Enqere – Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren tekildarî qanûna çarçoveyî diyar kir ku piştî qanûn ket meriyetê dê nezî 3 hezar û 900 girtiyên siyasî werin berdan û got: “Dê pêşî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî vebe. Dê şert û mercên wî jî biguherin û dê karibe bi hemû beşên civakê re bikevê tekiliyê.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku nêzî 2 sal in rojeva sereke ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi qanûna çarçoveyî derbasî merhaleyeke nû bû. Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” dûh ji aliyê AKPê û MHPê ve ji Serokiya Meclise re hat pêşkeşkirin. Bi qanûna çarçoveyî di dîrokê de cara yekem pirsgirêka Kurd ne di çarçoveya ewlehiyê de lê di çarçoveya hiqûqê de hat nirxandin. Qanûna Çarçoveyî ji aliyê DEM Partî û CHPê ve jî hat îmzakirin. Qanûn dê sibe seat 15.30an de ji Komîsyona Edaletê re be şandin û tê payîn roja yekşemê di Desteya Giştî ya Meclise de bibe qanûn. Ji bo qanûna çarçoveyî meclisê xebatên xwe careke din dirêj kir û dê heta 7-11ê Tebaxê bixebite.
Qanûna Çarçoveyî piştî ku di Desteya Giştî ya Meclise de bû qanûn ji aliyê Serokkomar û Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) ve bikevê meriyetê. Ji bo sepandina qanûn dê li benda rapora tespît û teyît a MGKê be sekinandin. Piştî rapora MGKê qanûn dê li ser erdê be sepandin. Qanûn dê bibe qanûneke demkî û dema wê jî weke 6 meh hatiye destnîşankirin û ew dem nayê dirêjkirin. Yanî qanûn piştî ku ket meriyetê dê 6 mehan bê sepandin. Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren tekildarî hurgiliyên qanûna çarçoveyî ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Cara yekêm Kurd di nava hiqûqê de tên pênasekirin’
Serhat Eren peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Ez dixwazim pirsgirêka Kurd ji zemîna pêvçûn û şer derbasî zemîna hiqûqê bikim” bi bîr xist û wiha axivî: “Pêvajo 2 sal in berdewam dike. Di van 2 salan de gelek zahmetî û muzakerê pêş ketin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di vê pêvajoyê de hewldanên mezin kirin. Heke îro ew qanûn derketibe bi saya birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê ku piştgiriya birêz Ocalan kiriyê derket. Ew qanûn tevî kemasî û nebesiyan jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd deriyekî vedike. Cara yekêm e dewlet vê pirsgirêke ne tenê bi polîtikayên ewlehiyê sînordar dike, çareseriya vê pirsgirêke di nava hiqûqê de dibînê. Ew qanûn ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd weke bingehek dikarê be pênasekirin. Di nava pêşnûmeyê de jî hatiyê destnîşan kirin heke pêvîstî hebe qanûnên nû dikarin bên derxistin û ew qanûn destpêkeke. Ji bo wê jî em dibêjin vê qanûnê deriyek hatiyê vêkirin û cara yekêm Kurd di nava hiqûqê de tên pênase kirin. Bi vê qanûnê dewletê jî ew yek qebûl kir ku bi polîtikayên ewlehiyê, şer û pêvçûnan ew pirsgirêk çareser nabe. Ew pirsgirêk di zemîna hiqûq û demokrasiyê de dikarê be çareser kirin. Bi qanûneke pirsgirêk nayê çareser kirin lê ji bo çareseriyê gaveke û bingeheke.”
‘Nezî 3 hezar û 900 girtiyên siyasî dê bên berdan’
Serhat Eren tekildarî xal û navaroka qanûna çarçoveyî jî diyar kir ku ew qanûn dê bi xwe re pêşketinên girîng bînê û wiha axivî: “Bi vê qanûnê kesên beriya 2005an cezayê mihebeta giran jî di nav de hemû girtî dê sûd bigirin. Kesên werin jî dê neyên girtin, rastî lêpirsînê nayên. Yên lêpirsîna wan hebe û cezayê wan hebe dê ew ceza were taloq kirin. Yên ji ser 15 salî ceza girtibin cezayê wan dê 10 salan were taloq kirin. Yên di bin 15 salan ceza girtinê jî cezayê wan dê 5 salan bê taloq kirin. Yên derbarê wan de biryara berdana bi şert û derketina derveyî welat hebe ew hemû jî dê be batalkirin. Dosyayên ji Îstînaf an jî Dadgeha Bilindin jî dê bên dadgeha herêmî û li wir be taloq kirin. Hevalên me yên di girtîgehê de ne an jî li derveyî welatin jî cezayê wan dê be rawestandin. Yanî yên li ser 15 sal ceza girtibin cezayê wan 10 sal be taloq kirin yên di bin 15 salan ceza girtibin jî 5 sal be taloq kirin û piştrê jî ew ceza dê xera bibe. Yanî nezî 3 hezar û 900 girtiyên siyasî dê bên berdan. Derdora 900 girtiyên siyasî jî ji ber ku beriya 2005an cezayê muebata giran girtinê rewşa wan niha dê bidin sekinandin lê piştî ew qanûn ket meriyetê Desteyên hatinê avakirin dê rewşa wan jî binirxînê û derbarê wan de jî biryar bide.”
Şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diguherin
Di berdewama axaftina xwe de Serhat Eren bal kişand ser statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di xala 7emîn a qanûnê de dibêje ji bo rêveberina pratîkkirina qanûn 2 lîjne bên ava kirin. Lîjneyek di bin baneya Serokkomar de mekanîzmayeke ku ji Wezaretan û Sekreteryaya MGKê pêktê. Di bin vê lîjneyê de jî hinek komîsyon bên ava kirin di bin banê van komîsyonan de jî bawerim ser navê Tevgerê û gelê Kurd birêz Ocalan jî cih bigirê. Erê li gor pêvajoyê divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav vê qanûnê de cih bigirta. Jixwe di mînakên cîhanê de jî ew yek heye. Lê piştî ew qanûn bikevê meriyetê pêşya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî vêbibe. Dê bikarê bi hemû beşên civakê re bikevê tekiliyê û şert û mercên wî jî biguherê. Birêz Ocalan Jî dê bikarê dengê xwe bigihînê civakê.”
‘Beriya teyîd û tespîtê hewcehî bi mekanîzmayan heye’
Serhat Eren destnîşan kir ku ji bo rêveberina pêvajoya pêkanîna qanûna çarçoveyî hêj lîjnê jî dê bên ava kirin û wiha pê dê çû: “Qanûn piştî rapora MGKê ya teyîd û tespîtê bikevê meriyetê. Lê beriya qanûn ji bo rêveberinê hê lijne bên ava kirin. Di van lîjneyan de Serokatî jî cihê xwe bigirê û ew lîjnê dê ji bo rêveberina pêvajoya li ser erdê pêkanîna qanûnan dest bi kar bike. Yanî ji bo MGKê bikarê teyîd û tespîtê bike hewcehî bi mekanîzmayeke heye. Ew mekanîzma bi Tevgera Azadiyê re were cem hev û bi awayekî raporê amade bike. Yanî heta mekanîzmayek neyê avakirin, Tevger û MGKê neyên cem hev teyîd û tespit jî nabe. Ji bo wê beriya rapora teyîd û tespîtê hewcehî bi lîjneyeke bi vî rengî heye. Piştî teyîd û tespîtê jî qanûn wê rojê bikevê meriyetê. Piştî qanûn ket meriyetê gerîla jî girtiyên siyasî jî dê tevlî siyaseta demokratîk bibin.”
‘Ji bo civakîbûna pêvajoyê rol û mîsyoneke mezin dikevê ser milê me’
Di dawiya axaftina xwe de Serhat Eren bi lêv kir ku ji bo civakîbûna pêvajoya berpirsyariya herî mezin dikevê ser siyaseta demokratîk û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo civakîbûna pêvajoyê hewcehî bi xebateke mezin heye. Birêz Ocalan jî dibêje aliyekî vê pêvajoyê jî aborî ye. Dewletê ji ber şer nezî 3 trîlyon dolar çavkaniya gel ji bo şer bi kar aniye. Yanî bandoreke mezin li ser aboriya Tirkiyeyê jî kir. Ew pirsgirêk helbet pirsgirêka Kurd e lê li rex ve pirsgirêka demokrasî û hemû gelên Tirkiyeyê. Ji bo wê jÎ divê hemû partiyên siyasî, sazî û dezgeyên sivîl rol û mîsyoneke mezin bilîzin. Divê em hemû hezên rastî cihekariyê hatinê bînin cem hev û têkoşînê mezin bikin. Em ê bi gelê xwe re bên cem hev û bi gelên Tirkiyeyê re jî werin cem hev. Aştî ji bo tevahî civaka Tirkiyeyê aramiyê. Birêz Ocalan dibêje ji bo hezaran kîlometrê hewcehî bi yek gavê heye. Niha gavek hatiyê avetin. Divê em jî ji bo bigihejin armancê li ser vê bingeha qanûnî meşa xwe bidomînin. Karê me niha destpêdike.”












