• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

Fexredîn Kiliç - Gulîzar Turkoz / AW

13 TEBAX 2026 - 08:07
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç têkildarî “Qanûna Çarçoveyê” diyar kir ku pêkhatine qanûnê girêdayî şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Di bin şert û mercên giran ên zindanê de ne pêkan e ku Serok Apo rola xwe bilîze. Ji bo çareseriyeke bingehîn û mayînde divê Serok Apo azad bibe.”

Pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de daye destpêkirin didome. Di vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd gelek gav avêtin. Dewleta Tirk jî piştî avakirina Komîsyona Meclisê di 5ê Tebaxê de Qanûna çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku 12 xalan pêk tê bi îmzeya 367 parlamenteran pêşkeşî Meclisê kir. Qanûna ku di 8ê Tebaxê de ji Komîsyona Edaletê ya Meclisê derbas bû di 10ê Tebaxê de di Desteya Giştî ya Meclisê de hate qebûlkirin. Bi qebûlkirina vê qanûnê ya di Meclisê de pêvajo derbasî qonaxeke din bû.

Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û “Qanûna Çarçoveyê” ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Mazlûm Dînç banga Serokê MHPê yê Giştî Devlet Bahçelî ya di 22yê Cotmeha 2024an de bi bîr xist û wiha got: “Piştî wê rojekê, di 23yê Cotmehê de jî Serok Apo bi biraziyê xwe re hevdîtinek pêk anî û di wê hevdîtinê de li hemberî vê bangê bersivek da; got ku hêza wî heye ku vê pêvajoya şer û pevçûnê bikişîne qada siyasî û hiqûqî. Piştî wê jî ev pêvajo pêş ket; bangawaziya 27ê Sibatê pêk hat û di berdewamiya wê de kongre hat lidarxistin û merasîma çekdanînê pêk hat. Yanî ev hemû gav di bingeha xwe de bi însiyatîf û îradeya Serok Apo pêk hatin û hatin pêşxistin.

Pêvajo derbasî asta duyemîn bû

Pêdiviyên ku diviyabû bihatana kirin, ango yên ku diketin ser milê dewletê an desthilatdariyê, heta îro jî tu gav ji bo wan nehatibûn avêtin. Piştî salvegera 27ê Sibatê, Serok Apo bangawaziyeke din kir û got ‘êdî pêwîst e merheleya duyemîn were destpêkirin.’ Merheleya duyemîn jî ew bû ku ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve gavên siyasî û hiqûqî werin avêtin. Hinekî bi demê re hat belavkirin, ango derxistina vê qanûnê hinekî bi derengî ket; lê di encamê de bi vê qanûnê re pêvajo derbasî asta duyemîn bû û niha em di vê asta duyemîn de ne.”

Serhildanek cara yeke bi muzakereyan ber bi çareseriyê ve diçe

Mazlûm Dînç destnîşan kir ku cara yekemîne ku dewlet di mijara meseleya Kurd de ji aliyê hiqûqî ve gavekê diavêje û wiha domand: “Heta niha hemû serhildanên Kurdan bi piranî bi darvekirinê an jî bi qirkirinê bi dawî dibûn; lê cara yekem e ku ev serhildana Kurdan îro li ser maseyê bi rêya muzakereyan ber bi çareseriyê ve diçe. Derxistina vê qanûnê jî ji vî alî ve gava yekemîn e û xwedî girîngiyekê ye. Em hêvî dikin ku ev pêvajo hîn bêhtir bi pêş bikeve.”

‘Lingê komarê yê duyemîn sed sal in tê înkarkirin’

Mazlûm Dînç di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di nirxandinên Serokatiyê yên li ser vê pêvajoyê de tê gotin ku ev komar ji aliyê Kurd û Tirkan ve hatiye avakirin; di avakirina wê de Kurd jî hebûn û lingekî vê komarê Kurd bûn. Lê lingekî wê ev sed sal in tê înkarkirin, kêm maye û li derveyî komarê û li derveyî hiqûqê hatiye hiştin. Kurd bi temamî li derveyî hiqûqê hatine hiştin; peyveke Kurdî an Kurdbûn di tu qanûnan de derbas nabe, mafên wan bi temamî hatine astengkirin û ji derveyî hiqûqê hatine hiştin.

