• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

46 rêxistinên sivîl û hiqûqê: Divê mafê hêviyê bi lezgînî were bicihanîn

Stenbol / AW

28 NÎSAN 2025 - 13:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
46 rêxistinên hiqûq û mafên mirovan û saziyên sivîl ji bo “mafê heviyê” yên girtiyan pêk were daxuyaniyeke hevpar dan û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bingeha mafê hêviyê di warê aştiya civakî û mafên mirovan de pêwîstiyek e acîl e.”

Bi pêşengiya Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqê (TOHAV) rêxistinên civakî yên sivîl û gelek baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê di nav de 46 saziyan derbarê “mafê heviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyanî hat dayîn. Daxuyaniya hevpar li avahiya Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqê (TOHAV) a li navçeya Beyoglûya Stenbolê hat dayîn. Li eywana civînê pankarta li ser, “Bila mafê heviyê bê naskirin” hat daliqandin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û rêveberên TOHAVê û nûnerên saziyan tev li daxuyaniyê bûn. Di destpêke de Eren Keskîn axivî û anî ziman ku pêkanîna mafê heviyê mafekî ku divê pêk were û wiha got: “Piştî darizandina birêz Abdullah Ocalan cezayê îdame rabû. Îro jî mafê heviyê tê nîqaşkirin. Mafê heviyê ne xelatek e. Mafê heviyê divê pêk were. Ev yek di qanûnên navneteweyî de hatiyê destnîşankirin. Hemû dewletên îmze kirin e jî peywîra wan ew e ku vî mafî pêk bînin.”

‘DMME mafê hêviyê wek mafek bingehîn qebûl kiriye’

Metna daxuyaniya hevpar ji aliye Hevseroka TOHAVê parêzer Destîna Yildiz ve hat xwendin. Destîna Yildiz anî ziman ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê mafê heviyê weke mafekî bingehîn qebûl kiriye û wiha got: “Lê li Tirkiyeyê girtiyên ku hikum xwarinê heviya wan a berdanê tê binpêkirin û li dijî hiqûqa mafê mirovan cezayekî bê dem tê dayin. Taybet jî girtiyên di çerçoveya ‘Sûcên li dijî ewlehiya dewletê’ de bi muhebeta giran hatine cezakirin ji vî mafî bêpar dimînin. Cezayê girankirî yê heta hetayê, ku heta mirinê bêyî îmkana serbestberdana bi şert tê dayîn, dişibin cezayê darvekirinê; Di vir de faktorek bi taybetî girîng ew e ku hêviyek berdanê nade girtiyan. Di vê rejîma giran a îdamê ya heta hetayê de, girtî heta dawiya jiyana xwe di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, ji têkiliyên xwe yên civakî qut dibe û mehkûmî tenêtiyeke bêçare ye. Ev ceza mafê hebûna qanûnî ji ferd re digire û îhtîmala vegerê ya civakê bi tevahî ji holê radike.”

‘Mafê heviyê 11 sal in pêk nehatiye’

Destîna Yildiz bal kişand ser biryara mafê heviyê ya Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo ku cezayê hepsê yê giran ê heyî yê li Tirkiyeyê bi xala 3’yemîn a Peymana ‘heta mirinê’ re were guheztin, hewce dike ku mehkûm mafê daxwaza vegerandina cezayê xwe û serbestberdana bi şert piştî ku beşek jê derbas kir, bê dayîn. Tevî ku di ser biryara Ocalan (2)/Tirkiye re ku di derbarê vê mijarê de biryara yekem a Tirkiyeyê bû 11 sal derbas bûn jî, ji bo bidawîkirina vê binpêkirinê û pêşîgirtina li binpêkirinên berdewam ji aliyê Tirkiyê ve tu gav nehatine avêtin. Di vê nuqteyê de, divê were zanîn ku daneyên berfireh ên li ser hejmara girtiyên ku cezayê wan bêyî ku mafê hêviyê jê re bê dayîn, an jî hejmara bersûcên ku darizandina wan ji ber sûcên bi vî rengî didome, ji hêla rayedarên Tirkiyeyê ve bi raya giştî re nayê parve kirin. Li gorî daneyên nûnerên Wezareta Edaletê di rûniştina 80’emîn a Komîteya Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî ku di navbera 8-26ê Tîrmeha 2024an de pêk hat de, ku saziyên civaka sivîl Rapora Peryodîk a Pêncemîn a Tirkiyeyê nirxandibû, hate ragihandin ku zêdetirî 4 hezar mehkûmên ku cezayên giran û heta hetayê li wan hatiye birîn, hene. Li hemberî vê tabloya cidî, ji bo ku Tirkiye îdiaya xwe ya dewleteke hiqûqî bidomîne, divê ev rejîm ji ber çavan bê girtin û rêziknameyên ku mafê hêviyê nas bike, bêne çêkirin û divê bi lezgîn gavên îdarî bên avêtin ji bo avakirina sîstemeke cezayê ku rêz li rûmeta mirovî û dadperwerî bigire.”

‘Bingeha mafê hêviyê di warê aştiya civakî û mafên mirovan de pêwîstiyek e’

Destîna Yildiz bi lêv kir ku mafê hêviyê ku di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de di kanalên siyasî de di 22yê Cotmeha 2024an de hat rojevê, ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê û pêkanîna hiqûqa mafên mirovan derfeteke girîng pêşkêş dike û got: “Nîqaşên li ser esasê mafê hêviyê tên kirin, ji bo vê sedemê ji nû ve avakirina sîstema sûcê ya siyasî û yasayî jî, ji bo vê yekê jî di warê ji nû ve avakirina sîstema sûc de, ji bo Tirkiyeyê firsendeke girîng e. Bingeha mafê hêviyê di warê aştiya civakî û mafên mirovan de pêwîstiyek e. Li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û li gorî pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî, divê bi lez û bez hemû gavên pêwîst ên hiqûqî û îdarî bên avêtin ji bo avakirina pergaleke cezayî ya ku rêzê li rûmeta mirovan bigire, dadmendî û însanî be. Nabe ku tu kes ji mafê xwe yê hêviyê û derfeta jiyana jinûve bêpar nemîne.”

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serkan Kiliç jî anî ziman ku divê mafê heviyê bê bicihanîn û heke mafê heviyê neyê bicihanîn ew ê serî li Komîteya Wezarîan a Konseya Ewropayê bidin.

Navên hin saziyên ku metna hevpar îmze kirin e ev in:

Baroyên Kurdistanê, Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê, Weqfa Aştiyê, Kolektîfa Lêkolînê ya DEMOS, Komeleya Şopandina Mafên Wekheviyê, Komeleya Şopandina Koçberiyê, Înîsiyatîfa Maf, Heqîqet, Înîsiyatîfa Edaletê, Komeleya Wêjeya Hunerê ya Çanda Jinê, Komeleya Mafên Jinan a Demjimêr, Komelaya Dadsazge, Humanet Koma Hiqûqnasên Demokrat, Komeleya Jinê ya Rosa, Komeleya Jinan a Star, Weqfa Mafên Mirovan Tahîr Elçî, Tevgera Jinên Azad, Komeleya Azadiya Bîra Jiyanê û Odaya Tabîban.

Etîket: Abdullah OcalanMafê Hêviyêrêxistinên sivîlTOHAV
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Divê Ocalan bigihîje mafê heviyê û Demîrtaş were berdan

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne