• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
09 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serhed li dijî komployê derket qadan: Ji Serok Apo re azadî

    Serhed li dijî komployê derket qadan: Ji Serok Apo re azadî

    DTSOyê rêveberiya xwe ya meclisê bijart

    DTSOyê rêveberiya xwe ya meclisê bijart

    Abdullah Ocalan: Ez veng dana heme kurdan ke bibê yew

    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Malbatan li Îmraliyê hevdîtin pêk anî

    Li Hesekê tevlihevî: Êrişê sembolên Kurdî kirin

    Li Hesekê tevlihevî: Êrişê sembolên Kurdî kirin

    Malbata Abdullah Ocalan çû Îmraliyê

    Malbata Abdullah Ocalan çû Îmraliyê

    Ji TJA û DBPê peyama 9ê Cotmehê: Azadiya Rêber Ocalan pêdîviyek dîrokî ye

    Ji TJA û DBPê peyama 9ê Cotmehê: Azadiya Rêber Ocalan pêdîviyek dîrokî ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Serhed li dijî komployê derket qadan: Ji Serok Apo re azadî

    Serhed li dijî komployê derket qadan: Ji Serok Apo re azadî

    DTSOyê rêveberiya xwe ya meclisê bijart

    DTSOyê rêveberiya xwe ya meclisê bijart

    Abdullah Ocalan: Ez veng dana heme kurdan ke bibê yew

    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Malbatan li Îmraliyê hevdîtin pêk anî

    Li Hesekê tevlihevî: Êrişê sembolên Kurdî kirin

    Li Hesekê tevlihevî: Êrişê sembolên Kurdî kirin

    Malbata Abdullah Ocalan çû Îmraliyê

    Malbata Abdullah Ocalan çû Îmraliyê

    Ji TJA û DBPê peyama 9ê Cotmehê: Azadiya Rêber Ocalan pêdîviyek dîrokî ye

    Ji TJA û DBPê peyama 9ê Cotmehê: Azadiya Rêber Ocalan pêdîviyek dîrokî ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TJA: Di jiyana şehîdên me de vîna azadî û serkeftina gelê me şênber bûye

Amed / AW

23 TEBAX 2026 - 12:44
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
TJAyê cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anî û wiha got: “Şehîdên me ne tenê kesên ku di têkoşîneke paşerojê de jiyan kirine. Di jiyana wan de vîna azadî û serkeftina gelê me şênber bûye. Di serdemên herî giran de, di şert û mercên ku xiyanet û înkar kûr dibû de jî li ba rastiyê rawestiyan; dema ku hewce dikir bi tenê man û rastiyên ku dizaniyan parastin. Bi vê aliyê xwe ve ew ne tenê bi jiyana xwe ya kesane, di heman demê de bi nirxên ku temsîl dikin re parçeyek ji bîra hevpar û têkoşîna gelê me ne.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li ser hesabê xwe yê medayaya dîjîtal daxuyaniyeke belav kir û cangoriyan bi bîr anî.

Daxuyaniya TJAyê ji bo cangoriyan bi vî rengî ye:

“Di têkoşîna gelê kurd de, vegotin, bîranîn û veguhastina bîranîna şehîdên me yên ku li dijî êşên herî giran li ber xwe dane, êşên hevpar ên gelên me hildane ser milên xwe, di rêya lêgerîna heqîqet û azadiyê de têkoşîna herî dijwar dane û di rêya azadiyê de ji me re bûne ronahî, ji bo nifşên paşerojê yek ji erkên herî watedar û giran ên berpirsiyariya me ya şoreşgerî ye.

Ne hêsan e ku mirov nirxên herî bilind ên jiyanê di nav hevokan û gotinan de bîne ziman. Her peyva ku hewl dide wan bide nasîn, bêguman bi aliyekî xwe ve kêm dimîne. Ji ber ku li hemberî fedakarî û dilsoziyeke wiha de dibe ku hêza peyv, qelem û vegotinê kêm bimîne. Têgihîştina rastiyê ku yek ji lêgerînên herî mezin ên mirovahiyê ye û jiyana ji bo wê, yek ji têkoşînên herî dijwar e.

Dîroka partî û têkoşîna me bi berxwedan, fedakarî û şehadetên mezin ku vîn, hebûn û azadiya gel û neteweyekê mezin dikin re hatî hûnandin. Gotina “Jiyana rast, şehîd bi xwe ne” ew pîvan û rastiya jiyanê ya ku ji me re hiştine tîne ziman.

Mîrasa wan têkoşîna me mezin dike

Îro dema ku em hemû dijwarî û astengiyên li pêşiya xwe derbas dikin, em ji hêz û mîrasa têkoşînê ya ku şehîdên me ji me re hiştine sûd werdigirin. Hişmendî û bîra wan a zelal, berxwedana wan a giyanî, mezinahî, kûrahiya hest û ramanên wan, biryardarî û zelalbûna wan a di pratîkê de nirxên bingehîn in ku rê nîşanî me didin. Hêvî û hewldana ku wan hiştiye, yek ji çavkaniyên herî girîng e ku têkoşîna me mezin dike.

Ew kesên ku jiyana xwe diyarî têkoşînê kirine, ne tenê jiyana xwe; bawerî, hêvî û hesreta xwe ya azadiyê jî danîne holê. Ji ber vê yekê jiyana wan bi wateyên herî bilind re bûne yek. Erka ku dikeve ser milê me ew e ku em li ser nirxên ku wan hiştine dilsoz bimînin, wateyeke rast biden têkoşîna wan û bibin peyvdarên herî bi hêz yên ku rastiya wan ji bo nifşên pêşerojê bigirin ser milê xwe.

Di jiyana şehîdan de vîna azadiyê şênber bûye

Şehîdên me ne tenê kesên ku di têkoşîneke paşerojê de jiyan kirine. Di jiyana wan de vîna azadî û serkeftina gelê me şênber bûye. Di serdemên herî giran de, di şert û mercên ku xiyanet û înkar kûr dibû de jî li ba rastiyê rawestiyan; dema ku hewce dikir bi tenê man û rastiyên ku dizaniyan parastin. Bi vê aliyê xwe ve ew ne tenê bi jiyana xwe ya kesane, di heman demê de bi nirxên ku temsîl dikin re parçeyek ji bîra hevpar û têkoşîna gelê me ne.

Dema ku em şehîdên xwe vedibêjin em dizanin ku peyv û hêza me çiqas kêm dimîne. Lê belê ji bo zindîhiştina bîranîna wan, têgihîştina têkoşîna wan û veguhastina mîrasa wan a pêşerojê yek ji berpirsiyariya me ya herî bingehîn e. Em ê vîna ku wan di rêya azadî, rûmet û rastiyê de derxistiye holê zindî bihêlin û têkoşîna wan bigihêjînin pêşerojeke azad.

Di vê têkoşîna watedar de em hemû şehîdên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin; di serî de ji bo Rêber Apo, malbatên me yên welatparêz û xizmên wan, ji hemû gelê kurd ê ku êşên wan parve dikin re serxweşiyê dixwazin.”

Etîket: TJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji TJA û DBPê peyama 9ê Cotmehê: Azadiya Rêber Ocalan pêdîviyek dîrokî ye

Ji TJA û DBPê peyama 9ê Cotmehê: Azadiya Rêber Ocalan pêdîviyek dîrokî ye

9 COTMEH 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

13 ÎLON 2026
TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

26 TEBAX 2026
‘Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne’

‘Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne’

22 TEBAX 2026
TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne