Li parêzgeha Dihokê, ji ber teqîna tûpa gazê, di nav konên koçberên Şengalê yên li Kampa Şariyayê de şewat derket. Di encamê de 10 kon şewitîn û zirarên mezin ên madî çêbûn.
Danê nîvro li Kampa Şariya ya li sînorê parêzgeha Dihokê ku koçberên Şengalê tê de dimînin, şewat derket.
Li gorî agahiyên ji herêmê sedema derketina agir teqîna tûpa gazê bûye û ji ber vê 10 konên koçberan bi temamî şewitîne.
Rêveberê Koç û Koçberan û Bersivdana Qeyranan li Parêzgeha Dihokê Pîrdiyan Cefer derbarê şewatê de daxuyand ku ziyanên vê şewatê tenê madî ne û tu ziyanên canî çênebûne û destnîşan kir ku tîmên Parastina Sivîl û aliyên peywendîdar di demeke kurt de agir vemirandine.
Hate ragihandin ku lêkolîn li ser hûrgiliyên şewatê destpê kiriye û ji bo pêşkêşkirina alîkariyên lezgîn ji bo malbatên ku konên wan şewitîne, xebat hatine destpêkirin.







