû ku herî dawî di 8ê Cotmehê de gerîla ji Metînayê vekişiyane.

Bi destpêkirina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” gelek mînakên cîhanê jî ketin rojevê. Sedemên şer çi bûn, pêvajo çawa dest pê kir û çawa bi dawî bû? Mînakên Bask, Guatemala, Îrlanda û Kolombiyayê ji bo pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” gelek tiştan derdixe pêş. Li gorî mînakên cîhanê diyar e ku piştî salên dirêj jî aştî pêkan e. Lê ya girîng ew e ku hezên dikevin qada siyasetê xwe di nava civakê de rêxistin nekin û xwe baş nedin fêm kirin piştî demekî lawaz dibin. Diyar e ku tevlibûna qada siyasetê di nava xwe de talûkeyekî dihewîne lê ya vê talûkeyê ji holê rake jî hêza navxwe û baweriya bi xwe ye.

Welatê Bask û Azadiyê ETA

Piştî şerê navxweyî yê Îspanyayê Franco bi ser ket û êdî welatê Îspanyayê wekî dîktatoriyê rêvedibir. Ciwanên Baskî di sala 1959an de li dijî dîktator Franco û azadiya herêma Baskê rêxistina Welatê Bask û Azadiyê (Euskadi Ta Askatasuna, ETA) avakir. ETAyê azadiya gelê Baskê dixwest. Franco di sala 1975an de jiyana xwe ji dest da lê li Baskê şer berdewam kir. Herêma Baskê di sala 1979an de xweseriya xwe bi dest xist. Lê ETA ji bo ku serxwebûn pêk nehatiye şerê xwe berdewam kir.

Pêvajoya çareseriyê

Piştî salên dirêj gelê Baskê xwest ETA çek berde û di salên 90î de çalakiyên Basta Ya! (êdî bes e) li dar xistin. Di nava ETAyê de êdî daxwaza pêşxistina siyasetê pêş ket. Rêxistinên navnetewî û gelek sazî ji bo aştiyê ketibûn nava tevgerê. Di Çileya sala 2011an de ETA agirbest ragihand. Di 28ê Îlonê Komîsyona Teyîdkirina Navneteweyî (IVC) hate avakirin. ETA di 20ê Cotmehê de ragihand ku faaliyetan xwe yên çekdarî bi dawî kiriye. Di vê pêvajoyê de ETA û dewleta Îspanyayê hevdîtin pêk neanîn û di navbera wan de pêvajoyek tunebû. ETA di nava xwe de nîqaş kiribû ku êdî şerê çekdarî armanca serxwebûnê pêk nayne û ji bo wê gaveke wisa avêtibû. ETA di 8ê Nîsana 2017an de cihê çekan ji Komîsyona Teyîdkirina Navneteweyî re got û çekên ETAyê li Fransayê hatin destxistin. 8ê Nîsanê wekî “Roja bêçekkirinê” (Día del Desarme) tê bibîranîn. ETA piştî çekan radestî kir di Gulana sala 2018an de xwe fesix kir. Piştî ETAyê xwe fesix kir siyaset pêş xist, endam û rêveberên ETAyê armanca xwe ya serxwebûnê xwestin bi rêya siyasetê bi dest bixin.

Pêvajoya Guatemalayê

Di sala 1954an de li Guatemalayê darbeyek bi hevkariya Dewletên Yekbûyî Amerîkayê (DYA) pêk hat. Li Guatemalayê piştî darbeyê di sala 1960an de hêzên çepgir dest bi şerê çekdarî kir. Artêşa Guatemaleyê li dijî gundên Maya yên herêmî polîtîkaya “erdê şewitî” bi hinceta ku ew piştgirî dide gerîlayên çepgir pêk anî. Di dawiya şer de nêzî 200 hezar kesî jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes jî winda bûn. Di sala 1982yan de, komên cuda yên gerîla (EGP, ORPA, FAR û PGT) di bin navê Yekîtiya Şoreşger a Neteweyî ya Guatemala (URNG) de bûn yek. Dewleta Guatemaleyê dizaniya ku êdî nikare bi şer gerîlayan tune bike. Her çiqas şer dem bi dem berdewam kir ji sala 1996an de aştî pêk hat. Pêvajoya aştiyê ya ku şerê navxweyî yê li Guatemalayê bi dawî kir, piştî 36 salên pevçûnê di 29ê Kanûna Pêşîn a 1996an de bi “Peymana Aştiyê ya Dijwar û Mayînde” fermî bû. Plana Aştiyê ya Esquipulas II ku di dawiya salên 1980an de ji bo bidawîkirina şerên navxweyî yên li Amerîkaya Navîn hate destpêkirin, ji bo Guatemala jî xala werçerxê bû.

Di salên 1980an de, artêşê civakên Mayan wekî “piştgirên xwezayî” yên gerîla bi nav kir. Ev senifandin rê li ber komkujiyên ku paşê di raporên Neteweyên Yekbûyî û dadgehên navneteweyî de wekî “Qirkirina Guatemala” tê pênasekirin, cih girt. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, ji sedî 83ê kesên ku di şer de mirine xelkê xwecihî ne. Li gorî peymana di navbera URNG û Dewleta Guatemaleyê hatibû îmzakirin divê kesên ku bi zorê ji cihên xwe hatine derxistin dîsa vegerin malên xwe. Sûcên ku hatine pêkanîn werin lêkolînkirin. Nasnameya gelê Mayayê werin naskirin. Reforma erd pêk were û tevlîbûna siyasetê ya gerîlayan pêk were. Gerîla piştî çek berdan partiya siyasî avakirin û tev li têkoşîna siyasî bûn. Lê dewleta Guatemaleyê tevahî maddeyên peymanê pêk neanî. Pirsgirêkên aborî, cudakarî û kêmbûna mafên gelên xwecihî berdewam kirin. Hemû sozên peymanê bi tevahî nehatin bicîhanîn.

Pêvajoya Îrlandayê

Hêzên Îngilîz di sala 1167an de dest bi dagirkirina Îrlandayê kirin. Di serê salên 1600an de şêniyên Îngilîz û Îskoç çûn girava Îrlandayê û xwestin gelê Îrlandayê bixin nava rêveberiya xwe. Li dijî vê Katolîkên Îrlandî bertek nîşan dan û vê qebûl nekirin. Di 1870an de Yekitiya Xwerêvebirinê hat damezrandin û bi xebatên xwe ji bo azadiya Îrlandayê pêk anî. Di dawiya vê sedsalê de ronesansek çandî ya Îrlandî li her aliyê giravê belav bû û di 1905an de Sinn Fein (Em bi Serê Xwe) hat damezrandin. Protestan û katolîkên li bakurê welat di vê demê de ji bo parastina berjewendiyên xwe rêxistinên ewilî yên çekdarî damezrandin. Di sala 1916an de Dewleta Îngilistanê şerê cîhanê kir hincet û bikeyskirina zagonî ya serxwebûna Îrlandayê taloq kir. Bi vê sedemê li Îrlandayê raperîna Paskalyayê pêk hat. Lê hêzên Îngilîz vê raperînê bi tundiyê bi dawî kirin û serokên raperînê bi darvekirin. Ev darvekirin di nava gel de piştgiriya Sinn Feinê zêde kir. Di hilbijartina sala 1918an de 73 parlamenter ji Sinn Fein hatin hilbijartin. Parlamenterên Sinn Feinê şûna biçin Parlamentroya Brîtanyayê li Dûblînê meclîsa xwe Dáil Éireann kom kirin û serxwebûnê ragihandin. Di sala 1919an de Arteşa Komarparest a Îrlandî (IRA, Irish Republican Army) li dijî Brîtanyayê şer kir. Di sala 1921an de Qanûna Hikûmeta Îrlandayê hat qebûlkirin. Şeş navçeyên li Bakurê Îrlandayê ku ji aliyê nifûsê ve protestan lê serdest bûn, ji Îrlandaya Azad veqetiyan û wekî parçeyek Brîtanyayê man.

Di 30yê Çileya 1972yan de li Derryê artêşa Îngilîz di xwepêşandana katolîkan a ji bo mafên sivîl de 14 kes kuştin. Ev bûyer wekî Yekşema Bixwîn hat binavkirin û di encama vê de tevgera katolîkan zêdetir radîkal bû. Bi hezaran mirov herikîn nava refên IRAyê û vê rêxistinê li hember hedefên Brîtanî û hevkarên wan dest bi êrîşan kirin. Di 1973yan de bi Îrlandaya serbixwe re Peymana Sunningdale hat îmzekirin. Rêxistinên protestan vê peymanê qebûl nekirin û li hemberê katolîkan dest bi êrîşan kirin. Hikûmeta Brîtanî piştî berfirehbûna şerê navxweyî, di 1974an de parlamentoya Bakur girt û herêmê rasterast bi Londonê ve girê da.

