Riha – Hevserokê PYDê Xerîb Hiso destnîşan kir ku ji sedî 80yê entegrasyonê temam bûye û got: “Ev tecrube ji bo demokratîkbûna Suriyeyê derfetek e, ji bo aştiyeke mayînde divê mafên Kurdan di destûrê de bi awayekî qanûnî bên naskirin. Heke ziman, çand û mafên Kurdan di destûrê de cih negirin, xeteriya aloziyan dê her hebe.”
Piştî peymana 29ê Çileyê ya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta demkî ya Şamê de pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Rojava û Suriyeyê de berdewam dike. Li gorî peymana 29ê Çileyê gelek saziyên leşkerî, îdarî û hwd. entegre bûn û welatiyên Efrînê ku di sala 2018an de piştî dagirkeriya Tirkiyeyê koçber bûbûn û vegeriyan cih û warên xwe. Li aliyê din vegera koçberan a Serêkaniyê jî hat destpêkirin û koma yekem a koçberan ku ji 410 malbatan pêk tê, ji Hesekê ber bi Serêkaniyê ve bi rê ket. Lê hin kesên ku malên koçberan dagirkiribûn êrişê koçberan kirin û vê yekê deng veda. Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl der barê êrişên li ser şêniyên Serêkaniyê de da zanîn ku hin kesên têkildarî bûyerê hatin girtin û lêpirsîn berdewam dike. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso, derbarê geşedanên dawî yên li Sûriye û herêmê, rewşa dawî ya pêvajoya entegrasyonê, ji ajansa me re axivî.
‘Pêvajoya entegrasyonê ji sedî 80 temam bûye’
Xerîb Hiso da zanîn ku pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Hikûmeta Demkî ya Şamê û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de berdewam dike û destnîşan kir ku ev rêbaz ji bo tevahiya herêmê ezmûneke nû ye û got: “Entegrasyon hem ji bo Sûriyeyê hem jî ji bo herêmê tişteke nû ye. Mirov dikare bêje şêwaza ku em nêz dibin û şêwaza hikûmeta demkî ya Şamê nêz dibe ne wekî hev in. Di destpêkê de gelek astengî derketin holê, bi taybetî jî ji aliyê leşkerî ve ev astengî derketin pêşiya me. Ji ber ku saziyên pêşîn ên ku entegre bûn saziyên leşkerî bûn. Her wiha pişt re jî saziyên din ên îdarî entegre bûn û niha jî dibin. Yanî em dikarin bêjin gelek merhele hatin derbaskirin. Mijarên parastinê, parastina hundirîn, sînor, dergeh û ziman; van hemû mijaran mirov dikare bêje di van mehên dawî de ji sedî 80 temam bûn û tenê ji sedî 20 mane. Ev sedî 20ê ku mane jî mijara jinan e û ev jî ber bi dawiyê ve diçe êdî.”
‘Şam bi hişmendiya Baasê nêzîk dibe û berpirsyariya xwe bi cih naîne’
Xerîb Hiso bal kişand ser mijara koçberên Serêkaniyê, êrişên dawî yên li ser koçberên ku vegeriyane warê xwe û diyar kir ku ev bûyer nêzîkatiya rastî ya hikûmetê nîşan dide û wiha domand: “Çend roj beriya vê komeke koçberan vegeriya Serêkaniyê lê li hemberî wan êrişek pêk hat. Ev çi diyar dike? Dema ku em dibêjin aliyê hikûmetê bi şêwazeke cuda nêz dibe, encam ev e. Dewleta Sûriyeyê dixwaze bi şêwazeke desthilatdar nêzîk bibe. Dewleta Sûriyeyê xwe wekî rejîma Baasê dibîne û li gorî wê hişmendiyê nêzîk dibe. Berpirsyarê hemû pirsgirêkan hikûmet e, ji ber ku hikûmet li gorî berpirsiyariya xwe ranabe. Her çiqas entegrasyonek berdewam bike jî, ev hişmendî hêj di wê baweriyê de ye ku dikare Kurdî û Kurdiyetiyê di nav xwe de bihelîne. Çawa ku rejîma Baasê siyaseta birçîbûnê, koçberiyê û qirkirinê li ser gelê me ferz kiribû, hikûmeta heyî jî hêj dixwaze vê hişmendiyê berdewam bike. Yanî Hikûmeta Demkî ya Şamê xwe di vê astê de dibîne.”
