Sêrt – Hevserokê Rêxistina DBPa Sêrtê Emîn Dayan û Hevserokê MEBYA-DERa Sêrtê Abdûlbakî Taşçi destnîşan kirin ku tevî pêvajoya heyî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo pêvajo bi pêş bikeve gavên şênber nayên avêtin û wiha gotin: “Divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe û siyaseta xwe bi awayek azad bike. Serkeftina pêvajoyê xelasiya civaka Kurd û Tirk û ya Rojhilata Navîn e.”
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û derbasî qonaxeke din bû, nêzîkî du sal li pey xweş hişt. Dihat payîn ku bi qebûlkirina qanûna çarçoveyî re gavên pratîkî bên avêtin, nedana biryara “teyîdê” ya Ji aliyê Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ve pêvajoyê dirêj dike. Bi damezirandina Desteya Şopandin û Nirxandinê û 4 binekomîsyonan jî hêj gavên şênber ku pêvajoyê bi pêş ve bibin nehatine avêtin. Ev yek jî di nava raya giştî de dibe sedema fikaran.
Hevserokê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Sêrtê Emîn Dayan û Hevserokê Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ê Sêrtê Abdûlbakî Taşçi derbarê pêvajoyê de ji ajansa me re axivîn.
‘Hezar kîlometre bi gavekê tê destpêkirin’
Emîn Dayan, bi bîr xist ku heta niha gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd çi ketiye ser milê wan, bi girêdana xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dane nîşandan û gavên xwe li gorî wê diavêjin û wiha got: “Şewitandina çekan ji bo Kurdan gelek zehmet bû. Lê ji ber ku Kurd û rêxistina Kurdan ji Rêberê xwe bawerbûn, ev yek qebûl kirin. Lê tevî van gavêtinan jî dewletê gavên ku mirov pê qaneh bibin neavêtine. Kengî ku Rêber Apo û hevalên di zindanan de hatin berdan, ev qanûna çarçoveyî ket meriyetê, em ê wê demê bibêjin; dewlet jidil tevdigere. Lê êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Rêbertiyeke me ya xurt heye, heyetên me yên muzakereyê jî xurt in.
Tevî hemû kêmasiyên dewletê yên ku gavan naavêje jî Rêbertî ev gotin got ‘Hezar kîlometre bi gavekê tê destpêkirin.’ Di nava vê pêvajoyê de ya girîng ew e ku xwîn hatiye sekinandin. Mesele bi tenê demokrasî ye, divê em vê demokrasiyê neqlî Tirkan jî bikin. Ger ku her tim gotinên teror û terorîstiyê bên bikaranîn, ev ne muzakereyeke rast e.”

‘Divê azad bibe û dikaribe siyasetek azad bike’
Emîn Dayan destnîşan kir ku divê di pêvajoyê de gav du alî bên avêtin û wiha got: “Dema ku yek alî bê fikirandin dê çareserî jî pêk neyê. Gelê Kurd gelek zilm dîtiye û malbatên Kurdan gelek caran li ber çavan hatin qetilkirin. Gelek hevalên me bi salên dirêj di zindanan de hatin ragirtin. Cenazeyên Kurdan di bîrên asîtê de hatine hiştin û milet hê jî li hestiyên zarokên xwe digerin, nedîtine. Em hê jî ji fikr û daxwazên xwe yên aştiyê nehatine xwarê. Divê ji bo kesên di zindanan de dimînin û nexweşin gavek bê avêtin û derkevin. Ev tişteke mirovî ye, ne siyasî ye. Ev qanûnên ku hatine derxistin divê siyasetmedarên Kurd di zûtirîn demê de bên berdan. Divê Rêberê Gelê Kurd azad be û siyaseta xwe azad bike.”
‘Firsendeke dîrokî û xilasbûna Tirkiyeyê ye’
Abdûlbakî Taşçi destnîşan kir ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de cara yekemîne ku li her derî hebûna Rêberê Gelê Kurd û rêxistinê wî tê qebûlkirin û wiha got: “Em dikarin bêjin, di dîroka komarê de cara yekemîn ev tişt pêk tê. Wekî ku tê zanîn nêzîkî du mehan e hinek qanûn li Meclisê hatin derxistin, çima hê jî ev yasa neketine meriyetê? Dema ku mirov li vê yekê dinêre pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin, firsendeke dîrokî û xilasbûna Tirkiyeyê ye. Ev pêvajo ji bo komareke demokratîk gelek girîng e. Ji bo vê yekê jî Rêber Apo hemû bingeh afirandine û daniye pêşberî herkesî. Demeke dirêj e qanûnek hatiye derxistin, lê bi tenê navê yasayê heye. Di pratîkê û di nava jiyanê de hê jî gaveke wisa şênber nehatiye avêtin. Her meh dirêj dikin. Digotin; ‘Em ê di Îlonê de, niha jî dibêjin; em ê di Mijdarê de têxin pratîkê’. Lê niha jî MGKê biryarek stendiye dibêje; ‘em ê di Mijdarê de daxuyaniyekê’ bidin. Ev yek di vir de bêcidiyetiyeke mezin dide nîşandan.”
‘Ev firsendeke mezin e’
Abdûlbakî Taşçi bal kişand ser girîngiya rol û misyona siyasetmedaran û got ku di vê pêvajoyê de rol û mîsyona qada siyasî gelek girîng e û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dema ku mirov lê dinêre niha valahiyek tê jiyîn û sistbûnek heye. Rêber Apo dibêje; ‘Dema ku hûn bixebitin ew ê destê min xurt bibe û dema ku hûn nexwazin ew ê kes darikê kufrîtê jî nede we.’ Mademkî dewlet vê tiştê nade me, divê em destê Rêber Apo xurt bikin da ku dewlet gavan biavêje û em jî mafên xwe bistînin. Heta em wan kêmasiyên xwe yên berê derbas nekin nikarin rihê pêvajoyê jî mezin bikin. Divê em jî li gora vê yekê tevbigerin. Ez di wê baweriyê de me ku yasayên derketine dê bikevin meriyetê. Ev rêxistin û Serokê wê rêxistinê baş zanin ku ew çi dikin. Dewlet jî li gora konjuktora Rojhilata Navîn tevdigerin. Lê dinêrin li Sûriyeyê, Iraq û Îranê rewş çawa diçe xwe li gora wê eyar dikin. Di vir de her çar aliyan bi hev ve girêdidin, lê di rastiya xwe de naxwazin ku Kurd bibin xwedî statu. Ev pêvajo ji bo dewletê û ji bo me jî şanseke mezin e. Ya rastî em bêjin hêzên derdor ên hegemonîk Tirkiyeke mezin naxwazin. Rêber Apo wêrekiyeke herî mezin di dîrokê de da xuyakirin. Ev firsendeke mezin e. Ya rastî em bêjin Tirkiye di aliyê aborî de gelek qels bûye. Serkeftina pêvajoyê xelasiya civaka Kurd û Tirk û ya Rojhilata Navîn e.”














