Weşanxaneyên Kurdî yên di Pêşengeha Pirtûkan a Amedê de cih digirin destnîşan kirin ku heke ziman derbasî nifşekî din nebe ziman ber bi tunebûnê ve diçe û xwestin ku ne salê carekê divê li her dere xwedî li pirtûkên Kurdî bê derketin.
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 10emîn ku ji aliyê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAPê ve li Navenda Fûar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin, di roja 6emîn de berdewam dike. Di van rojên pêşengehê de hezaran kesan serdana pêşangehê kirin û pirtûk stendin. Di pêşengehê de berhemên ku Kurdî hatine çapkirin li ser standan cihê xwe girtin. Standên weşanxaneyên Kurdî li benda xwîner û pirtûkhezan e.
Nivîskar Bahoz Baran, Endamê Weqfa Mezopotamyayê Îhsan Ay û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Amedê Mûrat Bîlgîç derbarê pêşengeha pirtûkan û eleqeya berhemên Kurdî ji ajansa me re axivîn.
‘Zimanê dayikê jî hatiye jibîrkirin’
Nivîskar Bahoz Baran anî ziman ku bi hezaran zarokên Kurd hatine pêşengehê, dizanin pirtûkên Kurdî ne, lê nizanin bixwînin û got: “Ji ber ku perwerde nebûne. Ev zarok perwerde bibûna bi zimanê xwe bixwendana, dê li ber vê standê jî bi dehan xwendekar hebûna. Vê gavê li Ewropayê zarok pirzimanî ne, sê-çar zimanan dizanin. Lê vir ji ber ku sîstemeke, pergalê ya perwerdeyek a şaş heye, zarokên Kurdan fêrî zimanekî kirin, zimanê dayikê jî hatiye jibîrkirin. Zarokekî Kurdan pir bi rehetî dikare Kurdî, Tirkî, Îngilîzî jî hîn bibin. Lê malbatên wan berpirsyar nêz nabin û zarok jî dikevine vê rewşa xirab.”
‘Divê hemû şaredarî di pirtûkxaneyên xwe de berhemên Kurdî pêşkeş bikin’
Bahoz Baran bal kişand ser şaredariyan û anî ziman ku divê hemû şaredarî di pirtûkxaneyên xwe de cih bidin berhemên Kurdî û wiha domand: “Ne salê carekê li pêşengehê, divê li her derê xwedî pirtûkên Kurdî derbikevin. Şaredariyên me divê karibin bi awayekî rêk û pêk karê berhevkariyê bikin. Ji ber ku çanda me, destanên me, çirokên me, meselokên me gelek tiştên me vê gavê nayên berhevkirin. Divê şaredarî dest bi vî karî jî bikin.”
‘Bi xeyalên Kurdî cîhana xwe nas bikin’
Endamê Enstîtuya Kurdî ya Amedê Mûrat Bîlgîç jî da zanîn ku ew kêfxweş in ku berhemên Kurdî digihînin Kurdan û bi lêv kir ku îsal li fuarê eleqe li gor salên din kêm be jî ji berhemên Kurdî re eleqe zêde ye û ev tişt gotin: “Ev kêfxweşiyê dide me û ji bo xebatên pêşerojê hêviyeke xurtir dide me. Em ji vê derê bangawaziyê jî dikin, rast e rewşa aboriya Tirkiyeyê ne baş e, rewşa Kurdên me jî di nav de aborî ne baş e, lê li vir nivîskar hene, mamoste hene, zimanzan hene. Werin li ser zimanê xwe sohbetê bikin. Nava hefteyê her roj gelek zarokên ku diçin dibistanê tînin fuarê lê mixabin zarokên ku tînin tenê dibin standên Tirkî. Mamosteyên ku li ser serê wan peywîrdar in nahêlin ku zarokên ku dixwazin jî werin ser standên Kurdî. Em dibînin bi hezaran zarok hene bi mamosteyên wan li ser serê wan anîne vê derê. Li dibistanan tenê zarokan ji Kurdbûnê dûr nakin, li fuarê jî em dibînin ku zarokên Kurd dibin ser standên ku tiştên Tirkî hene. Em hêvî dikin ku ev zarok li standên Kurdî bi berhemên Kurdî, bi xeyalên Kurdî cîhana xwe nas bikin.”
‘Mixabin saziyên me giraniyê nadin ser zimanê Kurdî’
Dû re Endamê Weqfa Mezopotamyayê Îhsan Ay destnîşan kir ku gelek kêmasiyên pêşengeha îsal hene, hinek Weşanxaneyên Kurdî beşdar nebûne û got: “Bi giştî bazara Kurdî pir zêde baş nîn e. Ji bo ku zimanê Kurdî di asteke herî jor de nîn e. Mixabin gelek saziyên me, dezgehên me giranî nadin ser zimanê Kurdî. Ji bo wê jî Kurdî çiqas diçe kêm dibe. An gelek zarok tên ji dibistanan em bi wan re bi Kurdî diaxivin, mixabin sed mixabin dibêjin em Kurdî nizanin. An jî dibêjin ‘Kekê weleh ez fêm dikim lê ez nikarim biaxivim’ tiştekî vî awayî ye em jî lê ber dikevin. Ji ber ku ziman heger derbasî nifşekî dinê nebe, ziman ber bi tunebûnê ve diçe. Sed heyf ku zimanê me yê qedîm, zimanê me yê dewlemend di nav gel de çiqas diçe kêm dibe.”
‘Divê em ser perwerdeya zimanê Kurdî bisekinin’
Îhsan Ay da zanîn ku divê hemû sazî, dezgeh, siyasetmedarên Kurd di jiyana rojane de zimanê Kurdî bikarbînin, biaxivin û wiha berdewam kir: “Heger saziyên me, dezgehên me, rêvebirên me, serokên me, pêşengên me bi Kurdî her tim neaxivin û ji gel re nebin mînak, wê çaxê çi dibe, zimanê me çiqas diçe qels dibe. Li gorî ew di jiyanê de bi kar bînin ku gel jî li wan binêre û bi gorî wî zimanê xwe yê xweşik, zimanê xwe yê delal bi kar bîne; xwendin û nivîsandina bi Kurdî jî dê zede bibe. Ji bo wê jî divê em ser perwerdeya zimanê Kurdî bisekinin. Niha pêvajoyeke nû heye, divê daxwaz ew be ku heta zimanê Kurdî nebe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê, tu gav neyê avêtin. Ez di vê baweriyê de me.”