‘Dewleta Tirk û hêzên hegemonîk dixwazin alozî derkeve’
Di berdewamiya nirxandina xwe de Xerîb Hiso destnîşan kir ku Hikûmeta Demkî ya Şamê xwedî biryardariyeke serbixwe nîne û bandora hêzên herêmî li ser biryarên Şamê heye û wiha axivî : “Ev hikûmet ne bi tenê ye. Ev hikûmet hikûmeteke demkî ye û bi alîkariya Tirkiye û dewletên din hatiye avakirin. Ne bi alîkariya gelê Sûriyeyê, bi alîkariya hêzên hegemonîk û herêmê, li gorî berjewendiyên wan hatiye avakirin. Ji bo vê yekê jî biryarên ku tên girtin ne biryarên serbixwe yên hikûmeta demkî ya Şamê ne. Çi biryar tê standin, nêrîna hêzên hegemonîk û herêmî tê girtin û li gorî berjewendiyên wan tê tevgerandin.”
Xerîb Hiso bi lêv kir ku siyaseta Îngilîzan a li ser Sûriyeyê jî wekî siyaseteke berfireh û bêdeng tê meşandin û lê ya ku herî zêde di hundir de destwerdanê dike Tirkiye ye û wiha pê de çû: “Tirkiyeyê xwe di hemû saziyên Sûriyeyê de bi cih kiriye. Em gelek caran dibînin ku dema entegrasyon pêş dikeve, carna astengî derdikevin pêş û piştî demekê neqebûlkirinek ji aliyê hikûmetê ve derdikeve holê. Ev yek jî nîşan dide ku bandora Tirkiyeyê û dewletên din heye û Tirkiye naxwaze tiştek bêyî wê bê meşandin. Ji bo vê jî astengiyên ku derdikevin û bûyerên ku li Serêkaniyê li dijî koçberan diqewimin rasterast bi vê yekê re girêdayî ne. Di nav koçberan de gelên din jî cih digirin lê bi taybetî êrişî Kurdan tê kirin. Ev yek jî bêtahamuliya li hemberî Kurdan nîşan dide. Hikûmeta Demkî ya Şamê li gorî berpirsiyariya xwe ranabe; divê li gorî peymanê tevbigere ku gelê Serêkaniyê di warê xwe de bi cih bibe. Divê dewletên ku şiriktiya vê hikûmetê dikin jî berpirsiyariya xwe bibînin. Hemû kes jî dizane ku di wan êrişên li ser Serêkaniyê de destê Tirkiyeyê heye. Ew kesên ku êrişî koçberan kirin ne xelkê Serêkaniyê ne, xelkê devereke din in û çeteyên li wir girêdayî Tirkiyeyê ne.”
Xerîb Hiso diyar kir ku êrişên li ser koçberan û aloziyên derdikevin plankirî pêk tên û destnîşan kir ku hin aliyê ragihandina erebî propaganda dike û rê li ber van êrişan vedike û ev tişt anî ziman: “Ragihandina Ereb dixwaze di nav gelan de nakokiyan ava bike. Hin aliyê ragihandinê dibêjin ‘Kurdan ala Sûriyeyê şewitandiye.’ Yanî aliyekî ragihandinê ji bo aloziyan siyasetê dike û ji bo kuştina di nav gelan de amûrtiyê dike. Ji bo vê jî dijminatiya Kurdan tê kirin. Ev êriş û alozî hemû bi planî têne kirin, propagandaya wê tê organîzekirin. Bêdengiya hikûmeta demkî ya Şamê jî dibe sedem ku di pêvajoya entegerasyonê de astengî derkevin.”
‘Gava duyemîn nirxandina qanûnî ye; divê mafên Kurdan di destûrê de cih bigirin’
Xerîb Hiso diyar kir ku piştî qedandina entegrasyonê dê li Sûriyeyê merheleyeke nû dest pê bike û bal kişand ser girîngiya misogerkirina mafên qanûnî û ev tişt got: “Piştî temamkirina entegrasyonê divê komîteyek ava bibe û qanûn bêne derxistin. Divê di pêvajoya piştî entegrasyonê de Kurd di nav qanûnan de cih bigirin û rola xwe bilîzin. Jixwe ev yek bi taybetî di hiqûqa gelan a li parlementoyê de jî tê nîqaşkirin. Zimanê gelê Kurd, çand, herêm û mafên wan divê di destûra qanûnî de bêne naskirin. Heke ev yek neyê kirin, dê alozî her tim berdewam bikin û komkujî jî pêk bên. Ji bo vê jî merheleya duyemîn merheleya nirxandina qanûnî ye. Ev tecrûbe ji bo Sûriyeyê derfeteke mezin e, ji bo pêkhate û gelên Sûriyeyê entegrasyon dibe hêzek. Li ser vê esasê dê demokratîkbûna Sûriyeyê pêş bikeve. Ev tecrûbeya ku em niha didin meşandin di hundirê Sûriyeyê de erênî tê dîtin. Ji bo vê yekê jî em naxwazin şer çêbibe, em ne alîgirên pevçûnê ne. Em alîgirên aştî, demokratîkbûn, dîyalog û avakirina neteweyeke demokratîk in. Divê hikûmeta demkî ya Şamê jî van tecrûbeyan û gavan bibîne. Eger hikûmet bi hişmendiya înkar, fitne û lîstokan nêzîk bibe, di wê demê de pêvajo jî pêş nakeve.”
‘Çarçoveya qanûnî ya li Tirkiyeyê gaveke erênî ye, lê divê Rêber Apo azad be’
Xerîb Hiso bal kişand ser geşedanên li Tirkiyeyê, derxistina çarçoveya qanûnî û nîqaşên li ser “Mafê Hêviyê” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Derketina qanûna çarçoveyê ya li Tirkiyeyê gaveke erênî ye. Belkî aliyên vê qanûnê yên kêm jî hebin, lê çi dibe bila bibe di dawiyê de qanûnek derket û ji aliyê partiyên parlementoyê ve hat îmzekirin û erêkirin. Em di wê hêviyê de ne ku ev qanûn dê geşedanan jî bi xwe re biafirîne û bibe bingeha qanûnên pêşerojê. Ev qanûn destpêkek e, lê divê ji bo pêşerojê li ser 12 xalên wê xebat û têkoşîneke berfireh bê kirin. Bêguman pêşengê vê têkoşînê jî Rêber Apo ye û mecbûr e Rêber Apo azad bibe. Gelek caran Devlet Bahçelî behsa xala ‘mafê hêviyê’ dike. Ji ber vê yekê jî divê piştî îmzekirina vê qanûnê mafê hêviyê bê bicîhanîn. Mafê hêviyê tê axaftin lê mixabin nakeve pratîkê. Ev jî nakokiyekê nîşan dide. Di vê pêvajoyê de divê helwesta gelê Tirk jî derkeve holê û vê pêvajoyê pêş bixe. Divê helwesta rewşenbîr, nivîskar û gelê Tirk derkeve da ku hevgirtineke xurt çêbibe. Lê mixabin tiştê ku derdikeve pêş hêj jî dudilî ye. Bi taybetî ragihandina Tirkiyeyê bi qasî ku pesna şer û wargehên leşkerî yên li welatên din dide, mijarên aştî û demokrasiyê nanirxîne. Ev yek ji hişmendiya sed sal berê tê. Aştî ji bo Tirkiyeyê jî pêdiviyeke jiyanî ye. Tirkiye divê wêrek tevbigere û ji pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk netirse. Ev pêvajo pêvajoyeke navxweyî ye û li ser esasa xwişk û biratî û komareke demokratîk hatiye pêşxistin. Bi qasî Kurdan hewcedariya Tirkiyeyê jî bi aştî û demokrasiyê heye. Bi vê pêvajoyê re ji bo Tirkiyeyê merheleke nû hat vekirin; merheleya xweguhertin û nûkirinê ye. Ji ber vê yekê ev derfeteke pir mezin e. Gelek dewletên herêmê ketin nav şer û têkçûnê, sedema têkçûna wan jî ew bû ku di hişmendiya xwe de nûbûyîn çênekirin û xwe neguhertin. Divê Tirkiye vê derfetê baş bi kar bîne û li gorî wê gavan biavêje.”
‘Şerê hegemonîk zerarê dide gelan; çeka me ya herî mezin yekîtî ye’
Xerîb Hiso di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa siyasî û şerê cîhanî, herêmî û girîngiya tifaq û rêxistinkirina Kurdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Siyaseta ku di vê demê de tê meşandin hevdû nagire; şev şêwazekî cuda û roj jî şêwazekî cuda tê meşandin û tê guhertin. Şerekî berfireh û mezin heye, ev şerê ku tê meşandin şerê hêzên hegemonîk e. Dixwazin li ser Rojhilata Navîn serwer bibin û bixin bin kontrola xwe. Ev şerê hegemonîk zerareke mezin dide gelan. Ji bo vê jî gelê Kurd, gelên demokratîk û hêzên demokratîk baş dizanin ku ti feydeya gelan di vî şerî de nîne. Divê li hemberî van planan em hevgirtina xwe xurt bikin. Bi taybetî gelê Kurd bi têkoşîna xwe pêşengiya gelan dike. Ev tişt gaveke pir mezin e. Gelê me yê Kurd divê vê yekê baş bibîne; dema em pêş dikevin em rastî komkujî û komployan tên, ji ber ku em di qanûnan de nehatine naskirin. Lê di sedsalekê de em rastî sed komkujiyan hatibin jî, em dîsa bi têkoşîna xwe pêşengiya gelan dikin. Ji bo vê jî divê em tifaqa xwe xurt bikin û xwe bi rêxistin bikin. Ji her kesî û hêzên demokratîk tê xwestin ku em mil bidin milên hev û bi hişyariyê tevbigerin. Çeka herî mezin hevgirtin, fikra stratejîk û rêxistinkirin e.”













