Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Şamê bi Serokê Hikumeta Veguhêz Ehmed El Şera û Wezîrê Karên Derve Eseed El Şeybanê re civiyan.
Çavkaniyên agahdar diyar kirin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Koşka Gel a li Şamê hevdîtin bi Serokê hikûmeta demkî Ehmed El Şera û Wezîrê Karên Derve Eseed El Şeybanê re kirin.
Li gorî çavkaniyan, di hevdîtinê de bicihanîna peymana 29ê Çileyê û rêveçûna qonaxa entegrasyonê hatin nîqaş kirin.













