Endamên Heyeta DEM Partiyê yên Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re civiyan.
Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re civiyan. Serokwekîlê Meclisê Celal Adnan ê MHPyî jî di hevdîtinê de amade bû. Di hevdîtinê de li ser merhaleya pêvajoyê ku gihiştiyê û ji niha şûn ve dê çi were kirin, dan û standin hate kirin.