Gelê Kurd wê bibe beşek ji pergaleke hiqûqî û komareke demokratîk

Heke ev pêvajo bi rê ve biçe, ev şaşî wê sererast bibe û ber bi çareseriyê ve ew lingê kêm mayî, ango lingê duyemîn, wê temam bibe. Bi vî awayî ev komar wê ber bi demokratîkbûnê ve biçe û Kurdan jî bigire nava xwe. Ji ber ku gelê Kurd êdî stûneke sereke ya vê komarê ye, li ser vê bingehê wê Kurd bibin beşek ji pergaleke hiqûqî û komareke demokratîk. Bi vî awayî wê li seranserê Tirkiyeyê çareseriyeke demokratîk pêş bikeve. Bandora vê çareseriyê tenê bi Tirkiyeyê ve sînordar namîne; wê li seranserê herêmê û li ser her sê parçeyên din ên Kurdistanê jî xwedî bandoreke erênî be. Ev yek ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn jî girîng e; lewra îro navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn Rojhilata Navîn e. Heke ev pêvajo pêş bikeve, ev çareserî wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn jî aştî, aramî û demokrasiyê bi xwe re bîne.”

‘Ev pirsgirêk hêj jî weke mijareke ewlehiyê hatiye destgirtin’

Mazlûm Dînç bal kişand ku “Qanûna Çarçoveyî” bi hevkariyeke berfireh a partiyên li Meclisê cih digirin hate qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê belê gelo em dikarin bibêjin ku ev zagon ji bo çareserkirina hemû aliyên pirsgirêka Kurd têrê dike? Na, têr nake; lewra di zimanê wê de gelek xalên ku bên rexnekirin hene. Dema derxistina vê zagonê, hem di zagonê de hem jî di hincet û sedemên wê de bêtir zimanekî ewlehiyê derketiye pêş û ev pirsgirêk hîn jî wekî mijareke ewlehiyê hatiye destgirtin. Ev helwest cihê rexneyê ye û diviyabû bi vî awayî nehatiba amadekirin. Dîsa jî ji bo çareseriyê gaveke erênî ye ku bi hevkariya DEM Partiyê, partiya desthilatdar û partiyên din yên desthilattariyê û muxalefetê hatiye derxistin. Tevî ku peyva Kurd di zagonê de derbas nabe û ev jî kêmasiyeke mezin e, lê di eslê xwe de ev pêvajo, pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Heke ev pênase rasterast bihata kirin û zagon li ser vê esasê bihata amadekirin, bê guman wê hîn bibandortir û baştir bûya.

Derxistina vê zagonê gaveke dîrokî ye

Wekî gava yekemîn, derxistina vê zagonê gaveke dîrokî ye; lê ya herî esasî xistina wê ya meriyetê û pratîkkirina wê ye. Tevî ku hate ragihandin piştî civîna Desteya Ewlekariya Neteweyî (MGK) wê bikeve meriyetê jî, pirsa çawaniya pêkanîna wê ya pratîkî pirseke sereke ye. Piştî banga kongreyê, ji aliyê tevgerê ve bi zelalî hate diyarkirin ku tenê Rêbertiya me dikare vê pêvajoyê bimeşîne. Biryar û daxuyaniyên kongreyê jî li ser vê bingehê bûn; lewra sermuzakerevan û aktorê sereke yê aliyê Kurd Serok Apo ye. Kesê ku dikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe û bixe pratîkê ew bi xwe ye. Ji ber vê yekê, gava herî girîng vekirina riya li pêşiya Serok Apo ye. Tevî ku di zagonê de statuya wî bi awayekî rasterast nehatibe diyarkirin jî, derî ji bo pênasekirina statuyê deriyekî vekirî hatiye hiştin. Tê diyarkirin ku ji bo meşandina pêvajoyê wê hin komîteyên din bên avakirin. Wekî tê zanîn, Bahçelî bi xwe jî ji bo statuya Serok Apo pênaseya koordînasyona pêvajoya aştî û siyasîbûnê bi kar anîbû. Loma pêwîst e komîteyeke bi vî rengî bê avakirin, statûya wî bi awayekî fermî bê naskirin û şert û mercên ku rola xwe bilîze bên dabînkirin.”

‘Ne pêkan e Rêber Apo di şertên zindanê de rola xwe bilîze’

Mazlûm Dînç destnîşan kir ku di bin şert û mercên giran ên zindanê de ne pêkan e ku Rêberê Gelê Kurd rola xwe bilîze û wiha pê de çû: “Tevî ku hemû alî berpirsyariyeke dîrokî têxin ser milê wî, lê şert û derfetên pêwîst jê re nayên afirandin. Heta niha mafên qanûnî yên herî rewa yên girtiyekî jî li Îmraliyê nayên bicihanîn. Weke mînak, di nava van nêzîkî du salên dawî yên pêvajoyê de tenê sê caran hevdîtina parêzeran pêk hatiye û hevdîtinên malbatê jî tenê di cejnan de bi rengekî pir bisînor çêbûne. Di bin van şertan de lîstina roleke wiha ne mimkun e. Divê şert û mercên fizîkî yên li giravê bên guhertin, şandeya sekreteriyê bê berfirehkirin û astengiyên li pêşberî têkiliyên wî yên bi derve, bi tevgerê û bi gel re bên rakirin da ku her gava pêwîst bike bikaribe peywendiyan deyne.

‘Divê êdî gavên pratîkî bêyî derengketin bên avêtin’

Her çend di vî warî de derengketinek hebe jî, piştî derxistina vê zagona yekemîn a hiqûqî, divê êdî gavên pratîkî bêyî derengketin bên avêtin. Di qonaxa destpêkê de, dibe ku başkirina şert û mercên li girava Îmraliyê ji bo demeke kin bersivê bide, lê ji bo çareseriyeke bingehîn û mayînde divê Serok Apo azad bibe, kesekî di zindanê de nikare rola xwe bilîze. Çareseriya esasî azadiya Serok Apo ye. Pêwîst e êdî di vî warî de gav bên avêtin. Bingeha hiqûqî ya vê yekê jî li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên der barê Mafê Hêviyê de amade ye. Ev biryar bi ser zagonên Tirkiyeyê de ye. Divê zagonên navxweyî li gorî vê esasê bên sererastkirin û riya azadiya Serok Apo bê vekirin. Hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê hiqûqî ve dema avêtina van gavan hatiye û derbas bûye lewma divê di vî warî de êdî gavên lezgîn bên avêtin.”

‘Kategorîzekirin ne nêzîkatiyeke rast e’

Mazlûm Dînç cudahiya ku di “Qanûna Çarçoveyê” de dixin nava endamên Tevgera Azadiyê de rexne kir û wiha berdewam kir: “Kategorîzekirin ne nêzîkatiyeke rast e. Lê ji ber ku gava yekemîn e erênî ye. Ew kesên ku derveyî qanûne hatine hiştin ji înîsiyatîf MGKê re hatiye hiştin. Ew lijne dikare bi nirxandina xwe ya demkî hemû kesî têxe nava vê zagonê de û pêşiya hatina wan bê vekirin. Bi vî şiklî ew kes dikarin tev li têkoşîna siyasî bibin. Lê ev hatin dê hatineke çawa be? Pêwîst e ev nîqaş jî bê destpêkirin. Kesên ku destpêkê werin helbet dê neçin mala xwe nerûnin. Kesên ku werin dê tev li siyaseta demokratîk bibin. Têkoşîna xwe dê bi rêya siyasetê bimeşînin. Ji bo ku vê yekê bikaribin jî pêwîstî bi hin gavan heye. Bi vê zagonê her tişt çareser nebûye. Di warê azadiya fikr û raman û azadiya xwerêxistinkirinê de pêwîst e ev gav jî bên nîqaşkirin. Heke li Tirkiyeyê derfetê ku têkoşînê bi rêya siyasetê bimeşînin nebe wê çawa werin. Ev kes werin jî dê xwe ewle nebînin wê dîsa derbarê wan de lêpirsîn bên vekirin û bên darizandin. Ji ber vê yekê di hinceta zagonê de jî ji xwe ev tişt hatiye ziman. Dibêje ev zagon destpêk e, piştî vê zagonê jî dê di warê hiqûq û demokrasiyê de gelek zagon û guhertin jî dê bên kirin. Ev tişt hatine nivîsandin divê ev bikeve meriyetê. Meclis nebêje me zagon derxist êdî karê me nema karê desthilatê ye an jî karê lijneya were avakirine. Piştî vê zagonê berpirsyartiya herkesê zêdetir bûye. Demokratîkbûyîn nikare ji insafa desthilatdaran re bê hiştin. Ji bo vê têkoşîn pêwîst e.”

‘Hatina endaman dê bi kordînasyona Serok Apo be’

Mazlûm Dînç da zanîn ku hatina endamên Tevgera Azadiyê ya Kurd û siyasetmedaran wê bi kordînasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be û ev tişt gotin: “Kesê ku vê pêvajoyê têxe meriyetê Serok Apo ye. Derfetê ku herkes bikare were tev li têkoşîna demokratîk be dê bê avakirin.” Mazlûm Dînç diyar kir ku ji bo desthilat hin gavan biavêje divê li benda vê qanûnê nemîne û wiha got: “Mînak paşvekişandina qeyiman hewcehî bi qanûnê nîne. Kurd di encama pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de dê bibin lingê komarê heyî. Kurd dê bi van zagonan çawa tev li vê komarê bibin. Di destûra bingehîn a heyî de Kurd tên înkarkirin. Bi vî awayî Kurd dê nebin lingekî komarê. Ji bo ku Kurd bibin lingekî komarê yê esasî divê komar jî xwe demokratîk bike. Xwe biguherîne. Guhertin jî dê bi têkoşîna civaka demokratîk çêbibe.”

‘Divê statuya Serok Apo bê naskirin’

Mazlûm Dînç destnîşan kir ku pratîkbûna “Qanûna Çarçoveyê” girêdayî şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir: “Divê statuya Serok Apo bê naskirin. Ev lijneyên ku bi vê zagonê bên avakirin pêwîst e bi Serok Apo re rûnin di nava kordînasyonekê de ev zagon bikeve meriyetê. Heke Serok Apo derveyî vê pêvajoyê bê hiştin ketina meriyetê ya vê zagonê jî pêkan nabe.”

‘Divê Serok karibe xwe bigihîne civakê’

Mazlûm Dînç da zanîn ku weke parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinan serlêdanan dikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di vê pêvajoyê de jî hevdîtinên me tên astengkirin. Ev nayê qebûlkirin. Hewce ye pêşî li hevdîtinên bi parêzeran re bi malbatan re bên vekirin. Lê divê bi van hevdîtinan re bisînor nemîne. Piştî derbasî merheleya duyemîn bûn divê pêşî li Serok Apo bê vekirin bixwaze hevdîtinê bi parêzerên xwe, malbata xwe re bike. Bikare bi çapemeniyê re, akademîsyen, siyasetmedaran re hevdîtinê bike. Divê ev yek bi awayekî lêzgîn bê kirin. Nêzî du salan ev pêvajo heye divê pêşî li ber gelek hevdîtinan hatibûya vekirin. Divê Serok Apo bikare xwe bigihîne civakê. Ez dubare bikim çareseriya bingehîn azadiya Serok Apo ye. Azadiya Serok Apo dê bi xwe re çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn ên heyî dê bi xwe re bîne.”

Etîket: azadbûndestekomîsyonMazlum DînçMeclîspêvajoqanûna çarçoveyîRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanşertên xebatêwasî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

18 TEBAX 2026
Erdogan: Bila ser xêrê be

Erdogan: Bila ser xêrê be

18 TEBAX 2026
Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

18 TEBAX 2026
Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

17 TEBAX 2026
‘Ji bo rêvebirina pêvajoyê divê statuya Birêz Ocalan bê misogerkirin’

‘Ji bo rêvebirina pêvajoyê divê statuya Birêz Ocalan bê misogerkirin’

15 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne