Parlamenterê Yenî Partiyê Sezgîn Tanrikulu bi lêv kir ku qanûn tevî kêmasiyan jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gaveke girîng e û got: “Pirsgirêka Kurd di zemîneke demokratîk de çareser dibe.”
Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclisê re hatibû şandin di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin. Endamên komîsyonê yên partiyên siyasî tevlî civÎnê bûn. Civîn bi axaftinên li ser xal û naveroka qanûna çarçoveyî berdewam dike. Endamên komîsyonê li ser xalên qanûna çarçoveyî nirxandinan dikin.
Parlamenterê Yenî Partiyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî bi lêv kir ku ew weke welatiyekî Kurd ku ji mafê ziman û mafê jiyanî bêpar maye hemû gavên ji bo çareseriyê girîng dibîne û wiha got: “Ew qanûn ji bo vekirina deriyekî ji bo bi dawîbûna şer girîng e, lê kêm e. Heke hûn kesekî re bêjin çekê berde û vegere welat divê ew kes bizanibe dema vegeriya çi dê were serê wî. Divê hiqûq mîsogeriyê bide. Ew qanûn jî tevî kêmasiyan jî mîsogeriyan dide. Min li Amedê mafê mirovan parast. Min dosyayên kujer ne diyaran û lêgerîna edaletê ya Dayikên Şemiyê jî şopand. Min êşa vî welatî ne di rakaman de lê di şûnê de dît.”
‘Pirsgirêka Kurd di zemîneke demokratîk de çareser dibe’
Sezgîn Tanrikulu destnîşan kir ku ji bo wî parastina aştiyê peywîreke parastina mafê mirovan e û wiha got: “Tevî hevalên me bi sepanên faşîzane tên girtin jî em piştgiriyê didin. Divê qîmeta ji vê re be dayin. Pirsgirêka Kurd di zemîneke demokratîk de çareser dibe. Qanûn vegera welat sererast dike lê tevlîbûna civakê de kemasî hene. Mirov dê çawa tevlî siyaseta demokratîk bibin divê bê sereratkirin. Her wiha divê şopandina qanûnê ne di bin kontrola burokrasiya ewlehiyê de be û şopandina meclisê xurt bibe. Divê sepandin jî bi takvîmê re neyê sînordarkirin û kesî derve nehelê û pêdivî hebe bê dirêjkirin.”
‘Ew qanûn bi tenê nikarê pirsgirêka Kurd çareser bike’
Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku ew qanûn tenê nikare çareser bike û wiha axivî: “Mafê zimanê dayikê, aliyê wê yê demokratîk û demokrasiya herêmî jî divê em biaxivin. Gava yekem kêm be jî girîng e. Bi salan ên aştî parastin hatin cezakirin. Lê tevî vê jî me dev jî parastina aştiyê berneda. Ji ber ku divê siyaset berpirsyariya tu dayik negirîn û ciwan nemirin bigire. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî desthilatê bidomînin em dizanin ew desthilat ne xwedî îradeya çareseriya pirsgirêka Kurd e. Lê em hêviya wê jî vê pirsgirêka mezin nahêlin. Di xalên 3-4an ên qanûnê de hê kêmasî hene ku gumanan çêdike. Divê ew xal jî li vir be sererastkirin.”













