Li Silopiya, Riha, Semsûr, Dîlok, Meletiyê Enqere, Sêrt, Êlih, Stenbol, Amed, Şemzînan, Îzmîr, Manîsa û Wanê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşên girseyî hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Wan
Platforma Ked û Demokrasiyê û Platforma Saziyên Demokratîk ên Wanê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji Van AVMê heta Qada Bajêr a navçeya Rêya Armûşê meşek li dar xistin. Di meşê de Dayikên Aştiyê û endamên platforman, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), KURDÎHGEH û DEM Partî weke kortej meşiyan. Di meşê de pankartên “Em xwedî li banga Aştî û Civaka Demokratîk derdikevin” û “Civakbûn, înşakirin û serkeftina aştiyê wê bi azadiya Rêber Apo pêkan be” hatin vekirin û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Aştî” hatin berzkirin. Bi hezaran kes tev li meşê bûn.
‘Ez aştiya ku dê Birez Abdullah Ocalan bîne vî welatî dixwazim’
Di meşê de ewilî Dayika Aşitiyê Hanife Kaçak bal kişand ser giringiya aştiyê û diyar kir ku ew aştiyê dixwazin. Hanîfe Kaçak wiha axivî: “1ê Îlonê li hemû gelê cihanê piroz dikim. Em ji bo Aştiyê amade ne û bang li hemû gelên Kurd, Tîrk, Ereb hwd. Dikim ku bila destê xwe danin ser vijdana xwe. Êdî bes e, en mirinê û girtinê naxwazim. Ez aştiya ku dê Birez Abdullah Ocalan bîne vî welatî dixwazim. 27 sal in di girtîgehê de ye, lê disa ji aştiye dixwaze, mirinê kuştinê naxwaz e. Me weke Dayikên Aştiyê jî soz daye ku ji bo aştiyê ji hewce be em dê bikin.”
‘Deriyê aştiyê vebûye’
Li ser navê Platforma Saziyên Demokratîk hevseroka TUHAY-DERê ya Wanê Rengîn Karabûlût axivî û da zanîn ku îro ne tenê roja li dijî şer derketinê ye, roja mezinkirina vîna Kurdan a avakirina aştiyê û civakbûnê ye. Rengîn Karadûman diyar kir ku aştî tenê bêdengbûna çekan, nebûna şer û pevçûnan nîne û got: “Aştiya civakî; demokrasî ye, wekhevî ye, azadî ye, edalet e. Em wek gelê Kurd ê ku bi salan e berdêlên giran ên şer, pevçûn, înkar û zextê dijîn, dizanin ku aştiya mayinde bi vîna gelan û hêza siyaseta demokratîk pêkan e. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dest pê kir, li Tirkiyeyê deriyê rêya aştiyê vekiriye. Ev rê; rêya komareke demokratîk û aştiyeke civakî ya rastîn e ku gel, nasname û bawerî li ser bingeha welatîbûna wekhev bi hev re bijîn. Niha dema mezinkirina vê rêyê ye.”
Daxwazên xwe wiha rêz kir
Di berdewamiya axaftina xwe de Rengîn Karabûlût xwestikên xwe wiha rêz kir:
“Em welatekî wisa dixwazin ku;
* Divê di pirsgirêka Kurd de heqîqet derkevin holê, ziman, nasname û vîna siyasî ya gelê me were naskirin.
* Divê keda karker û kedkaran neyê xwarin; ked azad bibe.
* Divê jin ne bi tundî û cudakariyê, bi azadiya xwe bên rojevê.
* Divê ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet derfetên jiyaneke bi rûmet bên afirandin.
* Divê ciwan ne bi bêpêşerojî û bêhêvîtiyê, wek kirdeta pêşeroja xwe bijîn.
* Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo zarokan hebe.
* Divê hevalên me yên li girtîgehan bêyî derengmayîn bigihêjin azadiya xwe.
* Divê xwezaya welatê me neyê talankirin, qadên me yên jiyanê ji bo nifşên pêşerojê bên parastin.
* Divê ziman, nasname û baweriya tu gelekî ji ya din bilindtir neyê dîtin.”
‘Banga Ocalan derfeteke dîrokî ji bo Tirkiyeyê afirand’
Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê jî berdevkê KESKê Şahîn Karakaya mafê axaftinê girt û diyar kir ku aştî mafekî mirovî ye. Şahîn Karakaya da zanîn ku ew di Roja Aştiyê ya Cîhanê de li hemberî şer, pevçûn, înkar û siyasetên tundiyê, piştgiriya mafê gelan ê ji bo jiyaneke wekhev, azad û demokratîk dikin û wiha got: “Herçend şer û pevçûn li gelek deverên cîhanê berdewam bikin jî, careke din bi awayekî zelal derket holê ku polîtîkayên şer û tundiyê ji bo gelan tiştekî ji bilî mirin, wêranî û êş û azarê bi xwe re nayînin. Em diparêzin ku divê ne şer, îradeya gelan û rêyên çareseriya demokratîk esas werin girtin. Ji aliyê Tirkiyeyê ve jî, sala ku me li pey xwe hişt, di warê çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de bû serdemek ku pêşketinên girîng tê de qewimîn. Piştî ‘Bangewaziya ji bo Aştî û Civakeke Demokratîk’ a ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatibû kirin, biryara PKKê ya bidawîanîna têkoşîna xwe ya çekdarî û fesihkirina xwe derfeteke dîrokî ji bo Tirkiyeyê afirand da ku xwe ji çerxa pevçûn û tundiyê rizgar bike.”
‘Em rûbirûyê derfeteke dîrokî ne’
Şahîn Karakaya bang li îradeya siyasî kir ku dawî li siyasetên yekparêz, nijadperest, neteweperest û zimanê nefretê bînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dawiyê li van tiştên ku li ser civakê hatine ferzkirin bîne û siyasetên demokratîk û aştiyane yên ku xwe dispêrin mafên mirovan, pêş bixe.
Îro em rûbirûyê derfeteke dîrokî ne. Divê her kes erkên xwe bi cih bîne da ku ev derfet veguhere aştiyeke mayinde û civakeke demokratîk. Em li kêleka aştî û biratiyê ne, ne şer û pevçûnê.”
Îzmîr
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê bi bonyea 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşiyan û daxuyaniyek dan. Girseya ku li pêşiya avahiya OSYM ya li Alsancakê hat cem hev, heta Navenda Çandê ya Turkan Saylan meşiya. Di daxuyaniyê de pankartên “Li dijî şer û kedxwariyê dê demokrasi û aşitî serbikeve”, “Niha dema aştiyê ye”, “Niha dema jinan e, niha dema aştiyê ye” hatin vekirin û dirûşmên “Ji şer re na, aşitî niha”, “Bijî serok Apo”, “Avakarê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” hatin berz kirin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê Burcugul Çubuk û Îbrahîm Akin û her wiha gelek rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kes tevlî daxuyaniyê bûn. Metna çapemeniyê jî ji aliyê Xeznedara Baroya Îzmîrê Gamze Şîmşek ve hate xwendin.
‘Rêya aştiya mayinde ji civakeke sosyalîst derbas dibe’
Gamze Şîmşek anî ziman ku 1ê Îlonê ne tenê salvegera şerekî ku di rabirdûyê de qewimiye ye; di heman demê de roja dîrokî ya parastina aşitiyê ya li hemberî şer, mîlîtarîzm, faşîzm û êrîşkariya emperyalîst e û got: “Li pişt şeran berjewendiyên aborî û siyasî, çavkaniyên enerjiyê, bazar, bazirganiya çekan, hesabên jeopolîtîk, têkoşînên hêzên emperyalîst û lêgerîna mezinbûna bê sînor a sermayeyê hene. Ji ber vê yekê, aştiyeke rastîn ne tenê rawestana çekan a ji bo demekî diyar e. Aştiya rastîn; rêzikeke civakî ye ku mirov tê de nebin koleyên birçîbûn, xizanî, bêkarî, kedxwarî û bêewlehiyê; gel nabin dijminên hev; hemû mirov xwediyê mafê jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet in. Pêdiviya me bi wê yekê heye ku Tirk, Kurd, Ereb, Ermenî, Rum, Laz, Çerkez, Ebdax û hemû gelên li vê erdnâgariyê nebin dijminê hev, berevajî vê yekê wekî welatiyên wekhev û azad bi hev re bijîn. Em daxwaza xwe ya aşitiyê ji daxwaza demokrasi û edaleta civakî qut nabînin. Rêya aşitiya mayinde; ji civakeke sosyalîst derbas dibe ku kedkar xwediyê gotin û biryarê ne, hilberîn û dewlemendiyên civakî ne li gorî berjewendiyên çînekî sermayeyê lê li gorî pêdiviyên civakê tên rêzkirin, kedxwarî û ferqên çînî tên rakirin.”
Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmeyan meşiya da ku qurnefîlan bavêje behra Egeyê û daxuyanî bi tilîlî û dirûşman bi dawî bû.
Manîsa
Bi boneya 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê, li Manisayê li du navendên cuda daxuyaniyên çapemeniyê hatin lidarxistin. Di daxuyaniyên ku li Qada Manolya û Parka Ahmet Kaya hatin dayîn de li dijî polîtîkayên şer banga aşitiyê hate kirin. Girseya ku bi banga Platforma Ked, Demokrasî û Aştiyê ya Manisayê û bi beşdariya sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li Qada Manolya hat cem hev, li vir daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de bi berdewamî dirûşmên “Bijî Aştî” hat berzkirin û metna çapemeniyê ji aliyê Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Manisayê Mehmet Ramazan ve hate xwendin.
‘Jîngeha aştiyê ya domdar wê bi têkoşînê pêk were’
Mehmet Ramazan diyar kir ku şer ne tenê sedema pirsgirêkên demokrasiyê yên welêt e û aştî jî bi tena serê xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên kedkaran û qada demokrasiyê bes nîne. Mehmet Ramazan anî ziman ku budçeya ku ji bo şer tê veqetandin divê ji bo kedkaran û xizmetên qada giştî bê veqetandin û got: “Jîngeheke aşitiyê ya domdar wê bi têkoşîna fîzîkî, meşrû û yekgirtî ya me kedkaran bê pêkanîn.”
Amed
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma “Bi Rêbertiyeke Azad ber bi Aştiyê ve” li Amedê meş hate li darxistin. Meş li ber navende bazirganiyê NCity ya navçeya Rêzan a Amedê destpêkir heya AZC plazaya semta Ofîsê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê berdewam kir. Hevseroka Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari, parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê, endam û rêveberên Partiya Heremên Demokratîk(DBP), nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li meşê bûn. Di meşê de pankartên “Bi Rêbertiyeke Azad ber bi Aştiyê ve”, “Aştiyeke mayînde bi azadiya fîzîki ya Rêber Apo ve pêkane”hate vekirin. Girseya meşê bênavber bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Rêya Şehîd Rêya me ye Apo ye Serokê me”, “Şehîd Namirin” berz kirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin.
Bi piştî meşê Hevserokê DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axaftina xwe kir.
‘Aştî wekhevî û azadiya jinan e’
Tulay Hatîmogullari di serî de Şehîdên Azadiyê bibîranî û berdewama axaftina xwe de anî ziman ku gotineke ku Nelson Mandela yê ku yek ji sembolên herî girîng ên aşitiyê ye tê gotin heye. Nelson Mandela dibêje: “Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, aşitî edalet e” û got: “Em jî bi tevahî tevlî vê dîtinê dibin. Aşitî edalet e, aştî demokratî ye, aşitî biratiya wekhev e. Aştî ew e ku Kurdek bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne. Bi awayekî azad axaftina zimanê dayikê ya hemû gelan e. Aşitî ew e ku tu rojnamevan, tu rewşenbîr, tu nivîskar û tu siyasetmedar di girtîgehê de nebe. Aştî ew e ku Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Aştî ew e ku girtiyên siyasî azad bibin. Aşitî ew e ku karkerê madenê meaşê xwe bistîne û nanekî germ bibe mala xwe. Aşitî ew e ku pêşeroja ciwanan li vê welatî hebe, azad bin, bi azadî bixebitin, bi azadî bixwînin û aşitî pêşeroja ciwanan e. Aştî wekhevî û azadiya jinan e. Nebûna cînayetên jinan û dawîhatina tundiya li ser jinê ye. Û ji vir ve wekî hemû jin, em silava xwe ya aştiyê pêşkêş dikin.”
‘Em ê di mijara aşitiyê de biryardar bin’
Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe de bal kişand li ser şerê Rojhilata Navîn û diyarkir ku di serdemeke ku fûzeyên herî xeternak, çekên biyolojîk, çekên kîmyewî û çekên nûkleerî de pêşbirkê dikin de ne û ev wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê, dema ku Tirkiye aliyekî ve aşitiya xwe ya hundirîn saxlem dike, em neçar in ku di heman demê de bi hev re pêşengiyê ji aşitiya herêmê re jî bikin. Em li Tirkiyeyê aşitiya hundirîn û li herêmê aşitiyê diparêzin. Em li cîhanê aşitiyê diparêzin. Ji bo vê yekê ji bilî avakirina tevgereke aşitiyê ya enternasyonalîst bi rêya herî bihêz ti vebijarkeke me nîne. Ji ber ku em vê yekê dizanin; em kesên ku aşitiyê diparêzin, ji wan kesên ku şer derdixin pir bihêztir in. Bes e ku em bi hev re bin, bes e ku em bibin yek. Ez bi van hês û ramanan hêvî dikim ku 1ê Îlonê Roja Aşitiya Cîhanê ji bo me hemûyan, ji bo Tirkiyeyê, ji bo Rojhilata Navîn û ji bo hemû cîhanê aştiyê bîne. Û em bi çi provokasyonan re rû bi rû bimînin jî, ihtimala rûbiçûkbûna çi tiştî hebe jî, kî dixwaze vê pêvajoyê jehrî bike bila bizanibe ku em ê di mijara aştiyê de biryardar bin, ji bo aşitiyê têkoşînê bikin û ji bo aştiyê bibin yek.”
Colemêrg
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê mêş û daxuyanî hat lidarxistin. Meş li ber avahiya saziya DEM Partiyê destpê kir û heta ser Girê Efkar berdewam kir. Di meşa aştiyê de çirax hatin pêxistin û dirûşmeyên “Bijî Aştî” hatin berzkirin.
‘Şer xerab kirine, aştî ava kirine’
Li ser Girê Efkar ji aliyê serokê Odeya Dikandar û Pîşekara Muharrem Tekîn daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku şer mirin, koçberî, xizanî û xerabkirina civakê ye û dermanê şer pêkhatin, aştî, civakek azad ava kirine ye. Muharrem Tekîn bi daxuyaniyê ragihand ku li Tirkiyê bi salan e Kurd têne înkar kirin û dixwastin pirsigirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehî û tundîtî çareser bikin lê hate berçava ku pirsgirêk bi rêya aştiyê bi rêbaza wekhevî, mafên hemwelatî û demokrasiyê çareser bibe.
Piştî daxuyaniyê parlementerê Colemêrgê Vezîr Parlak bal kişand ser dîroka şer û aştiya cîhanê ku dî dîrokê de bi mîlyon mirov di şer de jiyana xwe ji dest dane û axaftina xwe wiha berdewam kir:”Di dawiya her şerî de aştî pêwîst e, ji ber ku ji bilî aştiyê rêyek din ya çareser kirina pirsgirêkan tune ye. Kurd jî bi hezar sal in li welatê xwe dijîn lê piştî avakirina Komara Tirkiyê Kurd hatin înkar kirin, mafên hat binpê kirin û heta vê demê dewlet li gel Kurdan ne rûnişt. Pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpê kirin ji ber vê gelek bi wate û girîng e. Ji bo aştiyek birûmet divê her kes peywîra xwe bîne cîh. Çend roj in ku Kurd şehîdên xwe bi şîniyan oxir dikin dijberên aştiyê qiyametê radikin. Kurd birînên xwe dipêçin, divê rêz li vê yekî bê girtin. ”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Aştî” bi dawî bû.
Stenbol
Li Stenbolê bi pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşek hate lidarxistin û daxuyanî hate danîn. Meş li pêşiya Peykera Bogayê dest pê kir û Îskeleya Kadikoyê bi dawî bû. Girse di meşê de pankarta “Niha dem mezinkirina aştiyê ye” hate vekirin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Bijî Aştî” hate berzkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Girse piştî hat Îskeleya Kadikoyê daxuyanî hate danîn. Daxuyanîji hêla aktivîsta TJAyê Fîgen Yaşar ve hate xwendin.
‘Em ê têkoşîna aştiyê mezintir bikin’
Fîgen Yaşar diyar kir ku li Tirkiyeyê pêşiya aştiyê vekin û got: “Piştî heyameke şer û pevçûnê ya zêdetirî pêncî salan, li Tirkiyeyê di navbera birêz Abdullah Ocalan û dewletê de hevdîtin pêkhatin û di encamê de mutabakatek derket holê; piştî vê mutabakatê bangewaziya Civaka Demokratîk hat kirin. û piştî bangewaziyê re jî, PKKyê xwe fesix kir û niha nîqaşên heyameke nû tên kirin ku êdî pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane be çareserkirin. Di vê pêvajoyê de zagona Qanûna Çarçoveyî li Meclîsê derbas bû. TBMMyê weke gava yekem a ber bi aştiyê ve hat avêtin. Niha dem ew dem e ku ji bo demokratîkbûn û civakîkirina aştiyê ye. Ji ber ku aştiya mayînde tenê bi bêdengkirina çekan pêkan nîn e, lê bi mîsogerkirina demokrasî, azadî, hemwelatîbûna wekhev û edaleta civakî pêkan e. Demokratîkbûna Tirkiyeyê û têkoşîna hevpar û yekgirtî ya gelên Tirkiyeyê dikare bibe modeleke numûneyî ya pêşeng ji bo bi taybetî Rojhilateke Navîn û cihaneke bêyî şer, bêyî kedxwarî, wekhev û azad. Em ê têkoşîna aştiyê mezintir bikin.”
‘Heke em aştiyek bihonînin êdî tu ciwan jiyana xwe ji dest nade’
Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku hêzên hegomonîk şer rêxistin dikin û wiha axivî: “Şer kuştin e, her aştî ji şerê xweştir e. Îro hêviya aştiyê heye. Derfeta aştiyê heye. Xwesteka gelê Kurd a bi salan encax bi têkoşinê pêkan e. Berî çend rojan ez şi Amedê tev li şînek bûm. Dayikek ji min re got; min êş kişand bila tu dayik bila êş nekişîne. Îro kesên nizanin şer çî ye, dixwazin şer berdewam bike. Heke em aştiyek bihonînin êdî tu ciwan jiyana xwe ji dest nadê. Îro gelê Kurd tune neyê hiştin dê Tirkiye demokratîktir bike. Birêz Abdullah Ocalan jî ji bo xwîna ciwanan neyê rijandin têkoşe. Li gel aştiyê bisekinin, bi vê dê xwestekê gelê Kurd û Tirkan pêk were.”
Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.
Êlih
Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ber Nexweşxaneya Farabîmê heta Parka Yilmaz Guney meşiyan û piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Di çalakiyê de parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû, nûnerên partiyên siyasî yên bajêr, TJA, Dayîkên Aştiyê û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tev li bûn. Girseya ku tev li çalakiyê bibûn bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin aştiyê dixwazin, jin şer naxwazin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî aştî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Her wiha li ser diwîzan “Kedkar dengê aştiyê ne”, “Cîhaneke bê şer, cîhaneke bi aştî”, “Zarok bi aştiyê mezin dibin”, “Dem dema jiyana hevpar e” û Pankartan jî “Em bi hevre be bi aştiyê ve dimeşin, em pêşeroja demokratîk bi hevr e ava dikin” û “Dê aştî û jiyana komînal jin ava bikin” hatibû nivîsandin û hilgirtin. Metna daxuyaniyê jî ji aliyê Hevserokê ÎHDa Êlihê Ahmet Şîray ve hate xwendin.
Sêrt
Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêrtê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ber Madoyê hata Qada Demokrasiyê meşiyan û piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Di çalakiyê de parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahata Erdogan Saritaş, nûnerên partiyên siyasî yên bajêr, TJA, Dayîkên Aştiyê û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tev li bûn. Girseya ku tev li çalakiyê bibûn bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî aştî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Her wiha li ser diwîzan “Yek dinya û yak daxwaz aştî”, “Dest bi dest ji bo aştiyê”, “Kedkar dengê aştiyê ne”, “Cîhaneke bê şer, cîhaneke bi aştî” û Pankarta “Dem dema aştiyê ye” û “Bijî 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê” hatibû hilgirtin. Metna daxuyaniyê jî ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê Kenan Bîlge ve hate xwendin.
Enqere
Hêzên Ked û Demokrasiyê ye Enqereyê, boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li qada Kolejê heta Kolana Sakaryayê çalakiya meşê li darxist. Parlementerê DEM Partiye ya Êlihê Omer Faruk Hulaku, endam û nûnerên partiyên siyasî û yên ked û demokrasiyê tev li meşe bûn. Girsê bi qada Kolejê pankarta li ser “Em ê li ser rêya aştiyê têkoşînê bidomînin” dinivîsî hilgirtin, flama û dovîzên li ser “Jin jiyan azadî” û ” Bijî berxwedana gelan” dinivîsî ve tev li meşê bûn. Girsê di meşê de durişmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, û “Ji Kemalan û heta Mazluman li ber ve civaka demokratîk” berz kirin.
Girse ji Qada Kolejê heta Kolana Sakaryayê meşiya û li vir daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê Yilmaz Yildirimci xwend.
‘Ji bo aştiyeke mayînde pêdivî bi rêxistinkirina gelan heye’
Yilmaz Yildirimci bal kişand li ser giringiya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û wiha qal kir:” Wekî ku tê zanîn, 1ê Îlona 1939an destpêka Şerê Duyemînê Cîhanê ye. Bi êrîşa Almanyayê ya li hember Polonyayê ve şer dest pê kir. Ev şer, êş û wêranyeke mezin da gel û karkerên tevahiya cîhanê û jiyana nêzîkî 60 milyon kesan ji derstê wan girt. Zêdetrî 30 welatan beşdarî şer bûn, wêranyeke mirovî, aborî û civakî pêk anîn. Em ê li dijî şerên sermaye û emperyalîzmê biseknin û aştyeke li ser bingeha Wekhevî, Azadî û Demokrasyê ava bikin. Îro jî, em di nava şerên djwar re derbas dibin. Em vê wekî şerê cîhanê yê sêyemîn bi nav dikin. Destwerdanên hegemonîk ên emperyalîst, gerstêrka me xistine nav hilweşandin, mîlîtarîzm û talaneke mezin. Rojhlata Navîn navenda şerê cihanê yê sêyemîn e. Nakokiya herî mezn jî nenasîna mafê gelê Kurd e. Lê belê, em dizanin ku ji bo avakrina aşityeke wekhev û mayînde pêdivî bi rêxstinbûyneke mezin a gelan heye.”
‘Aştî divê li ser yekitiyeke demokratîk bê avakirin’
Yilmaz Yildirimci bi bîr xist ku ji we erdnîgariyê de gelek neheqiyên mezin çêbûne û ji bo aştiyeke amyînde divê di destûra bingehin de guhertin çêibibin û wiha berdewam kir: ” Di vê welatê de şer û pevçûnên ku di sala 1984an de dest pê kirin 42 sal in berdewam dikin. Di vê heyamê de, 60,000 kesan jiyana xwe ji dest dan; xwêdan û keda karker û mirovên xizan ên Kurd û Tirk di şer û pîşesazya parastnê de hatiye rijandin; bi hezaran gund û wargeh hatine şewitandin û wêrankirin; bi mîlyonan kes ji cih û warên xwe hatne derxistin; û bi deh hezaran kuştinên kujerên wan nedyar hatine kirin. Îro, pir girîng e ku pêvajoyek çêbibe ku tê de pevçûn rawestin, merasîmên cenazeyan tune bin, çek bêdeng bibin û êş bi dawî bibin. Lê belê, em, çîna karker, bindest, kesên ku debara xwe bi kedê dikin, şoreşger, sosyalîst, demokrat, ciwan, jin û kesên LGBTQ+, dizanin ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Hewcehî heye ku di serî de pirsgrêka Kurd û hemû pirsgrêkên din li ser destûra bingehîn were çareser kirin, li ser yekîtyeke demokratîk, jiyaneke nû were damezrandin; û divê demokrasyeke rastîn serwer bibe.”
Yilmaz Yildirimci daxwazên wan wiha rêz kir:
* Divê hemî zextên antîdemokratîk ên li dijî rejîma wesayetê û desteserkirina îradeya gel bi dawî bibin û îradeya gel bi ser bikeve.
* Bi dirûşma “Kuştina jnan siyasî ye”, divê ji bo pêşîgrtina şîdeta li dijî jinan rêzknameyên pêwîst ên qanûnî û sazî werin bicîh kirin; divê mekanîzmayên parastinê yên heyî bi bandor werin sepandin û Peymana Stenbolê ji nû ve were bicîhkirin.
* Divê wêrankirina xwezayê were rawestandin û jiyana bi xwezayê re bibe prensîbeke bingehîn.
* Divê şerê li dijî heywanên serberdayî bi dawî bibe û bajarên me bi awayekî komunal werin avakirin.
* Divê gavên pêwîst ên qanûnî û destûrî werin avêtin da ku mekanîzmayên azad, wekhev û demokratîk di her qada jiyana civakî de werin afrandin.
* Divê hemû zext, sansûr û qedexeyên li ser çapemenî û azadiya derbirînê bi dawî bibin; divê hemû rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, hunermend, siyasetmedar û sendîkavanên ku ji ber çalakyên xwe yên rewa hatne girtin tavilê werin berdan.”
Piştî daxuyaniyê parlamenterê DEM Partiye ya Êlihê Omer Faruk Hulaku axivî û daxwaza têkoşîna aştiyê kir û got : ” Em salane ji bo aştiyê bi qadane. Bi Bangawaziya Birêz Ocalan ve pêvajoyeke aştiyê dest pê kir. Em ji bo aştiyê û Civaka Demokratîk her tim têkoşîna xwe didomînin.
Piştî axaftinan çalakî dawî bû.
Meletî
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Meletiyê bi têkildarî 1ê İlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li taxa Emeksizê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li navçeya Battalgaziyê ya Meletiyê li ser Kolana Emeksizê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê hate lidarxistin û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê platformê Metna Daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Şaxê ÎHDê ya Meletiyê Berfîn Polat ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser girîngiya têkoşîna hevpar a ji bo aştiyê.
Dîlok
Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê meş hate lidarxistin. Welatiyên ku li Parka Kırkayakê hatin cem hev, heta Qada Balikli meşiyan.
Di meşê de pankarta Platforma Ked û Demokrasiyê ya bi 3 zimanan hatî amadekirin a bi nivîsa “1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Pîroz Be” û pankarta TJAyê a bi nivîsa “Êdî Dema Jinê Ye, Bi Rêbertiya Azad re Dema Avakirina Aştiyê Ye!” hatin hilgirtin.
Girse di tevahiya meşê de bêrawestan dirûşmên “Bijî aştî”, “Jin, jiyan, azadî” û “Ji şer re na, niha yekser aştî” berz kirin.
Girseya ku gihişt Qada Balikli, li vir daxuyanî da çapemeniyê. Metna daxuyaniyê ya hevpar ji aliyê Hevserokê Şaxê ÎHDê ê Dîlokê Bahrî Ogûz ve hate xwendin. Ogûz bal kişand li ser ku aşitî mafekî bingehîn ê mirovan e û wiha got: “Em ê li dijî polîtîkayên şer û pevçûnê parastina jiyan û aşitiyê bidomînin. Rêya aştiyeke domdar û bi rûmet ji diyalog û çareseriya demokratîk derbas dibe.”
Semsûr
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê bi mebesta 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê li Qada Bajar daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek welatî amade bûn.
Girse bi dirûşmên “Bijî aştî” hat qada ku daxuyanî lê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo civaka demokratîk deng bide aşitiyê” û dovîzên “Dem dema aştiye”, “Bêyî peyva jinê aşitiyeke rastîn nabê” hatin hilgirtin.
Metna daxuyaniyê li ser navê girseyê ji aliyê Hevserokê ÎHDê Semsûrê Bulent Çinar ve hate xwendin.
Daxuyanî piştî tilîlî û lêdana çepikan dawî bû.
Riha
Di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê bi minasebeta 1ê İlonê Roja Aştiyê ya Cihanê li Parqa Alî Şellî heya Qada Topçûyê ya Rihayê meş hat lidarxistin û li wir daxuyanî hat dayîn. Di meşê de dirûşmeyeyê “Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Aştî û azadî” û panqartên “Em ê hêviyên ku şehîdên me afirandine, bi mimarê aştiyê tacîdar bikin”, “Bijî 1ê İlonê”, “Vejîn pêk hat dema azadiyê ye” hatin girtin.
Daxuyaniyê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê deqeyekî bi rêzgirtinê ve destpêkir.
Destpêkê Dayika Aştiyê Miyaser Korkmaz diyar kir ku 1ê İlonê rojeke pir qedir û qîmete û got: “Em dixwazîn aştî bê. Bila dayikên me birînên xwe bipêçin û em ê bi hevdu re aştiyê avabikin. Edî bese. Bila aştî were ku baweriya me jî vê pêvajoyê bê. Heke Birêz Abdullah Ocalan û girtî azad bibin baweriya me yê xurtir bibe.”
Parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan destnîşan kir ku divê xwedîderketineke xurt ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hebe û wiha got: “Ocalan li dijî meyla hin derdorên ku dixwazin pêvajoya aştiyê sabote bikin hişyariyan da û destnîşan kir ku li hemberî vê yekê divê aştî bi awayekî hin xurtir bê parastin.”
Pişt re li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê Ferhat Demîr metna daxuyaniyê xwend.
Ferhat Demîr di destpêka daxuyaniyê de destnîşan kir ku 1ê Îlonê ne tenê rojek bê şer e û got: “Ji bo me aştî,navê jiyaneke demokratîk e ku tê de mafên mirovan di bin misogeryê de ne, gel û bawerî eşit in, ked nayê mêtin, jin azad in û zarok bi ewlehî li paşerojê dinêrin. Ji ber vê yekê em têkoşîna aştiyê ji têkoşîna demokrasiyê, mafên mirovan û kedê cuda nabînin.”
‘Kêşeya Kurd bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê ye’
Ferhat Demîr bal kişand ser bandora siyasetên şer û ewlehiyê yên li ser civakê û destnîşan kir ku ev politîka belengaziyê kûr dikin û mafên demokratîk teng dikin. Demîr anî ziman ku çareseriya pirsa Kurd bi riyên demokratîk eşkerekirina paşeroja Tirkiyeyê ye û wiha domand: “Tirkiye îro di konjektoreke dîrokî re derbas dibe. Ji bo bidawîanîna pêvajoya pevçûnê û ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsa Kurd derfeteke girîng derketiye holê. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku birêz Abdullah Öcalan di 27ê Sibata 2025an de kiribû, di vê çarçoveyê de xwedî giringiyeke dîrokî ye. Bi vê bangê re li şûna pevçûnê siyaset, li şûna tundiyê diyalog û çareseriya demokratîk bûye zemîn.”
‘Berpirsiyarî di destê desthilatdariyê û hemû aktoran de ye’
Ferhat Demîr diyar kir ku ji bo ev zemin veguhere aştiyeke mayînde, berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê desthilatdariya siyasî û hemû aktorên civakî û siyasî û ev tişt anî ziman: “Pêwîst e pêvajoya aştiyê di nav nediyariyê de neyê hiştin, gavên demokratîk û hiqûqî neyên derengxistin û hemû beşên civakê tevlî vê pêvajoyê bibin. Ji ber ku aştiya mayînde tenê bi bêdengbûna çekan nabe; bi xurtkirina siyaseteke demokratîk, misogerkirina mafên mirovan û avakirina jiyaneke eşit û azad pêkan e.”
‘Aştî daxwaza hevpar a hemû gelan e’
Ferhat Demîr di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê Rihayê kir ku iradeya aştiyê mezin bikin û got: “Aştî ne tenê daxwaza gelê Kurd e; daxwaz û mafê hevpar ê hemû kesên ku li vê meclîsê û li vê welatî dijîn e. Daxwaza Kurd, Turk, Ereb û hemû gel û baweriyan e. Em ji Rihayê bang dikin ku ev pêvajo bibe ya hemû civakê. Em wekî hêzên ked û demokrasiyê yên Rihayê dê têkoşîna xwe ya ji bo daxwaza aştiyê û çareseriya demokratîk berdewam bikin.”
Daxuyanî bi tilîlî û lêdana çepikan bi dawî bû.
Silopiya
Li navçeya Silopya ya Şirnexê bi sedan kesên li kolana 1emîn hatin gel hev heya çarêya nexweşxayê meşiyan. Li gel parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî sedan welatiyên kom bûne bi pankarta, ‘Dem dema aştiyê ye’ û dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bijî aştî’ , ‘Şehîd namirin’ meşiyan. Piştî ku girse gihîşt çarêya nexweşxaneyê li vir ji bo cangoriyên azadiyê rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê Hevseroka DEM Partiyê ya Silopya Aycan Azma daxuyanî xwend.
Piştî Aycan Azma, parlamenter Mehmet Zekî Îrmez bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Drmokratîk û wiha axivî: “Rast e pêvajoyek a aştiyê tê meşandin lê daxwazên gelê Kurd, ev daxwaz azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Îro bi hezaran rêhevalên me di zindanan de ne. Divê demildest ev hevalên me werin berdan.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.














































































