Îro serê sibehê cendermeyan avêt li ser Şaredariya Çukurovayê ya Edeneyê. Cendirmeyan Şaredar Emrah Kozay û Şaredarê berê Soner Çetîn jî di nav de 44 kes binçav kirin.
Îro serê sibehê cendermeyan bi hinceta “gendeliya di îhaleyê de” li dijî Şaredariya Çukurovayê ya Edeneyê operasyon li dar xist. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê diyar kir ku ji bo 51 kesan biryara binçavkirinê heye. Di operasyonê de Şaredar Emrah Kozay, Şaredarê berê Soner Çetîn û 4 cîgirê Şaredar jî di nav de 44 kes hate binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê tekildarî operasyonê îdia kir ku di kar û barên şaredariyê de bêûsûlu hatiye pêkanîn û di îhaleyan de gendelî hatiye tespîtkirin.
Hat zanîn ku operasyon ji ber îdiayên “Ji bo sûcdariyê avakirina rêxistinê”, “endamtiya rêxistinê”, “bertil” û “di îhaleyan de gendelî” hatiye lidarxistin.







