Endamê Komîsyona Edaletê yê CHPê Turan Taşkin Ozer bi lêv kir ku ji bo aştiya mayinde ne tenê bêçekbûn di heman demê de demokratîkbûyin hewceyê û got: “Tenê bêçekbûn tundiyê ji holê ranake. Pêdivî bi demokratîkbûyinê heye. Helbet ew gava yekem e. Lê divê demokratîkbûyinê bi bîr bixînin ji bo aştiya mayinde demokratîkbûyinê hewce ye.”
Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclise re hatibû şandin di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin. Endamên komîsyonê yên partiyên siyasî tevlî civÎnê bûn. Civîn bi axaftinên li ser xal û naveroka qanûna çarçoveyî berdewam dike.
Endamê Komîsyonê yê CHPê Turan Taşkin Ozer jî bi lêv kir ku divê ew qanûn bi awayekî demokratîk ji hemû raya giştî re bihata parvekirin û rêbaza desthilatê rexne kir û got: “Helbet derdê me ne ew ê ku em çareseriya vê pirsgirêke re bibin asteng lê bi pêşniyaran piştgiriya pêvajoyê bikin. Rêya ji tundiyê rizgarbûna demokratîkbûnê. Tenê bêçekbûn tundiyê ji holê ranake. Pêdivî bi demokratîkbûyinê heye. Helbet ew gava yekem e. Lê divê demokratîkbûyinê bibîrbixînin ji bo aştiya mayindê demokratîkbûyin hewceyê. Di komîsyona meclise de jî hatibû gotin ku divê qada demokrasiyê be fireh kirin.”
‘Ew pêvajo hem bi çêkbûnê û hem jî demokratîkbûyinê hewce dike’
Turan Taşkin Ozer destnîşan kir ku ji bo mayindê bûna pêvajoyê hewcehî bi demokratîkbûyinê heye û got: “Ew pêvajo hem bi çêkbûnê û hem jî demokratîkbûyinê hewce dike. Her dû ji hev nayên qutkirin. Helbet bêçekbûn dê bibe lê li rex wê demokratîkbûyin jî dê bibe. Yanî welatiyekî Kurd li Mêrdînê dê nebêje pêvajo heye lê çima hê li qeyûm li ser peywirê ye. Piştgiriya ji bo pêvajoyê her ku diçe zêde dibe lê baweriya welatiyan ji bo desthilatê kêm e. Ji bo demokratîkbûyinê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêkbînin û Can Atalay serbest berdin. Helbet erêniyên vê pêvajoyê hene. Êdî ciwanên me namirin. Ji vê baştir tiştek tune ye. Heke em vê pêvajoyê bikarin bigihînin encamê çavkaniyên ji şer dê ji gel re bên veqetandin. Lê ji bo mîsogerkirina aştiya civakî pêdivî bi nêrîn û hişmendiyeke nû heye û avêtina van gavan heye.”
‘Yên dixwazin pêvajoyê proveke bikin hene’
Endama Komîsyonê ya AKPê Emîne Yavuz Gozgeç jî diyar kir ku lihevkirina li ser qanûnê nîşaneya hewldanên avakirina hiqûqa xwişk-biratiyeyê û wiha got: “Li her derê şer û qirkirin heye. Di vê serdemê de xurtkirina piştgiriya civakî berpirsyariya siyasetmedaran e. Yên dixwazin vê pêvajoyê proveke bikin hene. Lê baweriya me ji gelê me heye. Gelê me dibînê. Gelê me biryardariya me ya ji bo avakirina hiqûqa xwişk-biratiyê û avakirina Tirkiyeya ku mîrateya paşeroja hevpar derbasî pêşerojê bike dibîne. Armanca me ew e ku di sedsala 2an a komarê de pêşerojeke ku hemû kes bikarin xwe îfade bikin û demokratîk ava bikin.”













