• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
29 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kosret Resûl: Em dixwazin bi Bexdayê re gotûbêjek cidî bikin

    Kosret Resûl: Em dixwazin bi Bexdayê re gotûbêjek cidî bikin

    Li Fîsê pîrozbahiya 27ê Mijdarê

    Li Fîsê pîrozbahiya 27ê Mijdarê

    Dayikên Aştiyê 27ê Mijdarê pîroz kirin

    Dayikên Aştiyê 27ê Mijdarê pîroz kirin

    ‘Deriyê zindanan vekin û girtiyên nexweş berdin’

    ‘Deriyê zindanan vekin û girtiyên nexweş berdin’

    Li Amedê bi boneya şehîdên meha Mijdarê kulîlk li ser gorên şehîdan hatin çandin

    Li Amedê bi boneya şehîdên meha Mijdarê kulîlk li ser gorên şehîdan hatin çandin

    Ji bo parastina Zanîngeha Rojava kampanya hashtagê tê destpêkirin

    Ji bo parastina Zanîngeha Rojava kampanya hashtagê tê destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kosret Resûl: Em dixwazin bi Bexdayê re gotûbêjek cidî bikin

    Kosret Resûl: Em dixwazin bi Bexdayê re gotûbêjek cidî bikin

    Li Fîsê pîrozbahiya 27ê Mijdarê

    Li Fîsê pîrozbahiya 27ê Mijdarê

    Dayikên Aştiyê 27ê Mijdarê pîroz kirin

    Dayikên Aştiyê 27ê Mijdarê pîroz kirin

    ‘Deriyê zindanan vekin û girtiyên nexweş berdin’

    ‘Deriyê zindanan vekin û girtiyên nexweş berdin’

    Li Amedê bi boneya şehîdên meha Mijdarê kulîlk li ser gorên şehîdan hatin çandin

    Li Amedê bi boneya şehîdên meha Mijdarê kulîlk li ser gorên şehîdan hatin çandin

    Ji bo parastina Zanîngeha Rojava kampanya hashtagê tê destpêkirin

    Ji bo parastina Zanîngeha Rojava kampanya hashtagê tê destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogullari tev li komxebata ‘ji bo welatiyên astengdar budçe’ bû

Enqere / AW

28 November 2026 - 14:26
Kategorî: ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku tev li komxebata ‘ji bo welatiyên astengdar budçe’ bû û diyar kir ku divê welatiyên astengdar di pêvajoya amadekirina budçe û biryardanê de cih bigirin û wiha got: “Dev ji polîtikayên astengdaran paşguh dike û wan tenê kesên hewcehî alîkariyê dibîne, berdin.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari tev li Komxebata ‘Ji bo kesên astengdar budçe’ ku di çarçoveya kampanyaya “Ji bo nan, aştî û edaletê budçe” tê lidarxistin, bû. Komxebat li oteleke navçeya Çankaya ya Enqereyê hat lidarxistin. Sazî û komeleyên astengdaran û gelek welatiyên astengdar tev li komxebatê bûn. Komxebat di serî de bi diyarkirina dîvanê dest pê kir.

Komxebatan bi axaftina Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari dest pê kir. Tulay Hatîmogullari anî ziman ku divê budçe li gor plansaziya dabinkirina pêdiviyên welatiyan pêk were û wiha got: “Budçe navnîşana desthilat li gor kî budçe çêdike, kî paşguh dike û kî diparêze bi awayekî şênber derdixîne holê. Desthilat welatiyên astengdar paşguh dike û wan wekhev nabîne. Welatiyên astengdar weke kesên muhtacî malbatê dibîne. Em vê yekê qebûl nakin. Divê welatiyên astengdar weke wekhev bên dîtin û budçe jî li gor vê yekê bê amadekirin. Têkoşîna li dijî cihekariyê têkoşîna demokrasiyê ye.”

‘Gihiştina xizmetan mafekî bingehîn a astengdaran e’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku ew welatiyên astengdar ne weke kesên muhtacî alîkariyê lê weke nasnameyeke dibînin û ev tişt anî ziman: “Bikaranîna ziman, siyaset û polîtîkayên cihekariyê ya li dijî welatiyên astengdar me red kir û polîtikayeke ji bo welatiyên astengdar da pêş xwe. Têkoşîna li dijî cihekariyê ne tenê berpirsyariya welatiyên astengdar e. Hemû kesên ku daxwaza edalet û demokrasiyê dikin berpirs in. DEM Partî ji bo welatiyên astengdar di hemû qadên jiyanê de bê dîtin, dixebite. Weke DEM Partiyê şaredariyên em bi rê ve dibin de jî me welatiyên astengdar kir yek jî polîtîkayên xwe. Ji bo parastina maf û pêdiviyên welatiyên astengdar di şaredariyan de dest bi xebatan kirin. Gihiştina xizmetan mafekî bingehîn a astengdaran e. Ne lutufek e.”

‘Li Tirkiyeyê bi milyonan welatiyên astengdar li hemû qadên jiyanê rastî cihekariyê tên’

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser budçeya sala nû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê bi milyonan welatiyên astengdar li hemû qadên jiyanê rastî cihekariyê tên. Em weke DEM Partiyê budçeya nan, aştî û edaletê ji bo welatiyên astengdar dixwazin. Welatiyên astengdar li derveyî qadên xebatê hatine hiştin û bi xîzaniyê re rû bi rû hatine hiştin. Hevdîtinên budçeyê bi dawî bûn û êdî pêşniyar werin Desteya Giştî ya Meclisê. Weke DEM Partiyê di pêvajoya komîsyonê de me gelek îtîraz û pêşniyar kirin. Lê tevî vê yekê jî di pêşniyar budçeyê de desthilatê guherandin nekir. Desthilata AKPê ji bo şer budçe vediqetîne lê ji bo welatiyên astengdar budçe venaqetîne. Ew polîtîka û hilbijartineke. Desthilat şûna budçeyê veqetîne xizmetên civakî weke alîkarî dibîne. Welatiyên astengdar giredayî malbatê dikin û derveyî qadên jiyanê dike. Ev yek li dijî dewleta civakî ye.”

‘Divê welatiyên astengdar di hemû pêvajoyên budçeyê de cih bigirin’

Her wiha Tulay Hatîmgoullari destnîşan kir ku ew dê têkoşîna xwe ya hemwelatiya wekhev li dijî cihekariyê bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê welatiyên astengdar tev li xizmetên civakî bibin. Li hemû bajaran divê ji saziyan kesên zimanê îşaretê dizanin bên peywîrdarkirin. Divê rê, wesayît, saziyên xizmetê divê bi awayekî ku hemû kes bi awayekî wekhev bikarin sûd bigirin. Divê hemû welatiyên astengdar re bi qastî muçeya asgarî muçeyeke astengdariyê were dayîn. Welatiyên astengdar ku li cihên dixebitin rastî mobîng û cihekariyê tên, bê ceza nemînin. Divê welatiyên astengdar bikarin tev li siyasetê bibin û divê mekanîzmayên vê yekê bên avakirin. Divê welatiyên astengdar di mekanîzmayên biryardanê de jî cih bigirin. Biryarên ku welatiyên astengdar di nav de tune ne biryarên kêm in. Divê welatiyên astengdar di hemû pêvajoyên budçeyê de cih bigirin û biryar bidin. Pergala ku welatiyên astengdar tev li biryarên budçeyê nebe ne demokratîk e. Em li vir bang li desthilatê dikin, dev ji polîtikayên astengdaran paşguh dike û wan tenê kesên hewcehî alîkariyê dibîne berdin. Em li vir careke din dibêjin hemwelatiya wekhev ne lutufeke lê mafê bingehîn ê mirovahiyê ye.”

Piştre jî ji Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatîce Betul Çelebî axivî û diyar kir ku kesên ji xwe re dibêjin “Saxlam” ji bo welatiyên astengdar ku weke “Kêmanî” dibînin biryara budçeyê didin û qala cihekariya budçeyê ji bo welatiyên astengdar kirin.

Piştrê jî welatiyên astengdar ku tev li komxebatê bûn bi dorê axivîn û qala cihekariya ew rû bi rû dimînin, fikir û ramanên xwe yên li ser budçeya sala nû anîn ziman.

Etîket: Astengdarkomxebata ji bo welatiyên astengdar butçe
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Fatûreyên şexsî li ser navê astengdaran hatiye qeydkirin

Fatûreyên şexsî li ser navê astengdaran hatiye qeydkirin

7 July 2026
Li Wanê ji bo astengdaran kargeh hat lidarxistin

Li Wanê ji bo astengdaran kargeh hat lidarxistin

15 December 2025
‘Fikra siyasî’ kirin hinceta qutkirina alîkariya sê astengdaran!

‘Fikra siyasî’ kirin hinceta qutkirina alîkariya sê astengdaran!

21 November 2025
Astengdar ji bo debarê astengiyan nas nakin

Astengdar ji bo debarê astengiyan nas nakin

14 September 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji şivantiyê ber bi mamosteyê ziman ve: Girtîgeh ji bo xwe kir Akademiya Kurdî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-2: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Qanûnên heyî li Sûriyeyê jinan naparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pêvajo li benda geşedanên nû ye: Dê deste biçe Îmraliyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Civîna MGKê bi dawî bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • YCK-KURD Konferansa Herêma Tolhildanê li dar xist

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne