• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
08 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

Omer Demîr / AW

17 GULAN 2026 - 09:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Hevberdevkê ANYAKAY-DERê ya Herêma 3yemîn ya Stenbolê Osman Ozdemîr derbarê 18ê Gulanê Roja Şehîdan de diyar kir ku di meha Gulanê de gelek cangorî çêbûne û wan cangoriyan gelê Kurd aniye roja îro û got: “Em bi serfirazî bi saya şehîdan dijîn. Şehîdên meha Gulanê em ji tunebunê  anîn hebûnê. Ev tiştên ku em armanc dikin dê bi saya şehîdan û Serokatî pêk bê.”

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê weke tevgera şehîdan tê pênasekirin. Ji bo azadiya Kurdistanê hezaran kes canê xwe feda kirin. Dema ku meha Gulanê tê, şehîdên tevgera Kurdistanê tên bibîranîn. Di meha Gulanê de ji pêşengên Tevgera Azadiyê; Heqî Karer, Eşref Anyik, Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Necmî Oner, Mehmet Karasûngûr û Halîl Çavgûn jiyana xwe ji dest dane. Lewma ev meh weke meha şehîdan tê zanîn. Hevberdevkê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER) ya Herêma 3yemîn a Stenbolê Osman Ozdemîr derbarê 18ê Gulanê Roja Şehîdan de axivî.

‘Bi bexwedana wan lehengan em hatine vê astê’

Osman Ozdemîr diyar kir ku di meha Gulanê de cangoriyên wan tên bîra wan û wiha got: “Meha Gulanê meha lehengî û berxwedanê ye. Şehîdan gelê Kurd ji tunebûnê anî roja îro. Li ser şehadeta Heqî Karer Tevgera Azadiyê hat avakirin. Şehîdên meha Gulanê şehîdên pîroz in. Îbrahîm Kaypakkaya jî bi berxwedana xwe tiştên gelek girîng kir. Îbrahîm Kaypakkaya jî şehîdê meha Gulanê ye. Çalakgerên çalakiya Çaran û Mehmet Karasûngûr şehîdên mezin in, gelek kes di meha Gulanê de şehîd ketin, wan şehîdan em anîn roja îro. Bi saya wan îro tevgera ku hatiye avakirin, bûye hezaran û ev pêvajo hatiye destpêkirin. Bi bexwedana wan lehengan em hatin vê astê.”

‘Tiştên ku em armanc dikin bi saya şehîdan û Serokatî dê pêk were’

Osman Ozdemîr destnîşan kir ku dewleta Tirk piştî serhildana Agiriyê goristaneke sembolîk çêkir û got ‘Kurdistan li vir veşartiye’ û wiha axivî: “Ew goristan bi têkoşîna şehîdan hate pûçkirin. Gelê Kurd xwe nas nedikir, têkoşîna ku hate dayîn gelê Kurd şiyar kir. Berî çalakiyên li Zindana Amedê, Kurdekî/ê nikaribû bêje ez Kurd im. Lê îro em bi saya şehîdan serfirazî dijîn. Ev tiştên ku em armanc dikin bi saya şehîdan û Serokatî dê pêk were.”

‘Divê aqûbeta windayan were aşkerekirin’

Osman Ozdemîr bi bîr xist ku gelê Kurd gelek êş kişandin lê her dem li ber xwe da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hestiyên zarokên me di qutiyan de dan me. Saziya me jî têkoşîna zarokên xwe didomîne. Bi sedan malbatên me hene ku bi aqûbeta zarokên xwe nizanin. Em jî weke saziya ANYAKAY-DERê dixwazin aqûbeta kesên winda derxin holê. Divê êşa di nava dilê dayikan de were sivikkirin. Divê dewlet komeleyên windayan esas bigire ku aqûbeta kesên winda were zelalkirin. Li Goristina Xerzanê gor hatin werankirin û hestiyên gelek kesan hate rewandin. Ev êrişa bêrûmetî li dijî malbatên me pêk hat. Ji vê girantir tiştekî din tune ye. Heke aştiyeke bi rûmet çêbibe zarokên ku winda ne divê aqûbeta wan werin diyarkirin. Weke tê zanîn 18ê Gulanê ‘Roja Şehîdan e’ em ê weke ANYAKAY-DER li Stenbolê li 3 navçeyan bernameya bîranînê li dar bixin. Li Sancaktepe, Beyoglû û Bagcilarê bernameya bîranînê li dar bixin.”

Etîket: ANYAKAY-DEREşref AnyikFerhat KurtayHakî KarerMahmut Zengînmeha GulanêMeha ŞehîdanNecmî Oner
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

26 GULAN 2026
Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

Li 3 navçeyên Stenbolê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

17 GULAN 2026
Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

17 GULAN 2026
MEBYA-DERê li Licê serdana goristanan kir

MEBYA-DERê li Licê serdana goristanan kir

13 GULAN 2026
Meşvanên hêviyê Hakî Karer li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn

Meşvanên hêviyê Hakî Karer li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn

4 COTMEH 2025
Agirê Çaran bû berxwedana hezaran

Agirê Çaran bû berxwedana hezaran

17 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne