Stenbol – Hevseroka OHDa Stenbolê Ayşe Ozdemîr têkildarî Qanûna Çarcoveyî û statûya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku gava yekemîn piştî salek û nîv hatiye avêtin û ji bo ku pêvajoyê hê zêdetir dirêj nebe û pêş ve biçe divê MGKê jî di demeke zû de biryarê bide û wiha got: “Di vê çarcoveya qanûnê de ji bo pêvajo bigihêje armanca xwe divê azadiya sermûzakerevanê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan pêk were, ev gava herî girîng e.”
Ev nêzî du sal in li Tirkiyeyê Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27ê Sibata 2025an de hatibû destpêkirin, berdewam dike. Di pêvajoyê de gavên dîrokî tên avêtin. Di 5ê Tebaxê de ‘Qanûna Çarçoveyê’ ya bi 12 xalan pêk tê, ji meclisê re hat şandin û 8ê mehê di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de derbas bûbû. Herî dawî di çarçoveya pêvajoyê de qanûna çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ di 5ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclisê re hatibû şandin. 12 xalên qanûna çarçoveyî piştî niqaşên li Desteya Giştî ya Meclisê di encama dengê erênî ya 468 parlamenteran de hat qebûlkirin.
Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Ayşe Ozdemîr derbarê Qanûna Çarcoveyî û statûya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Ji bo pêvajo pêş ve biçe divê MGKê di demeke zû de biryarê bide’
Ayşe Ozdemîr anî ziman ku pêvajo bi qebûlkirina Qanûna Çarçoveyî hatiye astekî girîng û wiha axivî: “Di dîroka komarê de pirsgirêka Kurd her tim bi polîtîkayên qirkirin, bişaftin, înkar û ewlehiyê hate dîtin. Îro hate dîtin ku ev nêzîkbûn çareseriyê pêk nayne û îro cara yekem rêya hiqûqê derket holê. Rêya mûzakareyê hate esasgirtin û bi sedema vê jî mijara Kurd derbasî qada siyasetê bû. Di mijarên entegrasyon, beşdarbûna siyasî û rûbirû mayîna bi dîrokê re qanûn kêm e. Lê belê ev qanûn gava yekemîn e. Piştî ku rêxistin çekan berda û Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) biryara xwe li ser fesihkirina rêxistine bide û paşê jî ev biryar di Rojnameya Fermî de were weşandin, qanûn jî dê bikeve meriyetê. Gava yekemîn piştî salek û nîv hatiye avêtin û ji bo ku pêvajoyê hê zêdetir dirêj nebe û pêş ve biçe divê MGKê jî di demeke zû de biryarê bide.”
‘Ev qanûn ne gava dawiyê ye, gava destpêkê ye’

Di berdewamiya axaftina xwe de Ayşe Ozdemîr destnîşan kir ku pêkanîna qanûnê kî bi kîjan ewlehiyan vegere û pêkanîna qanûnê dê çawa werê kontrolkirin, ev mijar bi qasî qanûnê girîng in û pê de çû: “Pêvajo ji zemîna pevçûnê derbasî zemîna hiqûqî dibe. Em dizanin ku di her beşa pêvajoyê de berxwedan û têkoşîna civakê jî ji bo pêkanîna zagonan gelekî girîng e. Divê civak jî rola xwe bilîyze. Civakîbûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê pêvajoyê pêş bixe. Di heman demê de gavên demokratîk ên hemwelatîbûna wekhev, mafê zimanê zikmakî, demokrasiya herêmî û beşdarbûna demokratîk dê pêvajoyê xurttir bike. Ev qanûn ne gava dawiyê ye, gava destpêkê ye. Piştî vê gava yekemîn, şopandina gavên demokratîkbûnê dê bibe têkoşîna me ye jî.”
‘Rewşa Îmraliyê tê wateya çareseriyê’
Di axaftina xwe de Ayşe Ozdemîr bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku Ocalan bi mîsyona xwe vîna xwe ya di pirsgirêka Kurd de daniye holê, bi perspektîfa xwe aktorê hêrî sereke yê vê pêvajoyê ye û ev tişt anî ziman: “Ev mîsyona birêz Abdullah Ocalan ne encama pêvajoya vê dawiyê ye, bi perspektîfa birêz Abdullah Ocalan îro hêviya çareseriyê derket holê. Lê li dijî vê yekê li Îmraliyê bi salan e tecrîd didome û birêz Abdullah Ocalan bi awayekî azad nikare bi endamên malbata xwe re hevdîtin bike. Ev tecrîd pêşiya çareseriyê jî digire. Di demên ku tecrîd giranbû de pevçûn hê dijwartir bû. Bi vê jî tê ditîn ku rewşa ragihandin û diyalogê ya Îmraliyê ne taybet e, rewşa li Îmraliyê tê wateya çareseriyê.”
‘Dengê ku li Îmraliyê bilind bibe dê înşaya civaka demokratîk gelek girîng e’
Di dawiya axaftina xwe de Ayşe Ozdemîr bi bîr xist ku muzakareyên ku bi birêz Abdullah Ocalan re tê meşandin derfeta çareseriyê jî derxistiye holê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birêz Abdullah Ocalan sermuzakerewanê pêvajoyê ye. Divê birêz Abdullah Ocalan bi awayekî azad bixebite, ev ne tenê şert û mercên kesane ye. Di heman demê de ji bo mûzakare bi awayekî xurt bimeşe şertê bingehîn a pêvajoyê ye. Lê me di Qanûna Çarçoveyî de dît ku di qanûnê de kesên ku beriya sala 2005an de cezaya muebet û muebeta giran xwarine tune ne. Ev veqetandin di vê astê de azadiya birêz Abdullah Ocalan jî derveyî qanûnê dihêle. Di beşa hincetê ya qanûnê de cihê cextê ya li ser wesfa pêvajoyê gelek girîng e. Di hincetê de; rewşa dînamîk a pêvajoyê dema ku tê berçavan di pêkanîna qanûnê de pirsgirêk derkevin holê, li gorî şert û mercan û armanca pêvajoyê qanûnên nû dê derkevin holê, tê gotin. Di vê çarcoveya qanûnê de ji bo pêvajo bigihêje armanca xwe divê azadiya sermûzakerevanê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan pêk were, ev gavê herî girîng e. Heta ku ev gav bê avêtin divê Îmrali ji parêzer, rojnameger û siyasetmedaran re vekirî be. Dengê ku li Îmraliyê bilind bibe dê ji bo civakbûyîna aştiyê û înşaya civaka demokratîk gelek girîng e.”













