Platformên Ked û Demokrasiyê yên Wan û Colemêrgê, qurbaniyên Komkujiya 10ê cotmehê bi bîr anîn û xwestin kujer bên darizandin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li Kolana Hunerê ya Rêya Armûşê bi boneya 11emîn Salvegera Komkujiya 10ê Cotmehê ya Gara Enqereyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Komkujiya 10ê cotmehê ji bîr nekin” û “Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin” hate vekirin û dirûşmên “10 Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Hevberdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Mahmûd Dîndar, endamên qada kedê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Şaxa SESê ya Wanê Figen Çolakoglu ve hate xwendin. Piştî daxuyaniyê, beşdaran li Galeriya Hunerê serdana pêşangeha wênayan a Emine Kart a bi navê “Ardakalan” ku ji bo bîranîna qurbaniyên 10ê cotmehê hatiye amadekirin, kirin.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê jî Komkujiya 10ê Cotmehê ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê ve li ber avahiya şaxa KESKê ya Colemêrgê hat şermezar kirin. Di çalakiyê de pankarta “Em 10ê Cotmehê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin” hat vekirin. Endamên Partiya Elmanî a bi navê “Dîe Lînke” û endamên qada kedê tev li daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê hevserokê SESê yê Colemêrgê Remzî Ozer hate xwendin.
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.



















