Bi hewldana Rêxistina DEM Partiyê ya Sûrê malbatên Yildiz û Kaya ku di navbera wan de neyartî hebû, bi bernameyekê li hev hatin.
Bi pêşengiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a Sûrê, malbatên Kaya û Yildiz ku di navbera wan de neyartî hebû, li eywaneke dawetê ya li Taxa Şehîtlikê ya navçeya Bajarênû ya Amedê ji bo lihevhatinê hatin cemhev. Tevî malbatên Kaya û Yildiz, Dayikên Aşitiyê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî beşdarî bernameya lihevhatinê bûn. Bername bi xwendina qûranê dest pê kir. Neyartiya çar mehan a di navbera malbatan de, bi hewldanên Rêxistina DEM Partiyê ya Sûrê veguherî aştiyê.
Dayika Aştiyê Nezahat Teke ku li ser navê Dayikên Aşitiyê axivî, ev tişt gotin: “Keda kê di vê aşitiyê de hebe, hewl daye mala wan ava bibe. Mirov çi qas bêje jî zimanê mirov têrê nake, ev çiqas hewldaneke pîroz û hêja ye. Xwedê bike wesîleya xêrê û berdewamiya wê dabîn bike. Çareserkirina vê yekê bila di nav gelê me de, bi vî awayî bi aştî, tifaq, yekitî û demokrasiyê bi dawî bibe.”
‘Divê em jiyaneke demokratîk û aştiyane ava bikin’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay diyar kir ku bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re ew ê aştiya hemû gel û baweriyên li Tirkiye û Rojhilata Navîn ava bikin û bi peydakirina aştî û tifaqa di navbera xwe de divê ew li derdora xwe jiyaneke azad, demokratîk û aştiyane ava bikin û wiha got: “Ev pêvajo pir girîng û hêja ye. Hefteyek berê jî saziyên me û Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi kedeke mezin li gundekî aştî pêk anîn. Ev rewş bi rastî jî hêz û moralê dide mirov, kedeke pir hêja ye. Em jî wekî rêveberên herêmî û wekî şaredariya bajarê mezin, ger rolek, mîsyonek an jî berpirsiyariyeke bikeve ser milê me, her dem amade ne. Hemû dîn û bawerî aşitiyê li ser mirov ferz dikin. Dînê Îslamê jî aşitiyê li ser me ferz kiriye. Mela û seydayên me jî li vir in, di hizûra wan de divê em vî heqî binpênekin û careke din nekevin nav dozên bi vê rengî.”
Piştî axaftinan li ser xwarina aşitiyê dua hatin kirin û malbatên ku neyarê hev bûn di bin Quranê re derbas bûn û neyartiyê cihê xwe ji aştiyê re hişt.















