58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê di roja xwe ya 7emîn de bi panela “Wêje û Ziman” dest pê kir. Di panelê de bal kişandin ser girîngiya ziman û dîroka wêjeya Kurdî.
58e ên Mîhrîcana Çand û Hunerê ya ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve bi dirûşma “Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene” tê lidarxistin, di roja xwe ya 7emîn de bi bernameyên çandî û wêjeyî berdewam dike. Bernameya roja 7emîn li navçeyê bi panela bi navê “Wêje û Ziman” dest pê kir. Di panelê de pankarta “Wêje û ziman” hat vekirin. Moderatoriya panelê ji aliyê rêvebira Komeleya Çand, Ziman û Hunerê ya ARSÎSAyê ya Erdîşa Wanê Kezîban Çelebî ve hat kirin. Nivîskarên Kurd Mîraz Ronî û Mehmet Can Demîr wek panelîst tevlî bûn. Her wiha gelek welatî tevlî panelê bun.
‘Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, sembola hebûnê ye’
Nivîskarê Kurd Mehmet Can Demîr diyar kir ku zimanê Kurdî hîna jî bi astengiyan re rûbirû ye û bal kişand ser têkoşîna ziman û got: “Qadên taybet ên ziman bi xwe hene. Ziman tenê amûreke ragihandinê nîn e, ziman sembolek e ku hebûna Kurdan derdixe holê. Ziman ew rêziman e ku ji devê me derdikeve bi rêk û pêk dike û qîmetê dide her peyva me. Di ziman de carnan peyvên ku nayên axaftin winda dibin. Eger ziman neyê axaftin, ber bi windabûnê ve diçe an diguhere. Koka her zimanî heye û ev kok heta dawiya jiyanê berdewam dike.”
‘Zimanê me cihê serbilindiyê ye’
Mehmet Demîr destnîşan kir ku divê ziman di hemû qadên jiyanê de bê belavkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di welatê ku em tê de dijîn de çandên cuda hene û em jî di nav çanda Kurdî de dijîn. Zimanê me di cihê ku me serbilind dike de ye. Eger gel bixwe bi zimanê xwe biaxive, di serî de çanda xwe, di gelek mafên bingehîn de pêş dikeve. Hêza ziman ne tenê bi peyv û tîpan e, bi bikaranîna wî re diyar dibe. Divê em zimanê xwe ne tenê di mal û kolanan de, li hemû cîhanê belav bikin. Eger ronakbîrên gel xebatên xwe bi zimanê xwe bikin, ziman hê bêtir xurt dibe. Ziman di laşê mirov de mîna xwînê ye.”
‘Wêjeya Kurdî xwedî dîrokeke kûr e’
Piştre nivîskarê Kurd Mîraz Ronî derbarê dîroka wêjeya Kurdî û rewşa wêjevanan de nirxandin kir û got: “Dema em dibêjin Wêjeya Kurdî, rewşa Kurdan a sedsalan berê tê ber çavan. Wêjeya Kurdî xwedî dîrokeke kûr, bi kok e û gelekî berfereh e. Wêjeya Kurdî li ser erd, îdeolojî û siyasetê teşe girtiye. Hîna jî gelek nivîskar û hunermendên Kurd ji welatê xwe hatine sirgûnkirin an jî nikarin hunera xwe bi rihetî pê tînin.”
Panel piştî pirs û bersivên beşdaran bi dawî bû.

















