Li Enqereyê Serokê Sendîkaya Madenê ya Xweser Gokay Çakir û pisporê rêxistinkirinê ya sendîkayê Başaran Aksu di çalakiya karkeran de hatin binçavkirin.
Karkerên madenê yên girêdayî Sendîkaya Madenê ya Xweser ên ku li Holdînga SSS a Yildizê yê Doruk Madenê û Etî Gumuş Madenê yê Elezîzê dixebitin, ji bo destheqê xwe bigirin hatin Enqereyê. Karkarên ku hatin Enqereyê bi daxwaza hevdîtinê bi Wezerata Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re bikin, 8 rojin li ber wezaretê çalakî li dar dixin. Serokê Sendîya Madenê ya Xweser Gokay Çakir û pisporê rêxistinkirinê ya sendîkayê Başaran Aksu bi hela polîsan ve hatin binçavkirin.















