Li navçeyên Bahçelievler û Kuçukçekmeceyê yên Stenbolê ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê bernameya bîranînê hate lidarxistin. Malbatên şehîdan diyar kir ku ew bi şehîdan xwe serbilind in.
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeyên Bahçelievler û Kuçukçekmeceyê yên Stenbolê bernameya bîranînê hate lidarxistin. Malbatên şehîdan, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li bernameyên bîranînê bûn.
Li Bahçelîevelerê bername li avahiya DEM Partiyê hate lidarxistin. Di eywana bîranînê de li ser maseyan wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gul hatin danîn. Li eywanê pankarta “Şehîd Namirin” hate daliqandin. Bernameya ji bo şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê malbatê şehîdan axivîn û diyar kirin ku ev ewladên wan şehîdên hemû gelê Kurdistanê ye û ev yek gotin: “Ji bo aştiyê canê xwe dan. Ji bo aştiyê divê tevahiya gelê me têbikoşe. Em bi şehîdên serbilind in.”
‘Şehîdan jiyanek nû da me’
Nedîm Yilmaz ê ku piştî 33 salan ji hepsê hatiye berdan axivî û anî ziman ku di dîroka Kurdistanê de Kawayê Hesinkar sembola berxwedanê ye û wiha got: “Lê piştî salên dirêj Kurdistan kirin 4 parçe û xistin bin gorê. Lê tevgera ku Rêber Apo serokatiya wê dikir, têkoşiya û Kurdistan ji bin axê derxist. Şehîdên me gotin em deyndar in. Ev felsefeya me ye. Ji bilî vê meşek din ji me re heram e. Rêhevalên Serok Apo jî xwestin bibin ewladên şîr helal. Şehîdên me jiyanek nû da me. Têkoşîn di rêya şehîdan de pêk te. Bi saya şehîdan em behsa aştiyê dikin.”
‘Em ê şehîdan ji bîr nekin’
Parlamenterê DEM Partiyê ya Stenbolê Cengîz Çîçek jî destnîşan kir ku gelê Kurd gelek xwedî bi rûmet e û wiha got: “27 hezar şehîd di 50 salan de heye. Gelekî bifikirin tenê ji bo hebûna xwe biparêze 27 hezar zarokên xwe xist bin axê. Belê dijwar e, lê divê em weke hevrêyên xwe têkoşînê. Mirov tê dinê û dijî. Em jî xwediyê berxwedanek 50 salî ne, mafê me jî yê azadiyê heye. Heke hebe yê me jiyanek jî bila fedayê azadiya Kurdistanê be. Em sozê bidin kesên têkoşînê aniye vê aste, bila tu kes ji xwe re li lehengan negere. Leheng Serok Apo û hevrêyên wî ne. Leheng gelê Kurd e. Tişta ku lehengiyê derdixe holê ked e. Heta dawiyê em ê şehîdan ji bîr nekin.”
Rêveberên saziyên sivîl jî diyar kirin ku ji bo ew layiqî şehîdên xwe bimînin dê têkoşîna xwe bidomînin.
Piştî axaftinan sînevîzyona ku qala têkoşîna şehîdan dikir hate temaşekirin û bi xwendina mewlûdê bîranînê berdewam kir.























