Wezîrê Karên Pêşmerge Şoreş Îsmaîl diyar kir ku hêzên Yekeya 70ê ya girêdayî YNK û Yekeya 80ê ya girêdayî PDKê bi wezaretê ve hatine girêdan.
Wezîrê Karên Pêşmerge Şoreş Îsmaîl derbarê yekkirina hêzên Pêşmerge û xebatên wan ên ji bo çûyîna bin sîwana Wezareta Karên Pêşmerge de, agahiyan belav kir.
Şoreş Îsmaîl ragihand ku wan bi hezaran saet civîn pêk anîne da ku li ser yekkirina hêzên Pêşmerge bigihêjin rêkeftinekê û wiha got: “Cihê kêfxweşiyê ye ku niha em gihîştin encamê û pêvajoya yekkirinê bi dawî bû. Hêzên 70 û 80 bi navê devera yek û devera du, dikevin bin sîwana Wezareta Karên Pêşmergeyê. Ev pêvajo serkeftineke neteweyî ye û em pê serbilind in.”
Wezîr Şoreş Îsmaîl diyar kir ku daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de hikûmeta nû were avakirin da ku wezareta xwe bi yekbûyî radestî kabîneya dehem bikin û daxwaz kir ku parlamento were çalakirin da ku şayiste û mafên pêşmergeyan werin parastin.
Hêjayî gotinê ye ku ev merasîm bi beşdariya berpirsên payebend ên Herêma Kurdistanê û berpirsên leşkerî yên Iraqê hate lidarxistin. Di heman demê de, Amerîkayê zexteke zêde li YNK û PDKê kir da ku pêvajoya yekkirina hêzên xwe pêk bînin, lê wan ev pêvajo ji ber nakokiyên di navbera wan de çend salan paş xistibûn.













