Wêne: Arşîv
Ji bo 34emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya bi şîara “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Civaka Demokratîk Ve”, ji bajarên cuda yên Ewropayê Kurdistanî û dostên xwe li Dortmundê tên ba hev.
Îsal li Ewropayê 34emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî tê lidarxistin. Festîvala yekemîn di sala 1992yan de li bajarê Bochûmê yê Almanyayê dest pê kir. Festîval her sal li bajarek cuda hate lidarxistin. Festîval her sal bi dirûşmek û daxwazek cuda hate lidarxistin. Festîvala îsal jî bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Civaka Demokratîk Ve” tê lidarxistin.
Festîvala îsal bi pêşengiya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), ji bo festîvala ku diyarî şehîdên têkoşîna azadiyê hate kirin gelek kes ji saetên şeveqê ve tên qadê.

Piştî kontrolên ewlekariyê ji biçûkan heta kal û pîran bi cil û bergên neteweyî û Kurdî û bi flamayên rengîn tên qada festîvalê.
Li qada festîvalê govend tê gerandin, gelek kes bi otobus û wesayîtan tên cihê festîvalî û bi kelecana serxistina azadiyê beşdar dibin.
Girseya ku li benda destpêkirina bernameyê ye, li qadê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz dike.
Li qada festîvalê gelek standên pirtûk, xwarin û tiştên cuda hatine danîn.
Di festîvalê de dê axaftin bên kirin û hunermend Chopy, Mîkaîl Aslan & Cemîl Koçgirî, Koma Zerdeştê Kal, Sîpan Xelat, Awaza Botan, koma Govendê derkevin ser dikê û stranan bêjin û hunera xwe nîşanî girseyê bidin.












