• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
10 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Qurbaniyên 10ê Cotmehê li Amedê hatin bibîranîn

    Qurbaniyên 10ê Cotmehê li Amedê hatin bibîranîn

    Apê Mûsa li Îzmîrê hate bibîranîn

    Apê Mûsa li Îzmîrê hate bibîranîn

    ‘Komkujiya 10ê Cotmehê bêdengkirina daxwaza aştî û demokrasiyê ye’

    ‘Komkujiya 10ê Cotmehê bêdengkirina daxwaza aştî û demokrasiyê ye’

    50emîn civîna lijneya Baroya Amedê destpê kir

    50emîn civîna lijneya Baroya Amedê destpê kir

    Li Rihayê pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin

    Li Rihayê pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin

    Li Wan û Colemêrgê qûrbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

    Li Wan û Colemêrgê qûrbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Îzmîr / AW

10 COTMEH 2026 - 20:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Malbat û dostên Apê Mûsa yê Çapemeniya Azad li Îzmîrê ji bo Apê Mûsa panel û bernameya bîranînê li dar xistin.

Ji bo Apê Mûsa (Mûsa Anter) yê ku di 20ê Îlona 1992an de li Amedê hate kuştin, ji aliyê malbat û dostên wî ve bi dirûşma “Di ronahiya Mûsa Anter de azadiya çapemeniyê” li Sehneya Defxanê ya li Konakê panel û bîranîn hate lidarxistin. Di panelê de Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, parêzer Eren Keskîn, keça Apê Musa Rahşan Anter, kurê wî Dîcle Anter, civaknas Ferhat Kentel û nivîskar Mazlûm Vesek axivîn.

Selçûk Mizrakli beriya panelê axivî û diyar kir ku Apê Mûsa ne tenê hilgirê hafizeyê ye û got: “Dema ku ez Apê Mûsa bi bîr tînim, ez xwe di servîsa lezgîn a Zanîngeha Dîcleyê de dibînim. Ez wekî alîkarê sereke di servîsa lezgîn de dixebitîm. Hevalekî min ê parêzer geriya û got, ‘Apê Mûsa kuştine.’ Ez li wir matmayî mam. Wê gavê ji bilî bijîşkiyê, ew aliyê min ê şoreşgerî mirina Apê Mûsa qebûl nekir. Min ew di dilê xwe de veşart, di hişê xwe de, di ramanên xwe de û di sekna xwe ez her tim bi wî re jiyam.”

‘Pênûsa Apê Mûsa li erdê nemaye û namîne’

Piştre Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku Apê Mûsa apê her kesî ye û got: “Ji ber ku wî rastiya me hemûyan qîriya. Ew parêzvanê ziman, çand û nasnameya me bû. Em çiqas wî bi bîr bînin jî, em nikarin bi qasî ku pêwîst e rast bînin ziman. Îro tevî ku çapemeniya azad ewqas tê astengkirin jî, bi biryardarî têkoşîna xwe didomîne û ev jî tê wê wateyê ku pênûsa Apê Mûsa li erdê nemaye û namîne.”

Kurê Apê Musa, Dîcle Anter anî ziman sekna Apê Mûsa hê jî ji bo gelek kesan rênîşandar e û got: “Bi salan pir hewldan ku pênûsa wî bişikînin. Mûsa Beg bi giştî nêzî 11 sal û nîvan di surgunê de derbas kir. Bêguman di vê navberê de malbata me parçebû. Birayê min çû Swêdê, xwişka min zewicî, ez çûm Swêdê. Piştre gotin ‘Me çi bi Kurdan kiriye?’. Ma hûn ê hîn çi bikin? We Kurd hemû malbat mecbûrî koçberiyê kirin, malbat parçe kirin, ji vê mezintir dram heye?”

‘Wî êşa hemû rojnamevanên Kurd dikişand’

Eren Keskîn jî bîranînên ku bi Apê Mûsa re derbas kiribûn parve kir û got: “Mehmet Alî Bîrand di quncikekî Rojnameya Mîllîyetê de li ser Kurdan nivîsandibû wê demê her kesî li hev digeriya û şabûneke mezin digotin Mehmet Alî Bîrand behsa Kurdan kiriye. Apê Mûsa di serdemeke wiha de di Rojnameya Ozgur Gundemê de qala çand, ziman û nasnameya Kurdan dikir.”

‘Tevî hemû êşan jî em mîna bavê xwe dikenin’

Keça wî Rahşan Anter diyar kir ku tevî hemû êşan jî ew dikarin mîna Apê Mûsa bikenin û got: “Wekî birayê min jî gotî me bavê xwe nedît. Ji ber ku gef li bavê min dixwarin digotin hay ji zimanê xwe hebe ji ber ku zarokên te hene. Pêşî birayê min, paşê Dîcle, paşê diya min em yek bi yek derketin derveyî welêt. Me gelek zehmetî dîtin lê tevî van êşan jî em hîn mîna bavê xwe dikenin.”

Piştî axaftinan, panel bi pirs, bersiv û îmzekirina pirtûkên Apê Mûsa re bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Qurbaniyên 10ê Cotmehê li Amedê hatin bibîranîn

Qurbaniyên 10ê Cotmehê li Amedê hatin bibîranîn

10 COTMEH 2026
‘Komkujiya 10ê Cotmehê bêdengkirina daxwaza aştî û demokrasiyê ye’

‘Komkujiya 10ê Cotmehê bêdengkirina daxwaza aştî û demokrasiyê ye’

10 COTMEH 2026
50emîn civîna lijneya Baroya Amedê destpê kir

50emîn civîna lijneya Baroya Amedê destpê kir

10 COTMEH 2026
Li Rihayê pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin

Li Rihayê pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin

10 COTMEH 2026
Bahçelî : Koordînatoriya siyasîbûnê mafê Îmraliyê ye

Bahçelî : Koordînatoriya siyasîbûnê mafê Îmraliyê ye

10 COTMEH 2026
Amedsporê lîderî di deqîqeya dawî de winda kir

Amedsporê lîderî di deqîqeya dawî de winda kir

10 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne