Li Stenbolê ji danê sibehî ve bênavber baran dibare. Baran di saetên dawiyê de zêde bariya û gelek kolan bin avê de man. Walîtiya Stenbolê ragihand ku ji ber baranê sibe dibistan di betlaneyê de ne.
Gerînendehîya Meterolejiyê ji bo Stenbolê ragihandibû îro li Stenbolê baranekî zêde bibare. Baran ji danê sibehî ve bênavber bariya. Di danê ber êvarî de baran gelek zêde barî û binesaziya bajar xetimî. Gelek dikan û kolan di bin avê de man. Rogarên kolanan teqiyan û bû sedema lehiyê.
Her wiha Waltiya Stenbolê ragihand ku sibe dibistan di betlaneyê de ne.















