Polîsan îro serê sibê li ser avahiya Halk TVê ya li Stenbolê girt. Qeyim tayînî kanalê hat kirin û weşana televîzyonê hat sekinandin.
Polîsan îro ser avahiyê Halk TVê yê li Stenbolê girt. Piştî serdagirtinê qeyim tayînî kanalê hat kirin û weşana televîzyonê hat sekinandin. Di kanalê de lêgerîna polîsan didome. Polîs nahêlin xebatkarên kanalê têkevin hundir.
Rêvebirê Giştî yê Weşanê yê Halk TVê, Suat Toktaş, xwest ku weşana rasterast bidome da ku mafê bingehîn ê gel ji bo agahdarkirinê were parastin, lê qeyim ev yek qebûl nekir.













