Li Stenbolê li dijî Komploya 9ê Cotmehê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê êdî Birêz Ocalan xwedî mercên azad ên xebatê û birêvebirina siyasetê be; ev yek pêwîstiyeke û nayê paşxistin.”
Platforma Saziyên Demokratîk ên Stenbolê ji bo 28emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9ê Cotmeha 1998an de pêkhatibû, li qada Saraçhaneyê ya li navçeya Fatihê ya Stenbolê daxuyanî da. Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên DEM Partî, HDK û DBPyê, TJA, partiyên siyasî û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo, Bê Serok jiyan nabe, Jin jiyan azadî azad bike rêbertî, Rojava û Rojhilatê Kurdistan yek welat e” hate berzkirin. Di daxuyaniyê de dowîzên “Komplo xwîn û hêsir e, komplo erîşek li der vîna jinan e, komplo vîna gelê Kurd tunehesabkirin e, komplo esareta gelan e, komplo kûrbûna şêrê cihanê yê sêyemin e ‘ û Pankarta “Li hemberê komployê azadiya Serok Apo” hate rakirin û weneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin.
Daxuyanî ji aliya endama NÇMyê Kenya Korkmaz ve hat xwendin.
‘Xwestin Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe dizayn bikin’
Kenya Korkmaz diyar kir ku ev komploya navneteweyî ku bi serkêşiya hêzên emperyalîstên serdest û hêzên dewleta kûr bi rê ve çû û wiha axivî: “Armanca wê ew bû ku nijadperestî û neyartiyê gur bike û hem li Tirkiyeyê hem jî li herêmê di navbera kurd û tirkan de çirûska şerekî giran û kûr vêxe ku dibe ku sed salekî berdewam bike û di encamê de Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dîzaynbike. Îro ji ber polîtîkayên şer, hilweşandin û koçberiyê ku hêzên emperyalîst û dewletên herêmê li gelên Rojhilata Navîn ferz dikin, pêdiviya ji bo alternatîfeke demokratîk ji her demê bêhtir lezgîn e. Pirsgirêka kurd êdî xwedî karakterekî herêmiye û nabe êdî ku tenê di nava sînorên vî welatî de bê dîtin. Lêbelê hêzên ku komploya navneteweyî ya 9ê Cotmehê sêwirandine û dixwazin wê bidin berdewamkirin, îro jîdixwazin van lêgerîn û hewldanên çareseriyeke demokratîk pûç derxin û çareseriyê bi derengiyê dixin. Eger nêzîkatiyek hebe ku rêbertî û kadroyên tevgerê li derveyî pêvajoyê dihêle, ew nêzîkatî bi tu awayî nabe çareserî.”
‘Azadiya Rêberê Gelê Kurd; ev yek pêwîstiyek e û nayê paşxistin’
Kenya Korkmaz destnîşan kir ku divê bi misogeriya qanûnî statuya hiqûqî ya Birêz Ocalan wek sermuzakerevan û koordînatorê siyasî bê diyarkirin û got: “Eger ew rasterast pêşengiya pêvajoyê bike, çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, avakirina aştiya civakî û avakirina paşerojeke demokratîk tenê wê demê pêkan dibe. Tevî ku fêdeya wî ya ji bo pêvajoyê, bangewaziyên wî û perspektîfa wî ya çareseriyê tê zanîn jî, eger azadiya wî were paş bixin, nexwe ev ne li gorî mantiqa çareseriya demokratîk e. Ji bo ku pêvajo civakî û mayînde bibe, divê êdî Birêz Ocalan xwedî mercên azad ên xebatê û birêvebirina siyasetê be; ev yek pêwîstiyeke û nayê paşxistin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû






















