Li Sêwregê cenazeyê jina bi navê S.K. di nav wesayîta hatî şewitandin de hat dîtin. Ji ber bûyera bigum ana “kuştin” û “şewitandina bi zanebûn” 4 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, jina bi navê S.K. piştî ku ji mala xwe derket demeke dirêj agahî ji wê nehat girtin. Li ser îxbara şewitîna wesayîtekê ya li taxa Mîsêbê ya herêma Qerejdaxê, tîmên cendermeyan çûn cihê bûyerê. Tîman di nav wesayîta şewitî de cenazeyê S.K.yê dît. Di heman wesayîtê de kesê bi navê Ş.U. jî bi birîndarî hat dîtin û rakirin nexweşxaneyê.
Peywendîdarên şewitîna wesayîtê û mirina S.K.yê hê jî tên lêkolînkirin. Ji ber bûyera biguman a “kuştin” û “şewitandina bi zanebûn” lêpirsîn hat destpêkirin. Di encama lêpirsînê de 4 kes hatin binçavkirin.
Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.













