• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
14 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Stenbol û Îzmîrê bertekên li dijî qeyûma Halk TVyê  HATE NÛKIRIN

    Li Stenbol û Îzmîrê bertekên li dijî qeyûma Halk TVyê HATE NÛKIRIN

    Amedspor derket Super Lîgê

    Kesê ku li Hesekê destdirêjî li wêneyan kiribû hat girtin

    Li Stenbolê baranekî zêde dibare

    Li Stenbolê baranekî zêde dibare

    Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn

    Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn

    Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Divê dosye vebibe û lêpirsînek bi bandor bê kirin

    Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Divê dosye vebibe û lêpirsînek bi bandor bê kirin

    Tulay Hatîmogullari serdana Halk TVyê kir

    Tulay Hatîmogullari serdana Halk TVyê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Stenbol-Îzmîr / AW

14 COTMEH 2026 - 19:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Stenbolê jî partiyên siyasî û saziyên civakî çûn serdana Halk TVyê û piştgiriya xwe nîşan dan. Her wiha Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a ji bo Halk TVyê dan û destnîşan kirin ku azadiya çapemeniyê ji bo civakeke demokratîk tiştekî jêneger e.

Îro di dane sibehî li dijî Halk TVyê operasyonekî pêk hat û polîsan avêt li ser avahiya Halk Tvyê û bi awayekî zorê dest danî ser weşanê. Bi sedan polîs ketin di nava avahiya Halk TVyê û weşana Halk TVyê sekinandin. Paşê qeyim jî weşana Halk TVyê beyî agahî bide guherand. Bi sedan polîs li pêşiya avahiya Halk TVyê ne û nahêlin tu kes bikeve di nava avahiyê de. Di dane sibehî ve dorpeça li ser Halk TVyê didome. Piştî avêtina li ser Halk TVyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê operasyonê de daxuyanî da û diyar kir ku qeyim tayinî Halk TVyê hatiye kirin û Serokê Lijneya Weşanê ya Halk TVyê Cafer Mahîroglû jî di nav de derbarê 18 kesan de biryara binçavkirinê hatiye danîn û 11 kes jî hatin binçavkirin. 

Baroya Stenbolê, Serokê Giştî yê YENÎ Partiyê Ozgur Ozel, parlamenterên YENÎ Partiyê û Hêzên Ked, Demokrasî û Aştiyê ya Stenbolê û partiyên siyasî çûn serdana Halk TVyê. Parlamenterên YENÎ Partiyê diyar kirin ku ew di nava rojên reş de derbas dibin. 

Baroya Stenbolê jî anî ziman ku ew herdem li dijî bêhiqûqiyê sekinîne û ji niha şunde jî bisekinin. 

Hêzên ked, demokrasî û aştiyê ya Stenbolê û Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar jî ji bo piştgiriyê hatin avahiya Halk TVyê. 

Tevî barana zêde jî gel li pêşiya avahiya Halk TVyê piştgiriyê dan xebatkarên Halk TVyê. Xebatkarên Halk TVyê jî derketin pencereyê û gel silav kirin.

Li Îzmîrê berteka li dijî qeyûma Halk TV 

Hêzên Ked û Demokrasiyê têkildarî mijarê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Mafê nûçe wergirtina gel nayê astengkirin, ji qeyûma Halk TVyê re na” hate vekirin û dirûşmên “Çapemeniya azad nayê bêdeengkirin”, “Em ê teslimî tarîtiyê nebin” hatin berzkirin. Daxuyanî li ser navê girseyê ji aliyê berdevkê KESKê Savaş Candemîr ve hate xwendin. 

‘Mafê agahî wergirtina gel nayê astengkirin’ 

Candemîr diyar kir ku ev pêkanîn ji bo azadiya çapemeniyê, mafê gel ê agahîstandinê û nirxên bingehîn ên civaka demokratîk geşedaneke pir xeter e û wiha got: “Nimûneyeke vê me di anîn sere TELE 1ê rê jî. Li TELE 1ê ne tenê qeyûm hate tayînkirin,qenala nûçeyan veguherandin kanala belgefilm û magazînê û mafê gel ê agahîstandinê hate astengkirin. Îro em nikarin mudaxeleya li ser Halk TVyê ji paşveçûna demokratîk a ku demeke dirêj e li welatê me tê jiyîn, ji pêkanînên qeyûman ên li ser îradeyên hilbijartî, ji zextên li ser rojnamegeran û ji polîtîkayên ku dengê muxalefeta civakî sînordar dike cûda binirxînin. Ev êrîş ji hev serbixwe nîn in.”

‘Azadiya çapemeniyê ji bo civakeke demokratîk tiştekî jêneger e’

Candemîr bal kişand ser ku pêkanînên desthilatdariya siyasî yên ji bo birîna dengê muxalefeta civakî û astengkirina nêrînên cûda nayên qebûlkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Her cure mudaxeleya li ser serxwebûna saziyên çapemeniyê, ne tenê mercên xebatê yên rojnamegeran, di heman demê de mafê civakê ê gihîştina agahiyên rast û azad jî rasterast armanc digire. Azadiya çapemeniyê ji bo civakeke demokratîk tiştekî jênagere ye. Serdestiya hiqûqê, azadiya îfadeyê û mafên demokratîk divê ji bo herkesî di bin garantiyê de bin. Ti hêz nabe ku bibe amûrê ji bo ji holê rakirina azadiya çapemeniyê an jî sînordarkirina mafê gel ê agahîstandinê.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan û Bafil Talabanî li Silêmaniyê civiyan

Bakirhan û Bafil Talabanî li Silêmaniyê civiyan

14 COTMEH 2026
Amedspor derket Super Lîgê

Kesê ku li Hesekê destdirêjî li wêneyan kiribû hat girtin

14 COTMEH 2026
Li Stenbolê baranekî zêde dibare

Li Stenbolê baranekî zêde dibare

14 COTMEH 2026
Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn

Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn

14 COTMEH 2026
Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Divê dosye vebibe û lêpirsînek bi bandor bê kirin

Kadrî Bagdû hate bibîranîn: Divê dosye vebibe û lêpirsînek bi bandor bê kirin

14 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogullari serdana Halk TVyê kir

Tulay Hatîmogullari serdana Halk TVyê kir

14 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê hate damezrandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Gurbetellî Ersoz bi merasîmeke girseyî hat dayîn 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şemzînan bi tirî û titûna xwe bi nav û deng e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mihrîcanên ku Wezareta Çandê li dar dixe xebatên bişaftina civakê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne