Enqere – Endamê şaxa OHDê yê Enqereyê Dogan Şenses bi lêv kir ku piştî qanûn ket meriyetê ji bo rêveberina qanûn divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misogerkirin û wiha got: “Heke statuya birêz Ocalan were zelalkirin dê pêşiya çareseriyê jî veke.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê didome bi qanûna çarçoveyî derbasî merhaleyeke nû bû. Qanûna çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku 12 xalan pêk tê, bi 467 dengan di Desteya Giştî ya Meclisê de derbas bû û bû qanûn. Piştî rapora teyît û tespîtê ya Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) qanûn dê bikeve meriyetê. Piştî qanûna çarçoveyî ket meriyetê ji bo şopandinê di bin banê Cigîrê Serokkomar Cevdet Yilmaz de desteyeke şopandinê bê avakkirin û dê pêvajoya bicihanîna qanûn bi rê ve bibe. Her wiha ji bo çavderiyê li meclisa Tirkiyeyê jî desteyeke bê avakirin.
Qanûna çarçoveyî ku yekem qanûna têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye amadekirin, bi vê qanûnê cara yekem pirsgirêka Kurd di çarçoveya qanûnî de hat destgirtin. Endamê şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê Dogan Şenses derbarê qanûna çarçoveyî de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Ew qanûn encema lêgerîna çareseriya demokratîk e’

Dogan Şenses diyar kir ku qanûna çarçoveyî encama lêgerîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a çareseriya demokratîk e û wiha got: “Pirsgirêka Kurd ji dewleta Osmaniyê dest pê dike û piştî Lozanê bi parçebûna Kurdistanê û avabûna Komarê re digihêje asta herî jor. Gelê Kurd jî van kiryaran qebûl nake û her tim li dijî van kiryaran li ber xwe daye. Li dijî tunehesibandinê 29 serhildan derketin û ya dawî jî PKKê ya şerê 50 salî ye. Birêz Ocalan her tim di lêgerîna çareseriya demokratîk de bû û ji bo çareseriyê muxatabek digeriya. Ew lêgerîna çareseriya heta roja me ya îro berdewam dike. Ew qanûna çerçoveyî jî encameke vê lêgerinê ye. Her çiqas kêmasiyên vê qanûnê hebin jî ji bo destpêkirina çareseriya demokratîk û qanûnî merherheleyeke girîng e. Qanûn dê mîsyona xwe ya destpêkê çawa pêk bine, em ê jî bişopînin.”
‘Ew qanûn bi tena serê xwe nikare çareserî bîne’
Dogan Şenses destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd bi tenê qanûneke nayê çareserkirin û wiha pê dê çû: “Qanûn dê piştî rapora teyît û tespîtê bikeve meriyetê û 6 mehan biajo. Li gorî serîledan dosyaya dê bên nirxandin. Şopandina sepandina qanûn jî dikeve ser milê hiqûqnasan. Amedekariyên me jî li ser vê yekê hene. Piştî vê qanûnê hewce ye ji bo çareserkirina pisgirêka Kurd qanûnên berfireh derbikevin. Pisgirêkên me li vir naqedin ku ew qanûn tenê çareser bike. Ji bo ziman û çanda Kurd hewce ye qanûnên bingehîn bên çêkirin. Heta di Destûra Bingehîn de divê guherîn çêbin. Divê qanûnên mafên hemû netewan misoger bike, bê çêkirin. Pêşiya azadiya fikir û ramanan bê vekirin. Hewcehî bi gelek guherîn û sererastkirinên qanûnî heye.”
‘Ji bo rêvebirina pêvajoyê divê statuya Birêz Ocalan bê misogerkirin’
Di dawiya axaftina xwe de Dogan Şenses destnîşan kir ku ji bo rêvebirina bi cih anîna qanûn divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê diyarkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Ocalan ew pêvajo anî vê astê. Heke derfet û şert û mercên birêz Ocalan bê zelalkirin çareseriya demokratîk hêsantir dibe. Ji bo wê jî divê di vê qanûnê de statuya birêz Ocalan jî cih bigirta. Ew pewîstiyeke mezin e. Ji ber ku yê pêvajoyê bi rê ve dibe ew e. Divê birêz Ocalan bikaribe bi hemû beşên civakê re têkiliyan deyne. Heke statuya birêz Ocalan were zelalkirin dê pêşiya çareseriyê jî veke. Divê statuya birêz Ocalan bi qanûnan bê misogerkirin. Divê ew qanûn demildest bikevin meriyetê. Her wiha divê desthilat nêzîkatî û zimanê xwe jî biguherîne û baweriya civakê neşkîne.”