Têkoşîna Sinn Féinê

Di 1985an de serokwezîrê Brîtanî Margaret Thatcher bi Îrlandaya serbixwe re Peymana Îngilîz-Îrlandî îmze kir. Li gorî vê, heta ku piraniya herêmê daxwaz bikira, wê Îrlandaya Bakur yekitiya xwe ya bi Brîtanyayê re dom bikira. Di 1998an de rojek înê ku wekî Îna Bixêr dihat binavkirin, li paytext Belfastê Peymana Îna Bixêr hat îmzekirin. Piştî şerê 30 salan pêvajoya aştiyê dest pê kir. IRA di sala 1994an û 1997an de agirbest îlan kir. Di 10ê Nîsana sala 1998an de di navbera IRA, Îrlandaya bi serbixwe û desthilatdara Îrlandayê de peyman hate îmzakirin. Ev peyman wekî Peymana Înê hate binavkirin. Ev peyman hem Îrlandaya bi serbixwe û desthilatdara Îrlandayê de hate erêkirin. IRA di sala 2005an de çek berda. Sinn Féin îro li Komara Îrlandayê û Îrlandaya Bakur de jî têkoşîna xwe berdewam dike. Li Bakurê Îrlandayê jî desthilatdarî di navbera hêzên siyasî de hate parvekirin. Lê hîn nakokiyên siyasî jî berdewam in.

Pêvajoya Kolombiyayê

Di salên 1940î de li Kolombiyayê xwediyê erdan hêzên dewlemend bûn û gundî nedikarin karê çandiniyê bikin. Artêşa Kolombiyayê di sala 1964an de êrîşî herêma Marquetaliayê kir. Bi êrîşa artêşê hêzên komunîst û şoreşger li ber xwe dan û Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) hate avakirin. FARC dixwest bêwekheviya cotkariyê bi dawî bibe û gundî xwediyê axê bin. Bêwekheviya civakî bi dawî bibe û civakekî sosyalist were avakirin. Piştî ku şer dest pê kir, ji salên 1970î ve FARC her ku çû mezintir bû. Ji salên 1980î ve jî êdî xwest siyasetê pêş bixe. Di sala 1985an de Yekîtiya Welatparêz (Unión Patriótica — UP) hate avakirin. Lê endam û rêveberên wê hatin kuştin. Di salên 80î û 90î de gelek hewldanên aştiyê pêk hatin. Lê her car tundî û şer geştir bû. Hêzên rastgir ên paramîlîter jî xwe rêxistin kiribûn û êrîşî FARC û gundiyan dikirin; ev jî pêşiya aştiyê digirt.

Di sala 1998an de dîsa hewldana aştiyê pêk hat û pêvajoyekî dest pê kir. Ev pêvajo 4 sal berdewam kir û di sala 2002yan de xirabû û hêzên dewleta Kolombiyayê êrîşên berfireh li dijî FARCê li dar xistin. Lê her çiqas êrîşên mezin pêk hatibin jî FARC hebûna xwe parast. Li Kolombiyayê di sala 2010an de Manuel Santos bû Serokkomarê Kolombiyayê. Manuel Santos bi FARCê re di sala 2012yan de pêvajoyek da dest pê kirin. Piştî hevdîtinên 4 sal peymana aştiyê hate îmzakirin. Di peymanê de dawîanîna şer, reformên cotkariyê û bidawîkirina bazirganiya maddeyên hişbirê hatibû erêkirin. Lê ev peyman di referandûmê de nehat qebûlkirin. Lê FARC û Serokkomar Manuel Santos peyman anîn meclîsê û Kongreya Kolombiyayê peyman erê kir. Di 6 mehan de 13185 endamên FARCê çek berdan. Li dijî pêvajoya aştiyê hêzên muxalîf hebûn û nûnertiya wan jî Serokê berê yê Dewletê Alvaro Uribe dikir. Partiya Alvaro Uribe, Centro Democrático, di hilbijartinê de bi ser ket û Iván Duque bû Serokê Kolombiyayê. Piştî vê pêvajoya aştiyê êdî hêdî hêdî meşiya. Desthilatdar ji ber zexta gel û hêzên navneteweyî nekarî pêvajoyê bi temamî xira bike, lê berpirsiyariyên xwe bi cih neanî. FARC piştî çek berdanê partiyek siyasî ava kir. Di serî de navê Fuerza Alternativa Revolucionaria del Común bi kar anî, paşê jî navê xwe kir Comunes. Nêzî hezar endamên FARCê aştiyê qebûl nekirin û çek bernedan. Piştî çekberdanê jî gelek endamên FARCê hatin kuştin. Li dijî vê jî gelek kes dîsa çek rakirin. Pirsgirêkên ewlehiyê û pêkanîna peymanê jî hîn asteng in.

Etîket: BaskETAGuantemalaîraÎrlandali cîhanê pêvajoyên aştiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

“Ziman hebûna weletekî ye”

“Ziman hebûna weletekî ye”

12 NÎSAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne