Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî re peyam şand û bal kişand ser pêvajoyê û wiha got: “Heya ku bawerî nebe tu veguherînên demokratîk mayînde nabin. Ji ber vê yekê divê sererastkirinên hiqûqî neyê derengxistin, astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk werin rakirin û şert û mercên ku hemû aliyên pêvajoyê xwe di nava ewlehiyê de hîs bikin, werin afirandin.”
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo 34emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya li Dortmundê, hate lidarxistin ji aliyê Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş ve hate xwendin. Veysî Aktaş di festîvalê de amade bû û peyam xwend.
Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:
“Ji bo Konferansa Çandê;
Dostên hêja, beşdarên birêz,
Ez we bi wesîleya Festîvala Çandê silav dikim. Ez hêvî dikim ku ev kombûn ji bo lêgerîna we ya azadiyê, naskirina hevdû ya çandan û xurtbûna fikrê siberojeke hevpar tevkariyê bike. Îro em di qonaxa pêvajoyeke nû de ne. Divê em pevçûn û êşên berê bihêlin, ji tiştên qewimîne ders derxînin û rêyeke nû vebikin. Di bingehê vê rêyê de civaka demokratîk, siyaseta demokratîk û jiyana azad a bi hev re ya gelan heye.
Nasname, ziman û çand bi zextê nayên tunekirin
Pîvana giştî ye; civak tune nabin. Nasname, ziman û çand bi zextê nayên tunekirin. Mesela me ne li dijî hev rakirina cudahiyan e, mesele avakirina sîstemeke demokratîk e ku her gel bikare bi nasname û çanda xwe bi azad têde cih bigire û jiyana bi hev re mimkun be.
Gelê me yê hêja, beşdarên bi qîmet,
Divê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku me pêş xistî jî, di vê çarçoveya dîrokî de were nirxandin. Ev pêvajo tenê ragihandina helwesteke nû ya siyasî nîne. Di heman demê de ji bo hiştina şêwazekî têkoşîna berê û destpêkirina demeke nû, îradeya hatî raberkirin e.
Başe, em ê şûna ya berê çi deynin?
Nêzîkatiya esas a ku em gihiştinê entegrasyona demokratîk e. Entegrasyona demokratîk nayê wê wateyê ku civakek dest ji nasname, çand yan jî hebûna xwe ya civakî berde. Tam berevajî, tê wê wateyê ku mirov bi nasnameya xwe di nava civakê de bi azad hebe û 34emîn jiyana xwe ya civakî bi rêyên demokratîk rêxistin bikin. Yek ji wezîfeyên me ya esas ew e ku kesên hatine sirgûnkirin yan jî weke derqanûnî hatine îlankirin vegerin ser xaka xwe, bikarin siyaseta demokratîk bikin û tevlî avakirina siberoja xwe bibin. Ne rast e ku mirov vê yekê weke dest jê berdana azadiyê bibîne. Nêzîkatiyeke wiha nîşan dide ku tecrûbeya dîrokî û pêdiviyên îro li pêşiya me, rast nayên fêmkirin. Berevajî, tişta li vir mijara gotinê veguherîneke aştîxwaz e ku tecrûbeya xwe ya dîrokî binirxîne, li şûna tundî û şer hêza siyaseta demokratîk esas bigire. Ji vir û şûnde hîn zêdetir pêdivî bi siyaset, rêxistinbûn û têkoşîneke demokratîk a hîn xurttir heye.
Divê îradeya xwecihî bibe xwedî mafê gotin û biryarê
Feraseta min a civakparêz jî ev e. Xwerêxistinkirina civakê, ne li şûna dewletê civak bi cih kirine. Meseleya rast ew e ku civak bibe kirdeya bi bandor û damezrîner a jiyana demokratîk. Lewma divê jiyana demokratîk tenê bi temsîliyeta di parlamento û partiyên siyasî de sînordar neyê dîtin. Rêveberiyên xwecihî, qadên çand û perwerdeyê, rêxistinbûnên jinan, xebatên ciwanan, kooperatîf û hemû rêxistinbûnên ku mirovan li dora jiyana xwe ava kiriye parçeyên girîng ên jiyana demokratîk in. Îro mîna li Ewropayê li gelek deverên cîhanê jî yek ji pirsgirêkên esas a li pêşiya me, ew e ku çavkaniyên xwezayî û aborî yên civakan ji dervey xwesteka wan tên bikaranîn. Çavkaniyên sererd û binerd ji aliyê şîrketên navneteweyî ve bi rengekî bêsînor tên mezaxtin û îradeya gelên xwecihî tune tê hesibandin, li dijî vê yekê divê em mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Eger li herêmekê maden, petrol, av yan jî çavkaniyeke din a xwezayî hebe, têkildarî şêwazê bikaranîna wê çavkaniyê mirovên li wir dijîn divê bibin xwedî mafê gotin û biryarê. Îradeya xwecihî divê tenê îradeyeke ku nêrîna wê tê girtin nebe; divê ji bo biryardayînê bibe xwedî gotineke rast.
Riha yek ji mînakên vê yekê ya balkêş e. Roja îroyîn li vê herêmê ku yek ji navenda herî girîng a çanda Neolîtîk e, hê jî xizanî û bêkariyeke cidî heye. Rihayî belav bûne çar aliyên cîhanê. Ev tablo nîşanî me dide ku ger civakek mafê xwe yê têkildarî çavkaniyên xwe û pêşeroja xwe winda bike wê encamên çawa derkevin holê.
Bi vê wesîleyê bi taybetî ez dixwazim balê bikşînim ser mafê biryardayînê yê jinan ê têkildarî jiyanên xwe. Di nava civakeke ku lê jin azad nînin, bi rastî jî em nikarin qala civakeke demokratîk bikin. Her cure destwerdanên zorlêker ên li dijî jiyan û îradeya azad a jinan nayên qebûlkirin.
Aliyekî din ê sereke yê çareseriya demokratîk azadiya nasname, bawerî, fikr û çandî ye. Divê ziman, çand û nasnameya gelê Kurd yan jî gelekî din weke gefekê neyê dîtin. Li vir meseleya sereke ew e ku dewlet pêşiya vê pêşketina civakî digire. Erkê dewletê ne ew e ku civakê bike nava yek qalibî; divê şert û mercên ku nasname û civakên cuda bi awayekî azad û demokratîk bi hev re bijîn, biafirîne.
Roja îroyîn tişta ku ji ciwanên li Ewropayê, hemû hêzên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn û hemû kesên têdikoşin re were gotin ev e:
Li pêşiya me têkoşîneke hîn zehmettir heye, ne hêsantir
Lê belê ev têkoşîn êdî ne têkoşîna çekan e; têkoşîna siyaset, birêxistinbûn, çand, aborî û piştevaniya civakî ye. Di gel ku em serdemekê li pey xwe dihêlin, divê qada têkoşîna demokratîk jî berfireh bibe. Parastina herî bihêz, civaka birêxistinkirî ye. Civakeke ku dikare pirsgirêkên xwe çareser bike, saziyên xwe ava bike, çanda xwe zindî bigire û siyaseta demokratîk bike, dikare pêşeroja xwe jî bi awayekî xurttir biparêze.
Ez di wê baweriyê de me ku divê Ewropa bes ne weke çavdêreke ji derve nêzîkî vê pêvajoyê bibe. Tecrûbeya dîrokî ya Ewropayê nîşan dide ku şer û pevçûnên netewdewletan rê li ber derketina encamên çi qasî giran vedikin. Lê belê heman dîrok nîşan dide ku modelên ku nasname û gelên cuda di nava hiqûqa demokratîk de bi hev re bijîn jî pêkan in.
Roja îroyîn tişta ku hewcehiya me pê heye ne jihevcudabûna gel û baweriyan e; ew e ku azadî û nasnameyên xwe biparêzin û bi awayekî demokratîk bi hev re bijîn.
Helbet dibe ku têkildarî aliyên çawanî û teorîk ên pêvajoya ku me pêş xistiye rexne û îtiraz hebin. Lê belê divê ev rewş li pêşiya ku werin ba hev û bi hev re têbikoşin nebe asteng. Werin em li gel rexneyan kêmasiyên serdema nû bi hev re temam bikin.
Ji bo vê yekê divê destpêkê bawerî were afirandin
Heya ku bawerî nebe tu veguherînên demokratîk mayînde nabin. Ji ber vê yekê divê sererastkirinên hiqûqî neyê derengxistin, astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk werin rakirin û şert û mercên ku hemû aliyên pêvajoyê xwe di nava ewlehiyê de hîs bikin, werin afirandin. Ez hêvî dikim ku festîvala we tevkariyê li vê nîqaşê bike û bibe wesîle ku gel hevdû baştir fêm bikin û li nêzî hevdû bibin.
Erkê serdema nû ne dubarekirina paşerojê ye, ew e ku ji paşerojê ders werin standin û avakirina jiyaneke nû ya demokratîktir û azadtir e.
Ez bi rêzdarî we hemûyan silav dikim.
Abdullah OCALAN- Îmrali”













